ji gelê me û raya giştî re!
Pevçûnên di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê de li navenda bajêr berdewam dike.
1. Piştî hêzên me aliyê têketina Şengalê û Taxa Berbiroj xistin bin kontrola xwe, duh (21 kanûnê) danê nîvro hêzên berxwedanê Girê Bircê yê ku çete lê bi cih bibûn û li girekî serdest ê bajêr bû xistin bin kontrola xwe. Komên çete ku gelek windahî dan neçar man şûnde vekişin.
Di heman rojê de hêzên HPG û YBŞ’ê ber bi pêş ve çûne û kelehek ku ji dema rejîma Saddam mabû xistine destê xwe û têde bicih bûne.
2. Di tevahiya şeve de li Enîyê ti pevçûnek cidî ne qewimiye, Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi du wesayitên bombe lê barkirî li Taxa Berbirojê li dijî hêzên berxwedanê êrîş pêk bînin. Di encama mudaxeleya hêzên berxwedanê û êrîşa balafirên hêzên koalîsyonê de her du wesayît beriya bigihin armanca xwe hatine rûxandin.
3. Ji duh sibê ve di navbera hêzên berxwedanê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn hene. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi dizî ve bikevin Girê Bircê û bixin destê xwe. Di encama pevçûnên qewimîn de 5 çete hatin kuştin û 4 birîndar bûne. Cenazeyên dijmin niha di destê me de ne. Di encama pevçûnên îro rû dan de pêşmergeyek şehîd ketiye, 2 gerîla û pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûne. Pevçun heta neha berdewam dike.
Operasyona azadkirina Şengalê wê berdewam bike.
Bi rêzdarî tê raghandin...
22 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal Ya HPG û Fermandariya Giştî ya YBŞ