HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Pêngava Azadkirina Şengalê bi hêzên me yên Berxwedanê Berdewam dike. Li gor wê:

1. Di 16’ê Çileyê îro saet nêzî 10.00’an, li derdora Taxa Berbiroj çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî xwestine li hember nuqteyên hêzên me lê, êrîşekê pêk bînin. Ev wesayîta ku zû hat ferqkirin hêzên me yên gerîla li wesayîtê dane, çete neçar mane wesayîtê zû biteqînın. Piştî yeqîna wesayîtê di navbera çeteyên ku êrîş kirin û hêzên me de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di van şer û pevçûnan de 8 çete hatine kuştin, cenazeyên wan li herêma şer mane. Di van şer û pevçûnan de gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne.

Di van şer û pevçûnên bi dijwarî berdewam kirine de gerîlayekî me Şehîd bûye û du gerîla me jî birîndar bûne.

2. Di 15’ê Çileyê duh ber bi saetên êvarî ve li hember çeteyên li navenda Şengalê di nav tevgerê de gerîlayên me du çalakiyên sûîqestê pêk anîne. Di encama van çalakiyan de 2 çete hatine kuştin.

16 Çile 2015

Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ