Ji gele me û raya giştî re!
Pêngava azadkirina Şengalê didome. Li ser vê çendê;
1. Di 29’ê Kanûnê de saet nêzî 15.00’an li Suka Jor û derdora wê çeteyan bi çekên giran êrîş kirine û Li dijî van êrîşan hêzên me di cih de bi çekên giran bersiv daye.
2. Di 29’ê Kanûnê de saet di navbera 17.00 û 20.00’an de jî çeteyan dîsa hewil daye li Suka Jor û derdora wê êrîşan pêk bîne û Hêzên me yên berxwedêr ku ev êrîşa çeteyan ferq kirin bi çeteyan re ketin pevçûnê û di van pevçûnan de 5 çete mirin û 6 birîndar bûne.
3. Di 30’ê Kanûnê de (îro) saet di 09.00’an û şûnde çeteyan dîsa xwest li Suka Jor û Şengala berê êrîşek nû pêk bîne. Hêzên me yên gerîlayên me ev zû ferq kirin û bersivek bi bandor danê. Di van pevçûnan de 3 çete mirin.
4. Di 30’ê Kanûnê de (îro) saet di navbera 11.00 û 11.30’an de li nêzî Suka Jêr çeteyan hewildan ku bikevin hundir û hêzên me dîsa bersiv da û li van pevçûnan de 2 çete bi çalakiyên suîkastê de bi giştî 5 çete hatine kuştin.
Di pevçûn û êrîşan de gerîlayekê me jî birîndar bûye.
30 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ