ji gelê me û raya giştî re!
Wek hêzên HPG-YJA STAR li rex YBŞ’ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Şengal û gelê me yê Êzidî me têkoşîneke mezin pêş xist, gelê me ji komkujiyên mezin hatine rizgarkirin, gelek êrîşên çeteyan vala hatine derxistin û di dema wê de bersiv hatiye dayîn. Dîsa li hemberî çeteyên DAIŞ ên xwestine pêş de biçin bi têkoşîna gerîla ya aktîf çalakiyên bi bandor hatine kirin û darbeyên mezin li çeteyan hatine xistin. Bîlançoya mehekê ya çalakî û şer wehaye:
Çalakiyên hatine li darxistin û Pevçnên Çêbuyî: 17
Hijmara çeteyên yên di Çalakî û pecvçunên hatine kuştin: 112 (2 jê Emîr, yek ji wan bi navê Ferhan Kasim Zeko)
Hijmara birîndarên çeteyan yên hatine dîtin: 19
Wesayîtên hatine ruxandin: 28 (3 wesayîtên Doçka. 1 wesayîtê Hawanê)
wesayîtên hatine derbkirin: 10
Kelûpelên leşkerî yên di şer de hatine desteserkirin wiha ne:
Wesayîteke Hamer
5 keleşnîkof
9 jarjorên tijî gule
2 çekên G-3
Demençeyek
3 jarjorên M-16
Telefonek berîkan.
Di pevçunên qewmî de 2 cenazeyên çetya ketine destê hêzên me de.
Di şer de 2 şervanên YBŞ’ê bi berxwedaneke lehengî pêşxistin û tevlê karwanên Şehîdan bune.
Şervanên YBŞ’ê yên jiyana xwe ji dest dane ev in:
- Yezdîn Birahîm Bişar. Li gundê Solak Şehîd ketiye.
- Şemo Reşo Alî. Li gundê Cudale Şehîd ketiye.
7 Îlon 2014
Fermandariya HPG a Şengal