Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya xwe ya 13'ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 8'ê Tîrmehê ya li qada Deşta Xanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 hevalên me şehîd bûne.
Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên şehîd bûne wiha ye:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Tevgera dagirkirinê ya artêşa TC’ê ya dagirker a li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Hêzên dagirker roja 13’ê Tîrmehê saet 19:40’an û 14’ê Tîrmehê saet 01:00’an bi balafirên şer û helîkopteran herêma Şehîd Berîtan, Girê Şehîd Ahmed û Şikêrê Spî bombe kir. Bi bombebaranê re hêzên dagirker bi helîkopterên Skorskye leşker danîn Şikêrê Spî û Girê Şehîd Ahmet û ev xak dagir kirin.
- Ayrıntılar
Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Rayagiştî Re
Van rojan ku em ketine salvegera 37'an a çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, em ketine fetloneke girîng a dîroka têkoşîna me. Hêzên mêtinger ên qirker li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kirî, bi hemû derfetên neteweyî û navneteweyî li gel hemû êrîşên berfireh ên tasfiye û îmhayê jî ti encam bi dest nexistine.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di 9’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî Qereqola Tepê Hîzanê ya Licêya Amedê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin û agir bi daristanê xistiye. Bêyî ku encamekê werbigirin, di heman rojê de operasyon hatiye vekişandin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
18'ê Gulana 2019'an li gundê Derto yê navçeya Xalfetî ya Rihayê artêşa TC'ê ya dagirker qedexeya derketina derve ragihand, dijûn li hemû gundiyan kirin û êşkenceya giran li gundiyan hate kirin. Eynî rojê, di navbeyna 2 hevalên me de, yên ku li qada ku gund lê heye li ser peywirê bûn û artêşa TC'ê ya dagirker de heta derengiya şevê şerekî giran derketiye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpê kirin, roja 11’ê Tîrmehê saet 09:10’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bicih bûbûn, çalakiyek lidarxist.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di 30’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê bi alîkariya yekîneyên veşartî kemîn danîye. Hêzên me demekê ev yekîne şopandine û di 3’ê Tîrmehê de saet di 06.45’an de di çarçoveya Pêngava tolhildanê a Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.
- Ayrıntılar