ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê dewam dike. Li gor wê:
1. Di 3'ê Sibatê saet di 13:30 de li taxa Sûka Jêr hêzên gerîla li dijî çeteyan çalakiyeke sûîqestê lidar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
2. Di 3'ê Sibatê saet di navbera 15:00 û 16:00 de li taxên Berbiroj û Qasidiye hêzên me yên Gerîla, ji bo bîranîna rêhevalê me Şehîd Avareş, li dijî çeteyên di nava tevgerê de bun çalakiyeke bi bandor a serdegirtinê pêk anîn. Ev çalakiya ji cihekî nêz piştre veguherî pevçûnê û çeteyan windahiyên giran dan. Di encama vê çalakiyê de 7 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Cenazeyê 3 çeteyan li gel hejmarek ji cebilxaneyan ketin destê hêzên me.
Çek û cebilxaneyên ketin destê bi vî rengî ye:
- Çekek M-G3, 4 şarjor û 250 fîşekên wê
- 2 çekên kalaşnîkov, 22 şarjor û 500 fîşekên wê
- Debanceyek
- 5 êlekên êrîşê
- 1 rextê întixarî û 2.5 kg teqemeniya C4
Di van çalakiyan de Gerîlayek me bi sivikî birîndar bûye.
3. Di êvara 3'ê Sibatê saet di 19:00 de jî, hêzên me yên Gerîla yên li derdora Sîtî Zeynep bi komeke çeteyan hesiyan, bi çekên ferdî lê dan û di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
4. Di 4'ê Sibatê saet di 10:00 de li Taxa Minare, hêzên me yên Gerîla çalakiyên sûîqestê lidar xistin û di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
4 Sibat 2015
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ