HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Roja 11 Mijdar di navbera demjimêrên 11:00 û 11:45 li herêmên Qendîl, Xakurkê, Gare û Metîna yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatine çavdêrkirin. Cardin li herêma Zap di navbera demjimêr 10:30 û 12:00, li xeta sînorê Heftenîn di navbera demjimêr 10:30 û 10:45, li herêma Gabarê ji di navbera demjimêrên 18:00 û 19:00 an de tevgera balefirên şer yên berfireh pêkhatiye. Herwiha roja 12 Midar (îro) di navbera demjimêrê 02:20 û 03:30 an de li ser herêma Gare tevgera balefirên şer hatiye jiyankirin.

2. 3 rojên dawîne artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Gabar bi balefirên bê mirov yên keşfê tevgerên keşfê yên berfireh pêktîne. Herwiha roja 11 Mijdar di navbera demjimêrên 06:00 û 20:00 an de ji Herêmên Parastinê Yên Medya li ser herêma Zap, di navbera demjimêrên 07:00 û 19:00 an de li xeta sînor ya Heftenîn balefirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk tevgerên keşfa berfireh kiriye.

3. Roja 11 Mijdar demjimêrên beyanî de li herêmên Çiyayê Fila, Besta Hincê û Besta Bêlûzerê a girêdayî herêma Besta ya Botanê ji aliyê balefirên şêwazê Skorsky yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk ve tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne. Cardin hatiye çavdêr kirin ku artêşa tirk li van herêman şewqiyata leşkerî dike. Herwiha ji şeva 11 Mijdar, heyanî demjimêrên bayanî yên roja 12 Mijdarê (îro) balefirên keşfê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê pêkaniye.

4. Roja 11 Mijdar ji demjimêrên beyanî heya demjimêrên nîvro li navçeya Şirnex Bêşebabê li gel balefirên bê mirov yên keşfê û helîkopterên şêweyê Kobra li ser pirên li herêmê heyîn artêşa dagirker a Tirk pusuyan pêktînîn.

12 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG