ji çapemenî û raya giştî re!
1. 24’ê Çile (îro) saet di navbera 04:00 û 06:00’an de li ser herêma me Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya balafirên bê mirov ê artêşa dagirker a Tirk bi armanca keşfê geriyane. Ev tevger li herêmên me zêde bûne, li gor vê;
- 23’ê Çile saet di navbera 13:00 - 20:30’an de li ser qadên Mêrgê, Tepê Xwedê û Adilbeg ên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê balafirên bê mirov bi armanca keşfê geriyane.
- 23’ê Çile saet di navbera 21:00 û 23:30’î de dema li ser herêma Zapê balafirên bê mirov digeriyan, tevgera balafirên şer rû daye:
- 23’ê Çile saet di navbera 13:30 -14:30’î de li ser herêma Heftanîn tevgera balafirên şer rû daye.
2. 23’ê Çile saetên sibehê, artêşa TC a dagirker li ser xeta herêma Zapê ji bo Qereqola Marûka bi helîkopterên Skorsky û dîsa saet 13.00’an ji bo Qereqola Bîlîcan a li heman herêmê bi wesayîtan bi awayekî zêde sewqiyata leşkerî hatiye kirin.
3. 24’ê Çile saet di navbera 09:30 - 10:00’an de qada Kato Silo ya girêdayî herêma Heftanîn ya girêdayî herêmên parastinê yên Medya ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye bombardûmankirin.
24 Çile 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG