Ji gelê me û raya giştî re!
Pêngava azadkirina Şengalê berdewam dike. Li ser vê çendê;
1. Roja 28 Kanûn di demjimêrê şevê 21:00 de çeteyên ku li derdorê Sûka Jor li hember navendek ya hêzên me yên gêrîlla lêne xwestine bi veşartî têkvinê. Hêzên me yê Gêrîlla yên ku vê hewildana çeteyan ferq kirîn bi çekên B-7 û çekên ferdî bi awayek bi bandor lêxistine. Li vê derê bi temamî 3 çete hatine kuştin. jimara birîndaran ne hatiye zelal kirin.
2. Roja 27 Kanûn di pevçûnên li Sûka Jor ya Şengalê berfireh bûyîn de me nasnameya Gêrîllayek şehîd bûyî dayîbû. Di van pevçûnên hatî jiyankirin de seknek bi qehremanî pêşkêş kirî û di hemleya rizgarkirina Şengalê de bi ruhê fedaî yê Apocî tekoşîn bi rêvebirî rêheval Egîd kû cihê xwe girtî tevlî nava karwanên şehîdên azadiya Kurdistanê buye.
Agahiyên sicil yên Rêhevalê me yê Şehîd ketî wuhaye;
Navê Kod: Egît Suleymaniye |
Egît - Mihemed Fayîq
29 Kanûn 2014
Fermandariya Şengal ya HPG & Fermandariya Giştî a YBŞ