HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê berdewam dike. Li ser vê çendê:

1. Di 31'ê Kanûnê saet di 16:00 de, komek ji çeteyan hewl dan êrîşî nuqteyên di bin kontrola hêzên me de bikin, piştî hêzên me yên berxwedanê bi vê hewldanê hesiyan, pevçunek dem kurt derket. Di encama van lêdanên hêzên me de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Çete bi giranî hewl didin êrîşî malên hêzên me lê ne bikin.

2. Di 31'ê Kanûnê saet di 22:00 ê şevê de, li taxên Sûka Jor, Sûka Jêr û Berberojê, di navbera çeteyên hewldan êrîşê bikin û hêzên me de şer. Di encama şerê bi şev destpê kir û heta sibeha 1'ê Çileyê saet di 10:00 de dewam kir, 9 çete hatin kuştin.

- Di van pevçûnên nîvê şevê dewam kirin de, hêzên me yên gerîla bi çalakiyên sûîkastê re 2 çete kuştine. Di heman saetê de çeteyekî hewl dida mayîneke bi destan çêkirî bicih bike, hatiye kuştin. Di encama van hemu pevçûnên dijwar de bi giştî 12 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Di van pevçûnên tevahî şeve berdewam kirine de gerîlayekî me şehîd buye, gerîlayekê me jî birîndar bûye. Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wê piştre were aşkerakirin.

1 Çile 2015

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ