HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê ya hêzên me yên berxwedêr didome. di çarçoveya pêngavê de hêzên me yên berxwedanê rêzeçalakî li dar xistin.

1. Di 15’ê Çileyê îro saet nêzî 01.30’î hêzên me yên gerîla û pêşmergeyên di berxwedanê de cih digirin, li derdora Taxa Xeyir Nasir li hember çeteyan çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal çeteyek hatiye kuştin û çeteyak birîndar bûye. Windahiyên çeteyan ên li vir zêdetir in.

2. Di 15’ê Çileyê saet di navbera 09.00 û 10.00’an de li hember çeteyên li Navenda Şengalê hêzên me yên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê li dar xistine. Li vir 2 çete hatine kuştin.

3. Di 15’ê Çileyê saet di navbera 09.00 û 10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li hember Çiyayê Şengalê û derdora wê êrîşa bi hewanan pêk anîne. Bi çekên giran bersiva van êrîşan hatiye dayîn. Di van şer û pevçûnên bi çekên giran ti windahî çênebûne.

15 Çile 2015

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ