ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya di roja 19'ê Kanûnê ji aliye hêzên meve hatiye destpê kirin dewam dike. Li gor wê:
1. Di 20'ê Kanûnê de, li hemberî Navenda Şengalê ji aliye hêzên me yên Gerîla û hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dest bi operasyoneke girîng kirine. ku li aliyê din jî bakurê Çiyayê Şengalê hatiye paqijkirin. Di çarçoveya operasyona ku li aliyê din ji Çiyayê Şengalê ber bi navenda Şengalê ve bi pêş ve diçe, hêzên me saet di 11:00 nîvro xwe gihandine bajêr. li ketina Şengalê li hemberî çeteyên Daîşê li ber xwe dan re şerekî dijwar hatiye meşandin, hêzên me bi awayekî bi bandor êrîş kirine, çeteyên DAIŞ'ê yên li vê derê têk birine û ketine nava du taxên .
piştî 2-3 saetan li ser vî şerî, hêzên pêşmerge jî ji vê xeta hêzên me vekir re hatin û xwe gihandin hêzên me. Bi fermandarên hêzên pêşmerge yên xwe gihandin re nîqaş hatiye kirin û li ser vê bingehê ew jî tevlî sîstem şer bûne. Bi vî rengî hêzên me û pêşmerge di pratîkê de di eniyeke hevpar de şer kirine.
2. Ji saet 16:00 û pê ve taxa destpêkê ya bajêr bi temamî hatiye kontrolkirin, şer li nava bajêr dewam kiriye. Di çalakiyên êrîşê yên hêzên me li dijî DAIŞ'ê lidar xistine de, hedefên dijmin hatine xistin û hêzên me li gel desteserkirina hejmarek ji kelûmelên leşkerî, cenazeyên 4 çeteyan ketine destê hêzên me. Çeken ketine deste me de weha ne:
Çekek BKC
Çekek hawanê
1 rokêtavêj RPG-7
2 çekên ferdî yên M-16
10 kalaşnîkov
6 debance
Hejmarek zêde cebilxane hatin desteserkirin.
3. Pevçûn heta serê sibê dewam kirine, çeteyên DAIŞ'ê 5 caran êrîşî hêzên Kurdistanî kirine, ev êrîş bi berxwedaneke hevpar hatine şikandin, Çeteyên DAIŞ'ê îro danê sibê bi maşîneke bi TNT dagirtî xwest êrîşeke xwekuj bike, ev êrîş bi destwerdana hêzên me yên hevpar bêyî bigihêje mewziyên me hatiye îmhakirin.
4. Di rewşa heyî de taxa destpêkê ya ketina bajêr, girên li dora bajêr serdest in di bin kontrola hêzên me de ne, Li refên pêş pevçûnên dijwar dewam dikin. Di şerê heta niha de hêzên Kurdistanî ti windahî nedane, ji gerîla 3, ji pêşmergeyan 3 bi giştî 6 birîndar hene.
5. Li ser daxwaza fermandariya me, hêzên YPG'ê tevkarî û destekeke girîng dane vê operasyonê.
6. Wê ev operasyon heta azadkirina temamiya navenda Şengalê û paqijkirina gundên Şengalê ji çeteyên Daîşê yên dijminê mirovahiyê dewam, Mîna ku li navenda Şengalê di pratîkê de hat dîtin, em diyar dikin ku li qada Şengalê pêşmerge jî di nav de amade ne bi hemû hêzên berxwedêr re bi hevkarî tevbigerin, em ê helwest û nêzîkatiyên berevajî vê yekê qebûl nekin. Aşkera ye ku pêwîste di vê dema girîng de hemû hêzên berxwedêr bi berpirsyarî rabin. Em bang li hemû hêzên pêwendîdar dikin ku di vê mijarê de bi hestyarî tevbigerin.
21 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal Ya HPG û Fermandariya YBŞ