ji çapemenî û raya giştî re!
Di saetên şev ya roja 11'ê Îlonê de Yekîneyên Berxwedana Mexmûr û hêzên Pêşmerge li hemberî gundên Leçeka, Mehmudiye, Xirbanê, Reşîdiye û Fatima yên girêdayî bajaroka Mexmûr û destê çeteyên DAIŞ de bûn operasyonek hevpar hatiye lidarxistin.
Ev operasyona ji aliyê gerîlayên me yên HPG/YJA STAR û hêzên pêşmerge bi hevre hatiye li darxistin.
Di encama operasyonê de 5 gund ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. Ji 20'an zêdetir çete hatin kuştin, gelek wesayîtên leşkerî û cebilxane hatin îmhakirin û gelek ji wan jî hatin desteserkirin.
Li gor vê alavên li ser çeteyan hatine desteserkirin ev in:
8 çekên BKC
2 B-7 roketavêj
Çekek M-16
7 keleşnîkof
Çifteyek
2 hewanên 60 milîm
2 hewanên 80 milîm
14 roketên B-7
3 haşve yên B-7
7 guleyên hewanan ên 82 milîm
26 guleyên hewanan ên 60 milîm
bombeyek destan
20 şarjorên kleşan
dûrbîneke tangan
1260 guleyên doçka ên 12.5
bêtêlek
645 guleyên doçka yên 14.5
3 dûrbînên bi roj
4200 guleyên BKC
5 telefon
300 guleyên kleşê
25 roketên hewanan
3 wesayît (du wesayîtên doçka)
motorsîkletek
Di vê operasyonê de 3 gerîlayên me bi lehingî li berxwedan û tevlê karwanên şehîdan bun. Her wiha emê di demekê kurt de detayên nasnameyên gerîlayên me ji çapemenî û raya giştî re raghînin.
Navê rêhevalên Şehîd weha ne:
- Avesta Harun Wan
- Diyar Şerava (Hesen Bodik) di 2010’an de tevlî nav refên gerîla bûye, di sala 1987’an de li Şerava ya Efrînê hatiye dinê.
- Siyabendê Zap (Ramazan Akar) di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîla bûye û di sala 1989’an de li Colemêrgê hatiye dinê.
Em wek Yekîneyên Berxwedana Mexmûr soz didin li hember hemû êrîş û talûkeyên li dijî Kurdistanê heta dawiyê li ber xwe bidin, di rêya hevalên xwe yên şehîd de em ê bimeşin û dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin.
12 Îlon 2014
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Mexmûr