HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Sala 2014'an bibe saleke ji êrîşên tinekirinê û komkujiyên nû yên li hemberî gelê Kurdistanê. Di serî de hatiye xwestin ku êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdisatnê li hemberî gelê me yê Êzidî yên li Şengalê bên kirin. Li dijî van êrîş û komkujiyên hat xwestin bên kirin, hêzên HPG-YJA STAR û YBŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan dane. Îro ev berxwedan pêl bi pêl mezin bûye û li derdora Şengal, gundên Dîgurê, Xanesor, Gabarê û Barê berfireh dibe. Hêzên me yên gerîla tevahiya mehekê bi ruhê fedaî yê Apoyî li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên berfireh lidar xistine. Li gorî vê yekê, em encamên şerê ji 7'ê Îlonê û pê ve qewimîne bi hemû detayan aşkera dikin.

Çalakî û pevçûnên rû dan: 42

Hejmara çeteyên di çalakî û şer de hatine kuştin û tespîtkirin: 202

Hejmare çeteyên birîndar bûne û hatine tespîtkirin: 46

Wesayîtên hatin rûxandin: 3 dozer, 4 doçka û wesayîtên wê, 1 hawan û wesayîta wê, 1 panzêr, 1 Hammer, 1 wesayît bi giştî 11 wesayît hatin rûxandin.

Wesayîtên hatin derbkirin: 8

Di çalakyên li dejî çeteyan de alavên leşkerî yê hatine rakirin:

- 3 Kalaşnîkof û 9 şarjorên ji fîşkên wê

- 3 şarjorên M16

- 3 telefonên destan

5 cenazeyên çeteyan, gelek wêne û belgeyên çeteyan hatine bidestxistin, Her wiha encamên bi dehan çalakî û pevçûnan nehatine zelalkirin.

Di têkoşîna mehekê de 5 gerîlayên me yên HPG'ê (Armanc Toprak, Ronî Avaşîn, Jiyanda Xelat, Dara Tolhildan, Agir Kato) û 3 şervanên YBŞ'ê (Aras Şengal, Azad Bacinî, Egîd Barê) tevlê karwanên şehîdên Azadiya Kurdisatanê bune.

7 Cotmeh 2014

Fermandariya HPG ya Şengalê