HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Hêzên me ji ber şert û mercên şer, cenazeyên şehîdên me yên ku her tim têkoşîna me xurt dikin û nirxên sereke yên partiya me ne, bi awayeke demkî defin kiribûn. Ji bo bi awayekî hêja û layiq ji nû ve bêne definkirin, xebat hatine destpêkirin.

em wekî Fermandariya Qada Dêrsimê Ji bo gerîlayên me yên ku bi lehengî gihiştine şehadetê û bê kefen hatine definkirin, xebata hatiye destpêkirin, gihiştiye asteke girîng.

Me ji bo dilsoziya bi bîranînên şehîdên me ku nirxên me yên pîroz in û ev yek weke rêgezek me ya Apocîtiyê ye, xebatên ji nû ve avakirina goristanên me yên ku ji aliyê dewletê ve li rastî êrîşê hatine, xebat daye destpêkirin. Gerîlayên me demek berê dema li cenazeyên du hevalên me yên ku şehîd bûne, digeriyan, li herêma Xiranê li rastî goristanek hatiye xirabkirin hatin. Ji ber kêmaniya agahiyan, hevalên me yên ku xebatê dimeşandin, gihiştin cenazeyên 5 hevalên me yên gerîlayên MKP’ê û çenazeyê wan hatine rakirin.

Em weke HPG’ê hemû hevalên me yên ku di şoreş û têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih digirin, ji bo me nirxdar in. Partiya me, weke şehîdên me şehadeta hevalên me yên MKP’yî jî di vê wateyê de dinirxîne û weke şehîdên şoreşê dibîne, tu carî ji şehîdên me cûda nake. Ji ber wê jî, herêma Xiran, xebata ku ji bo şehîdên me hatiye destpêkirin, ji bo hevalên me yên MKP’yî jî hatine destpêkirin.

Bila hemû malbat û hevalên me yên hêja û nirxdar bizanin ku tişta ku van çiyayan azad dike, rastiya têkoşîna hevalên me yên ku bi qehremanî şehîd dikevin û bê kefin têne definkirine. Em dê di ronahiya rêya hevalên xwe yên şehîd de yekîtiya û hevaltiya xwe ya şoreşa azadiyê xurttir bikin.

Di serî de em bang li gelê Dêrsimê û hemû gelên herêmê dikin ger agahiyên der barê goristanên gerîlayan de bizanin, ji yekîneyên me yên li herêmê re rabigihînin. Bi xeta Apocî roj bi roj ber azadiyê ve gav davêjin, ev xebata me ji bo şehîdên em gehandine roja îro destpêkiriye em dixwazin herkes tevlî vê xebatê bibe.

3 Cotmeh 2014

Fermandariya Qada Dêrsimê ya HPG