HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 25’ê Tîrmehê navçeya Qers Qaxizmanê li dijî Kevirê Ker, Geliyê Hecî û gundê Extê ku girêdayî Çemçê ne ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona di saetê serê sibê destpê kiribû hîn jî berdewam dike.

 

2. Ji 25’ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Erbîş, Ertuş û Garê ya Biçûk ku girêdayî Zapê ye ji hêla artêşa TC êrîşên havan û obusan tê lidarxistin.

3. Di 24’ê Tîrmehê saet di derdora 22.00’ande li navenda Colemergê li dijî polîsên ewlehiya avahiya AKP’ê digrin ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin polisek hatiye kuştin,  polisek jî birîndar bûye. Di navbera gerîla yê me û dijminê ku bi piştgiriya panzêra hatiye cihê çalakiye pevçûnek demkurt qewimiye. Pîştî çalakiyê gerîla yê me bê ku wendahiyan bide paş de vekişiyane.

4. Di 25’ê Tîrmehê li navçeya Colemerg Çelê li dijî herêma Erbîş ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.

5. Di 22’ê Tîrmehê saet di 22.00’ande li navçeya Mêrdîn Mahsertê li dijî maşîneke ku 4 polis têdene ji hêla tîma çalakiyê ya Şehît Andok çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin polîsek hatiye kuştin, 3 polîs jî birîndar bûye. Pîştî çalakiyê ji hêla artêşa TC ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Di 23’ê Tîrmehê serê sibê li dijî gundên Xirbê mirîşka, Kevsenor, Xirbêbellik, Mermerê, Bêrtê û Metîna ku girêdayî Mahsertê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî ji hêla yekîneyên veşartî yên faaliyetên keşf û kemîn ê dikin berdewam dike.

26 Tîrmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG