JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ RE!
Di êrişa hewayî ya rejîma Tirk a qirker-mêtinger de ku 10'ê Mijdarê li Geliyê Axvanosê kir, fermandarê me yê hêja Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) tevî hevalekî li gel xwe şehîd bû. Şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Dersimê hevalê Yilmaz û hevalê pê re, bû yek ji xelekên girîng ên dîroka me ya têkoşînê.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li herêma Zapê da destpêkirin, hîn jî dewam dike. 14'ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker di encama çalakiyê de hatin cezakirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zêdetir e.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
19'ê Tebaxa 2020'an artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî biribû ser mintiqeya Kanîmezinê ya herêma Metînayê. Di vê êrişa hewayî de hevrêyên me Sara, Azad, Şerzan, Rûmet û Erdal şehîd bûbûn.
- Ayrıntılar
Li eyaleta we, di dema operasyona berfireh de ku 2'ê Cotmehê di encama xiyanetekê de dest pê kir û heta 27'ê Cotmehê dewam kir, berxwedana ku hêzên we yên eyaletê nîşan dan, serketineke girîng e. Rûpeleke nû li dîroka têkoşînê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zêde bû ku bi lehengiyan dagirtî ye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Sibeha 14'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê ji qada Kinyanişê heta Dola Bîra dest bi operasyonê kir. Roja 14'ê Mijdarê saet di 02:30'î de qada Kinyanişê bi balafirên şer hate bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me 17’ê Îlona 2020’ê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Bîlal yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyeke bi bandor kirin. Hevrêyên me Berxwedan û Gaber ên bi şêwazê fedayî pêşengtî ji çalakiyê re kirin û derbên giran li dagirkeran da, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di 2'ê Cotmehê de li herêma Glîdaxê ya eyaleta Serhedê kesekî xiyanet kir û teslîmî dijmin bû. Li gorî agahiyê ku wî xayînî da dijmin, artêşa Tirk a dagirker li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir.
- Ayrıntılar