HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Li gundê Dugurê yê li bakurê Şengalê ev çar roj in pevçunên giran berdewam dikê. Hêzên me yên gerîla ku korîdora însanî ya di navbera Rojava û Şengalê de diparêzin, di nava 4 rojên dawî de gelek çeteyên DAIŞ'ê kuştine. Beriya niha de me bîlançoya sê rojan, aşkera kiribû.

Di 30'ê Îlonê roja çaremîn a şer de, ku pevçûnên herî giran di vê rojê de qewimîn 45 çete hatin kuştin. Di du çalakiyên sabotajê yên gerîlayên me de jî, gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li vir 4 cenazeyên çeteyan ketine destê gerîlayên me. Di bîlançoya çar rojên dawî de bi giştî 103 çete hatine kuştin.

Wekê ku tê zanîn li dijî Şengalê û gelê me yê Êzidî di 3'ê Tebaxê de hewldaneke berfireh a komkujiyê hat kirin. Bi hezaran mirovên me, bi saya vê korîdora însanî bi awayekî ku kêm caran hatiye dîtin, ji komkujiyê hatin rizgarkirin.

Em li bendê bûn ku hemû partiyên siyasî, kesayet û eşîrên li herêmê bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin nêzî vê berxwedana ku bi fedekariyeke mezin ev çar roj in dewam dike, bibin. Di vê dema gelekî krîtîk de, şert e ku hemû sazî û kesayetên xwe weke parêzvan û nûnerên civaka me ya Êzidî dibînin, bi cidiyet û berpirsyariyeke mezin nêzî vê berxwedanê bibin.

Ev çeteyên DAIŞ'ê yên ji mirovahiyê bêpar mane, ji bo komkujiya Şengalê ya nîvco maye temam bike, beşeke mezin a çeteyên xwe yên li Iraqê civandiye û dest bi êrîşê kirine. Di demeke bi vî rengî de bi taybetî hêzên li herêma Şengalê divê xwedî li vê berxwedanê derkevin û sekneke tevlîbûna li vê berxwedanê nîşan bidin. Bi wesîleya şerê çar rojên dawî, divê civaka me ya Êzidî û tevahiya gelê me careke din bizanibe ku HPG û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) wê di parastina gelê xwe de, erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Em ê sekneke hêjayî civaka xwe ya Êzidî ya rastî komkujiyê hatiye û rêhevalên xwe yên şehîd ketine nîşan bidin û heta azadiya Şengalê em ê berxwedana xwe mezin bikin.

30 Îlon 2014

Fermandariya HPG ya Şengalê