HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Sala 2014 an, bi qasî berxewdanên xwe yên dîrokî , salekî bi qetlîaman tijîbû. Gelê me yê Êzidî yê êşên mezin jiyan kirîn, di sedsala 21. de li hember hewildana Komkujiyekê re rû bi rû mayîye. Hêzên navnetewî yên kû derxistîn holê û rêkxistin kirî, çeteyên feşist yên DAİŞ ku buyîn belaya serê tevahî gelê Rojhilata Navîn di 3 Tebaxa 2014 an de li hember gelê Êzidî yê çanda herî qedîm û cih û warên wan yên pîroz çiyayê Şengalê di nava tevgera tûnekirin û êrîşa dagirkirinê de bune. Bi vê êrîşê gelê Êzidîyatî yê çanda desptpêkê ya berxwedêr û şoreşa Kurdistanê ya bilind dibû hatibû armanc girtin.

Weke tê zanîn li hember van êrîşan, hêzên ku erkê parastina gelê Şengalî û Ezidî hilgirtîn, berpirsyartiyên xwe ne anîne cih. Di encama vê de ji bi deh hezaran gelê me bi wehşî hatiye qetil kirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatine girtin. Bi deh hezaran gelê li peywan mayîn bi zorî û êşên mezin ve berê xwe dayîne çiyayê Şengalê. Bi vî awayî dîroka 3 Tebaxa 2014 an ketiye nava dîroka mirovahiyê ya reş.

Rêbertî û tevgera me bi pêşdîtina wê ya mezin ji beriya komkujiyê, ji aliyê Biryargeha Navendî ya HPG ê ve parastina Şengal bihêzbikin, di bingihê pêşxistina parastina rewa ya gelê Êzidî de projeyên cûda cûda pêşxistiye û ji partiyên eleqedar re hatiye ragihandin. Lê belê ev pêşniyar ne hatine pejirandin. ji ber vê sedemê ji aliyê Biryargeha Navendî ve grûbek heval hatî rêkxistin kirin perspektifa Rêbertî û tevgerê bi awayekî veşartî hatiye xwestin bê xistina meryetê. ev xebata grûbek heval dayî destpêkirin, ji 3 Tebaxê ve berxwedan hatiye rêkxistin kirin, ketina çeteyan ya çiya hatiye asteng kirin û gihiştina gel ya ji bo çiya bi awayek paristî çêbûye.

Weke tê zanîn gelê me yê Êzidî di 3 û 4 Tebaxê de êşên mezin jiyan kirin, li çiyayê Şengalê bi têhn û birçîbûnekî mezin re rû bi rû mane. ji ber vê sedemê bi sedan mrovên me jiyana xwe destdane. Çeteyên Faşîst yên DAİŞ, bi tengazkirina tevahî gelê Êzîdî li çiyayê Şengalê armanç kiriye bi tevahî tûne bike. Li hember vê di 5 Tebaxê de Gêrîllayên me û hêzên YPG bi berxwedana pêşxistîn, korîdora di navbera Rojava û çiyayê Şengalê de bi serkeftinê vekirin. Di serî de rêheval Şehîd Genco û dehan rêhevalên şehîd yên parastina vê korîdorê bicih aniyîn li vê korîdorê mirovên ku jimara wan ji 150 hezaran derbaz dikir derbazî Rojava hat kirin, bi vî awayî yek ji komkujiyek dîrokî yê herî mezin pêşî lê hat girtin.

Weke HPG li Şengalê armanca herî bingehîn pêşxistina parastina rewa ya gelê Êzidî bû. Li ser vî bingehî hêzên YBŞ yên rêkxistîn bûyîn û di berxwedana Şengalê de rolek giring leyîstîn, perwerde kirin û alîkarbûyîna ji bo di şerde şarazayî qezenç bikin îmkan hatine pêşkêşkirin. Di vê çarçovê de bi hêzên YBŞ ê re mil bi mil heya roja îro tekoşînek dijwar hatiye meşandin. Di her kozikên vê berxwedana dîrokî de çeper hatine girtin. di vê wateyê de, heya roja îro pêşengên rastîn yê gelê Êzidî ku tevlî nava karwanên şehîdan buyîn 12 ciwanên leheng yên Êzidî bi rêzdarî bi bîrtînîn.

Li gel van tevahîyan, weke Fermandariya Bir yargeha Navendî li ser perspektifên hatîn diyarkirin bitevahî partî û cemeetan re di nava têkilî debûne, di nava liv û tevgera avakirina fermandariya hevbeş de bûne. Ev fermandariya hevbeş ya ku berxwedana Şengalê bigihije serkeftinê bi lez bixe heya roja îro pêknehatina wê kêmbuyînek dîrokîyek.

Di van 5 mehên ku her roj bi çîrokên destanwarî yên şer ve derbaz dibe li hemberî çeteyên DAİŞ tekoşînek dîrokî hatiye dayîn. Bi taktîkên gêrîlla yên encam girtî çalakiyên jimara wan ji 100 an zêdetir çalakiyên bi serkeftî hatine encam dayîn. Di encama van çalakiyan de bi sedan wundahî hatiye dayîna çeteyan, bi dehan ji birîndarên giran, çekên ferdî û ji gelek cureyan alavên leşkerî ketine dest. Çeteyên DAİŞ bi caran xwe li beram ber rihê fedayî yê ji binketinê xwe rizgar nekiriye. Di berxwedana Şengalê de bi pêşengiya Fermandar Dilgeş pêşketî, bi xwîna dehan şehîdên me Armancan, Goranan, Jiyanan hemle li ser hemle hatiye pêkanîn. Li Barê, Şîlo, Dîgorê, Solax, Dêrasê û li her deverê Şengalê gelek serkeftinên mezin hatine destxistin. Di nava van 5 mehên pevçûnên berfireh yên pratîkê de gelê me yê Êzidî gêrîllayê me weke bingehek yê azadî û hêza parastinê pêşwazî kirine.

Bi taybet ji li rexmî gelek zorî û bê îmkaniyan li çiyayan mayîn hilbijartîn, ji 10 hezaran zêdetir mirovên me yên axa xwe û nirxên xwe bicih ne hiştîn û bi yekane komkujiya dîrokî ya herî mezin re tevahî gelê me yê Êzidî rû bi rû mayî û tekoşîna azadî ya ji bo gelê Êzidî me dayî destpê kirin, heya dawî emê bibîn; li ser vî bingehî dûbarekirina emê bibin layîqê şehîdên xwe û evê sala ku bibe sala azadiya gelê meyê Êzidî û tevahî gelê Kurdistanê sala nû pîroz dikîn.

Di van 5 mehên derbazbûyî de bîlançoya Şer:

pevçûnên hatîn jiyankirin û çalakiyên encam dayîn: 142

Jimara çeteyên hatin kuştin û çalakiyên encamên wê zelalbuyî: 624

Jimara çeteyên birîndar hatîn zelal kirin: 144

Jimara wesayîtên hatîn roxandin: 67

Jimara wesayîtên hatîn derbe kirin: 64

Gêrîllayên me yên Şehîd ketîn: 19

Berxwedêrên YBŞ yên şehîd ketîn: 12

Di çalakiyên encam dayîn de alavên leşkerî yên ji ser çeteyan hatîn rakirin û hatîn dest ketin;

- 1 wesayîta Hammer

- 2 wesayîtên şêwazê zirxî Aqrep

- 2 wesaîtên Toyota Pîkap

- 1 çeka 12,5 doçka û 4 qotî gule

- 1 çeka A4 û gulleyên wê

- 6 Çekên BKC, 3050 Gulleyên wê, 4 zincîr û lûleyek yedek

- 60 çekên Qlêş, 38 Jarjor, 1270 gule û 18 rext

- 6 çekên M-16, 29 Jarjor, 600 guleyên wê

- 10 çekên Rokêt avêj B7, 20 roketên wê û heşwe

- 1 çeka BKT, 12 Jarjor

- 2 çekên Qernas

- 2 Çekên G-3

- 14 Tabance û Jarjor

- 12 yelegên çelîk

- 3 çekên 60 ml hewan û roketên wî

- 1 qaîdeya 82 ml ya hewanê

- 1 hewana dest çêkirî

- 17 bombên dest

- 200 Mayînê bi dest çêkirî

- 4 cihazên biçûk

-5 dûrbînên roj

- 1 dûrbînê Şêwazê teleskop

- 2 dûrbînê şevê

- 1 dedektor

- 6 telefonên berîkê

31 Kanûn 2014

Fernandariya Şengal-HPG