ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Gulanê navbera saet 14.30 û 15.30’an de balefirên şer yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser xeta sînor a Çelê û ji Herêmên Parastina Medya, Zapê de firiyane.
2. Di 29’ê Gulanê de navbera saet 05.00 û 07.30’ê sere siharê de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Qendîl a girêdayî Herêman Parastina Medya re gerên keşifê pêkanîne. Dîsan di 29’ê Gulanê saet 07.00’an de tevgera balefirên bê mirov a ku li ser herêma me a Metîna destpê kir heya niha didome.
3. Di 22’ê Gulanê de gerên keşifê yên balefirên bê mirov yên ku li ser herêmên Ş. Kendal, Ş. Serxwebûn û Apê Musa yên girêdayî Amedê ku destpê kirine hîna didomin.
29 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê