HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Operasyona azadkirina Şengalê berdewam dike.

1. Di 22'ê Kanûnê saet di 15:30 de ji aliye hêzên me yên li jêra keleha Sitiya Zeynep bi cîh buyîn li hemberî çeteyên Daîşê yên di amadayî ya êrîşe debun ji aliyê hêzên berxwedanê ve operasyonek hatiye lidarxistin û hat gotin, Di encama şerê ji ber operasyonê de 2 çete hatin kuştin û ji ser çeteyên hatin kuştin çekek ferdî ya kalaşnîkov, 6 rokêtavêjên B-7 û haşwêyên wê, 1000 fîşekên kalaşnîkovê, 1000 fîşekên BKC, 2 telefonên destan, 1 kompûter, 1 cîhaza deng qeyd dike û nasnameya çeteyê bi navê Ebû Teyfa yê ji Til Aferê hatin rakirin.

2. îro danê sibê saet di navbera 08:30 û 09:00 de çeteyên DAIŞ'ê ji du baskan ve êrîşî cihê hêzên me yên li Keleya Sitiya Zeynep kirine, Di encama pevçûnên derketine de êrîşa çeteyên Daîşê hatiye şikandin. Di şer de hêzên berxwedanê ti windahî nedane, lê şervanekî YBŞ'ê bi giranî birîndar bûye."
Bi rêzdarî tê raghandin...

23 Kanûn 2014

Fermandariya Şengal Ya HPG û Fermandariya Giştî ya YBŞ