ji gelê me û raya giştî re!
Di roja 29’ê Îlonê 2014'an de li gundê Vahde, Xalid û Saad a di navbera bajaroka Daquq û Dûzxurmato de ye li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hat meşandin. Operasyon bi hevkariya gerîlayên me yên HPG\YJA STAR û pêşmergeyan hatiye kirin. Gerîlayan me gundê Vahde hedef girtin û pêşmergeyan jî gundê Xalid û Saad hedef girtine.
Di çarçoveya operasyonê de şer û pevçûnan di 30’ê Îlonê de saet di 04.30’an de destpê kiriye û heta derengiya rojê berdewam kiriye. Di encama operasyonê de gerîlayên me gelek derbeyên giran li çetyan dane û ketine gondê Vahdê û li vir ji 25’an zêdetir çete hatine kuştin û gelek wesayît û çekên wan hatine îmhakirin.
Me duh di daxwiyaniya xwede diyar kir bu di dema şer û pevçûnan de rêhevalê me Mervan Gezgor (Muslum Kaçîm) pêl mayîna ku çeteyan daniye kiriye û tevlî karwanê şehîdan bûye.
Di vê demê de êrîşên çeteyan li ser gelê me zêdebune, Em wek yekîneyên Berxwedana Kerkûkê Rêhevalê me Şehîd Merwan Gezgor (Muslum Kaçîm) girêdayîna wî ya bi rêber APO, û ew sekna bi biryar û fedayî ji xwe re mînak bigirin. Di şexsê Rêber APO û şehîd Mervan û Soza me dayî tevahî Şehîdên Kurdistanê bi bilindkirina têkoşînê dubare dikin.
1 Cotmeh 2014
Fermandariya HPG ya Berxwedaniya Kerkûkê