HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêvajoya azadkirina Şengalê berdewam dike. Li ser vê çendê;

1. Di 30’ê Kanûnê saet 22.30’an di dema komeke çeteyên DAIŞ’ê dixwestin li pişt hêzên me yên Gerîla li taxên Berbiroj û Suka Jor ên Şengalê bi zîvrin ji aliye hêzin me ve zu hatin ferq kirin pevçûnek rûda. Di encama van pevçûna de 2 çete hatin kuştin. Di şer de 2 çete jî birîndar bûn. Heman rojê saet 23.30’an de yekîneyên gerîlayên me li hemberî gurupekê çeteyan çalakiyek bi dizî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

2. Di 30’ê Kanûnê de bi tevahiya şeve hêzên berxwedana Şengalê bi navber çalakiyên sûîkastê li dijî çeteyên Daîşê pêk hatin, div an çalakiya de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Hat zanîn ji çeteyên birîndar bûn ên bi navê Ebu Ehmed û Sef’I Islam emîr in.

3. Di 31’ê Kanûnê de di navbera saet 04.00 û 05.00’an de hêzên berxwedana Şengalê li hemberî wesayîteke çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de ku çekên giran hatin bikaranîn, wesayît bi temamî hat derbkirin, her weha li vir 1 çete hat kuştin. hejmara çeteyên di wesayîtê de hatine kuştin jî nehat zelalkirin. Disa di heman rojê de di saetên sibehê de hêzên me yên Gerîla çalakiyek suîqastê li darxistine li vir 1 çete hat kuştin.

4. Dîsa di 31’ê Kanûnê de îro sibehê saet derdorê 08.00’an piştî hêzên me yên gerîla hewildana çeteyan a êrîşa veşartî ferq kirin bi awayek bi bandor hat lêdan, di şerê rû da, 4 çete hatin kuştin. Piştî van pevçûna çeteyên Daîşê neçar man gavekî xwe paşde vekşînin. Di van pevçûnan de malezemeyên ketine dest weha ne:

3 çekên BKC û 1000 guleyên BKC

Çekek kleş

5 roketên B7

bombeyekî dest ya bi dest hatiye çêkirin

5. Di 31’ê Kanûnê de Saet 10.15’an hêzên me yên Gerîla li dijî çeteyên Daîşê çalakiyekê sabotajê li darxistine. Di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Li Şengalê şer û pevçûn li hin cihan didomin.

31 Kanûn 2014

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ