ji gelê me û raya giştî re!
Roja 26'ê Îlona 2014, çeteyên DAIŞ’ê ji Rebîa heta Şengalê dest bi êrîşên dijwar kirin. Armanca van êrîşan ew bû korîdora ji bo alîkariya mirovên sivîl hatibû vekirin, bibire û ji her derê ve bajarê Şengalê dorpêç bike. Armanca vê tevgara wan ya komkujiyê a di 3'ê Tebaxê de despêkirî temam bike.
Roja 26’ê Îlonê, ji saet 21.00 û şûnde çeteyan ji Rebîa heta Geliyê Şîlo, li gelek cihan êrîş pêk anîne. Gerîlayên me di heman keliyê de, bi awayekî xurt û bi bandor bersiva van êrîşan dane. Êrîşa yekem a çeteyên DAIŞ’ê li Geliyê Şîlo pêk hat. Li vê derê 2 wesayît hatin rûxandin. Li vê derê gelek çete hatine kuştin. Çeteyan xwestin ji vê deverê vekişin û gelek kuştî dane. Hejmara windahiyan nehatiye zelalkirin. Her wiha, nîvê şevê, ji Sînûn heta Dûgûrayê ji sê aliyan ve bi wesayitên zirxî, êrîşeke berfireh hat destpêkirin. Li vê derê di înîsiyatîfa hêzên me de şer demek dirêj berdewam kir. Çeteyên ji Sinûnê hatin, ku xwestin kuştî û birîndarên xwe bibin, bi teqwiyeya ku girtine careke din êrîş kirin. Li vê derê baskek ê êrîşê ketiye kemînê û gerîlayan bi awayeke xurt lê xistine. Heta roja 27’ê Îlonê saet 06.30, çeteyên DAIŞ’ê encex karîn kuştî û birîndarên xwe bibin û vekişin. Gerîlayên me li vir bi awayekîe xurt ji du aliyan ve lê xistin. Di encama lêxistina bi bandor a gerîlayên me de 18 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Li aliyê din jî kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmara wan ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Çeteyên ku reviyan jî gelek dûrbîn, roket û gule li pey xwe hiştin.
Dîsa, roja 27’ê îlonê, saet di 12.00 de çeteyan cdareke din li dijî Dûgûrayê êrîşek pêk anîn. Hêzên me li vir du baskên êrîşa çeteyan xistin kemînê û di encama pevçûnan de gelek çete hatin kuştin. Li hin cihan jî pevçûn hîna jî berdewam dikin.
Roja 27’ê Îlonê, çeteyan ji gelek aliyan ve êrîşê koorîdora ku bi armanca alîkariya mirovî ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatibû vekirin, kirin. Çeteyan, saet derdora 15.00 li dijî nûqteyek a di navbera Cezaa û Dûgûra ku ji aliyê gerîlayên me ve tê kontrolkirin, êrîşek berfireh pêk anî. Heta saetên êvarê pevçûnên dijwar li vê deverê qewimîn. Li vê derê, 30 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, wesayiteke zirxî hate rûxandin. Di encama teqwiyeya hêzên me de gerîlayên me dest bi mudaxeleyeke xurt kirin û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê paş de hatin vegerandin. Li vê derê 4 cenazeyên çeteyan ketine destê me. Di encama pevçûnên dijwar ên li devera bi navê Biradem a ku di koorîdorê de cih digire, de sê hevalên me bi awayeke lehengî şer kirine û şehîd bûne.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd yê di van pevçûnên de weha ne:
Nasnav: Jiyanda Xelat |
Jiyanda - Leyla Bîşkîn
Nasnav: Dara Tolhildan |
Dara Tolhildan - Bozan Şexo
Nasnav: Agir Kato |
Agir - Sadî Ozek
Roja 28’ê îlonê, xaniya ku 10 çeteyên DAIŞ’ê ketibûn hundirê wê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin û di encamê de 10 çete hatine kuştin.
Di encam pevçunên di sê rojan de li gorî ku bi awayekî zelal ji aliyê me ve hatiye tesbîtkirin, 58 kuştî û bi dehan birîndarên çeteyên DAIŞ’ê hene. Ji ber ku şerê li koorîdorê berdewam dike, heta ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyek ji aliyê me ve neyê dayin, divê gelê me vê koorîdorê bi kar neyne. Armanca van êrîşan ew bû ku komkujiya li ser gelê me yê Êzîdî pêk anîn temam bikin. Di berxwedana dijwar ku sê roj in berdewam dikin de, tenê hêzên HPG û YBŞ’ê cih girtine û berxwedaneke mezin meşandine. Ji gelek dost û kesên ne girêdayî tu hêz û partiyên siyasî, dixwazin tevlî berxwedanê bibin, lê ji ber kêmbûna çek û cebilxaneyê, daxwaza tevlîbûnê pêk nayê.
Aliyên ku bi armanca parastina Şengal û gelê Êzidî ji hêzên cûda çek wergirtin, guleyek jî neavêtine çeteyan. Bi hinceta, ez mal û milkê xwe diparêzim, ji qada şer dûr dikevin.
29 Îlon 2014
Fermandariya HPG Ya Şengalê