ji gelê me û raya giştî re!
Der barê komkujiyeke li gundê Um el-Bixarî û El Sebabya yên li navbera Şengal-Rebîa û li gundekî din ê ser bi eşîra Cihêşî de, di gelek ajans û saziyên medyayê de nûçeyên bê bingeh hatine weşandin û hewl hatiye dayîn berpirsyariya van komkujiyan bixin stuyê hêzên me yên HPG'ê. Weke hêzên HPG'ê em destnîşan dikin ku ti eleqeya me bi êrîşeke bi vî rengî re nîne. Em vê êrîşa li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin.
Êrîşa li hemberî gundên Ereb ên li herêma navbera Şengal-Rebîayê bi ti awayî eleqeya xwe bi hêzên me re nîne. Ev êrîşa li Um el-Bixarî, el Sebabya û gundekî din ê Ereb ê eşîra Cihêşî, ji her alî ve ji rêbaza çeteyên DAIŞ'ê ya qetilkirina sivîl, jin û zarokan cuda nîne. Bi vê êrîşê re hewl tê dayîn polîtîkaya pevçûna navbera komên etnîkî û olî yên li herêma Şengal û Mûsilê, were meşandin. Di navbera vê êrîşê û terora DAIŞ'ê ya li herêmê de ti cudahî nîne.
Di demeke bi vî rengî de ku li gelek deverên Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê em li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîneke mezin dimeşînin, yên dixwazin berpirsyariya êrîşeke bi vî rengî ya dûrî exlaqê bixin stuyê me, dixwazin ser têkoşîna me ya li hemberî DAIŞ'ê bigirin.
Ev êrîşa sivîl, jin û zarok hedef girt û hewl da gelên li herêmê berde hev, bi tundî Em şermezar dikin.
26 Çile 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ