HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de li navenda bajarê Şengalê di navbera hêzên berxwedanê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn didomin. Li gor wê:

1. Di 23’ê Kanûnê (duh), tevahiya rojê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnan rû da. Di encama van şer û pevçûnan de ku hat zelalkirin 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûne. Tevayî êrîşên çeteyan hatine paşdexistin. Çeteyekî DAIŞ dîl hatiye girtin, jinek û 2 zarok hatine rizgarkirin. Di van şer û pevçûnan de wesayîteke ku doçkayeke 23,5 li ser barkirî û depoyeke cebilxaneyan a çeteyan hatine îmhakirin. 3 kalaşnîkof, roketevêjeke B-7, 5 roketên B-7 û hinek gule ji aliyê hêzên me ve hatine desteserkirin. Di tevahiya şer û pevçûnan de 4 hevalên me yên gerîlayên HPG'’ê bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.

 

Navê Kod: Çekdar Cifane
Nav Paşnav: Serdar Sarsak
Cihê Dayîkbûnê: Şernex
Navê Dayîk û Bav: Nebahat – Mehmet Selim
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Kanûn 2014 Şengal
Erk: Şervan

Çekdar – Serdar Sarsak

 

Navê Kod: Nurhak Fırat
Nav Paşnav: Mustafa Kurt
Cihê Dayîkbûnê: Riha
Navê Dayîk û Bav: Enîse - Faîq
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Kanûn 2014 Şengal
Erk: Fermandare Tabur

Nurhak – Mustafa Kurt

 

Navê Kod: Xebat Azad
Nav Paşnav: Kazim Bahadir
Cihê Dayîkbûnê: Adana
Navê Dayîk û Bav: Îran – Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Kanûn 2014 Şengal
Erk: Şervan

Xebat – Kazim Bahadir

 

Navê Kod: Dijwar Êrîş
Nav Paşnav: Abdulwehap Kusci
Cihê Dayîkbûnê: Wan
Navê Dayîk û Bav: Cilnaz - Seyfedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Kanûn 2014 Şengal
Erk: Fermandarê Taximê

Dijwar Êrîş – Abdulwehab Kusci

Em hevalên xwe yên hêja yên di fermandariya mîlîtanê hêja heval Nûrhak de, ji bo parastina Şengalê şer kirin û di vê oxirê de canê xwe fedakirin bibîr tînin û em soza azadkirin û jiyandina Şengal û Kurdistanê didin.

2. Fermandariya pêşmergeyan a girêdayî PDK’ê ya li qada Şengalê, di operasyona rizgarkirina navenda Şengalê de hêzên xwe yên navendî vekişandiye. Di rewşa heyî de, bi hin yekîneyên pêşmergeyan ên bi dilxwazî dixwazin bimînin û şervanên gelê Kurd ê Êzidî yên welatparêz re ev pêngav didome.

3. Îro danê sibehê ji aliyê hêzên wan ve li Taxa Sûka Jor a Şengalê operasyonek hatiye destpêkirin, Di encama operasyona ku bi roj saet 10.00’an dewam kir, beşek ji taxê û avahiya dibistanê ji aliyê hêzên me ve hatiye rizgarkirin. Di şer û pevçûnan de ti windahiyên hêzên me çênebûne, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

24 Kanûn 2014

Fermandariya Şengal Ya HPG û Fermandariya Giştî ya YBŞ