ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedanê bi çalakiyan berdewam dike. Li gor wê:
1. Di 25’ê Sibatê de saet di 15.00’an de di navbera çeteyên li Taxa Jêr hatin tespîtkirin û hêzên berxwedanê de pevçûnek demkurt hatiye jiyîn. Di vê pevçûnê de windahiyên çeteyan nehat tespîtkirin û çeteyek birîndar bûye.
2. Di 25’ê sibatê de saet di navbera 20.00 û 21.00’an de li derdora Taxa Xeyir Nasir Gerîlayên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de hat tespîtkirin ku 3 çete birîndar bûne.
3. Di 25’ê Sibatê de saet di navbera 20.00 û 21.30’an de li derdora Taxa Sûka Jêr ji aliyê hêzên Gerîlayên me ve li dijî çeteyan çalakiyek sûîqestê pêk hatiye. Di vê çalakiyê çeteyek hatiye kuştin.
- Dîsa di 25’ê Sibatê de saet di navbera 19.30 û 21.00’ê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelek nuqteyên Şengalê bi çekên giran bombebaran pêk aniye û di van êrîşan de ti windahiya can çênebûye.
26 Sibat 2015
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê