Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê sibatê de di êrîşa balafirên şer ên artêşa tirk ve ku li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye de hevalên me yên bi navê Akîf (Kawa Salih Hamo), Hîdar (Muhammed Bahçecî) û Mahîr (Azad Ûnal) di êrîşa hewayî de gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Navê kod: Akîf Kobanî |
Navê kod: Hîdar Ferat |
Navê kod: Mahîr Leheng |
8 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 5’ê sibatê de bi roj saet di 11:30’yan de eydî artêşa tirk balafirên şer gundê Lelîkan û derdora wê ku girêdayî Xakurkê ye, ji hewa de bombebarîn kirine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê sibatê de balafirên şer ên artêşa tirk bi roj saet di navbera 13:30-15:00’an de li hember gundê Musolokê ku girêdayî qada Xakurkê ku li Qadên Parastina Medyê ye, êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
2. Di 4’ê sibatê de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve li hember gundê Lelîkan ku girêdayî Xakurkê ye, bi şev saet di navbera 18:30-19:30’an de êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
Di encama van êrîşên hewayî de li gundan zayînên madî pêk hatine.
5 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di rojên borî de li hember Tevgera Azadiyê û bi taybet li hember fermandarê me yê giştî yê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal de nûçeyên spekûlatîf têne weşandin. Dijmin hewl dide bi şerê taybet, bi nûçeyên li ser mesayan amadekirî û tu têkiliyên wan bi rastiyan nîn in, dixwaze moralê gelê me xera bike û li hember tevgera me gumanan biafrîne.
Berevajî îdeayên ku tê kirin ne birîndarbûn ne jî rewşeke cuda mijara gotinê ye. Rêheval Dr. Bahoz Erdal hê jî li ser peywira xwe ye. Divê gelê me baweriya xwe bi nûçeyên wisa çêkirî û derewîn ên şerê taybet neynin.
27 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 20’ê çile de danê sibehî eydî artêşa tirk du firokeyên bi tîpa kobra êrîş birine ser gundên Mîrgê û Helenka ku girêdayî Şîrvana Diyalaya Başûrê Kurdistanê ne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 17’ê çile de bi roj saet di 11:00’an de ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medya ye, êrîşên bi hawan û obûsan pêk hatiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 13’ê çileyê vir ve ji hêla artêşa tirk a dagiker ve ev sê roj in li hember qada Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyaye, avêtina obûs û topan didome. Îro jî ji danê sibeyî pêve sirtên Ebdilkovî û gundên Ermûş, Şapana û Daîla jî bi obûs û hawanan hatin lêdan. Êrîşên navborî hê jî didomin.
15 Çile 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar