HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Dewleta TC’ê bi awayekî rêkûpêk li Kurdistanê li dijî gelê kurd xebatên dejenerekirina çandî û exlaqî birêve dibe.

Wekî polîtîkayên şerê taybet ê qirêj, bi destê dewletê ji bona ku binyada civakî ya gelê me bê xerakirin êrîş pêş dikevin.

Di hêlekê de wekî ku li Sêrtê li hember keçikên biçûk destavêtin têne kirin û armanc dikin ku bi nirxên me yên civakî bilîzîn û hilweşîne exlaqî pêk bînin; di hêleke din ve di temeneke biçûk de vîn bê şikand û baweriya wan a cewherî bê şikandin.

Me berê jî bal kişandibû van lîstikên qirêj ên dijmin û me li dijî van lîstikên dijmin, li gelek derdoran hişyariyan kiribû. Lê dijmin li ser navê perwerdehiya çandî, li keçên kurd pişavtinê ferz dikin û li ciyên wisa xebatên sîxurkirinê birêve dibin.

Herî dawîn li gundê Tutê ku girêdayî Licê ye, ciyek wisa ku ji hêla qeymeqamiye ve tê birêvebirin, ji hêla gerîlayên me ve di 5’ê tîrmehê de saet 23.00’yan de ku li vir xebatên JÎTEM’ê têne birêvebirin û wekî atolye tê binavkirinê, hedef hatiye girtin û dijî vî ciyî çalakî hatiye lidarxistin. Dewleta TC’ê ji ber ev qirêjiyên wan derketine holê, ciyên wisa wekî atolye ji raya giştî re dide nîşandin.

Ev ciyê ku wekî xebatên AKP tê nîşandin, tenê bi xebatên xalîçe çêkirinê têkildar nîn e. Li vê derê wekî qansêrê JÎTEM’ê xwe birêxistin dike. Wê ji niha û şûn ve ciyên wisa ku wekî nexweşiyekê di nav gelê me de têne belavkirin, bibine hedefên me.

Ev çalakiya ku li Licê li dar ketiye, li hember van derdoran tenê bi armanca hişyariyê ye û ji niha û şûn ve wê bi hişyariyan tenê neyê mayîn û wê hesabên giran ji wan bê pirsîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG

8 Tîrmeh 2010