Ji gelê me û raya giştî re!
Ji bo li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji 3’ê Tebaxê, pêşiya komkujiyekê bigirin, gelê Şengalê biparêzin û çiyayê Şengalê veguherînin navendeke berxwedanê hêzên meve ev 5 meh in bi awayekî zêde şerê gerîla dimeşîne. Gerîla bi taktîkên şer di serî de li navenda bajarê Şengalê, li tevayî navendan ku dijmin girtine timî zextek çêkiriye û çeteyên DAIŞ anîne rewşekê ku nikarin tevbigerin û şerekî hilweşandiye meşandine. di rojên dawî de bi pêşdeçûna pêşmergeyan a ber bi xeta Zûmar ve li herêmê giştî tevgereke nû pêş ketiye.
Merheleya nû, azadkirina Şengalê û ji çeteyên faşîst paqijkirin e. Di vê çarçoveyê de her çiqasî koordîneyeke ku fermî bûbe tine ye jî, di operasyonên şoreşgerî yên ji Şengalê ji aliyê hêzên me yên gerîla û hêzên pêşmergeyan ve li qadên cuda cuda li hember DAIŞ’ê operasyon hatine kirin û di van opersyonan de çeteyên DAIŞ ên ti berxwedan nîşan nedane ketine nav belavbûn û vekişînê.
Li ser vî esasî ji duh ve hêzên me yên gerîla, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), bi awayekî koordîne li herêma Şengalê li dijî dijmin operasyonek pêk aniye. Ji herêma Rojava bi pêşveçûna Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û pişptgiriya wan re, ji şevê din ve hêzên me û YPG gihiştine hevdu korîdor vekirine. Hêzên me li herêmên weke Dahola û Xanesor li herêmên cur bi cur kontrol kirine destê xwe û ev herêm bi temamî ji destê çeteyan hatine derxistin. Di rewşa niha de navenda Şengalê ji aliyê hêzên me ve hatiye dorpêçkirin, ji bo Bakurê Şengalê bi temamî bê azadkirin operasyon didomin. Hêzên bi vê operasyona ku gihiştiye merheleyeke girîng ji bo Şengal bi temamî bigihêje azadiya xwe rola pêwîst wê bilîze û ji bo bi pêşmergeyan re di nav koordîneyê de be jî wê vekirî be.
Bi rêz tê raghandin..
20 Kanûn 2014
Fermandariya HPG ya Şengal