HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Dewleta Tirk a qirker ku li pêşberî rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têk çûye, ji bo vê têkçûna xwe binixumîne û telafî bike ji sala 2015'an ve dest bi êrişeke giran kiriye.

Sîstema qirker bi rêya van êrişan dixwaze hêviyên azadiyê yên gelê me tune bike, çokê li gelê me û tevgera me bide tewandin. Li hemberî van êrişên dijmin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berpirsyariya dîrokî dest bi berxwedaneke destanî kirin. Di vê pêvajoya berxwedana destanî de hevrêyên me Têkoşer, Dilbirîn û Rizgar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

1a tekoser ferhatsite 

Nasnav: Têkoşer Wan
Nav Paşnav: Ferhat Uzumcuoglû
Cihê Jidayîkbûnê: Wan
Dayik – Bav: Gulsum – Cemîl
Dem û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebaxa 2015’an / Heftanîn

TêkoşerFerhat Uzumcuoglû

1c dilbirin ercansite 

Nasnav: Dilbirîn Colemêrg
Nav Paşnav: Ercan Gulseven
Cihê Jidayîkbûnê: Colemêrg
Dayik – Bav: Songul – Ramazan
Dem û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebaxa 2015’an / Heftanîn

Dilbirîn – Ercan Gulseven

1e rizgar cuneytsite 

Nasnav: Rizgar Agir
Nav Paşnav: Cuneyt Baran
Cihê Jidayîkbûnê: Agirî
Dayik – Bav: Kiyafet – Mevlut
Dem û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebaxa 2015’an / Heftanîn

Rizgar – Cuneyt Baran

Hevrêyê me Têkoşer li Wan-Erdîşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna her ferdekî Kurd zext û qirkeriya dijmin a li ser gelê me dît û ev yek bû sedem ku li dijî dijmin bi hêrs bibe. Her wiha tecrîdkirina Rêberê me jî bû sedem ku hevrêyê me Têkoşer li dijî dijmin dest bi lêgerîna têkoşînê bike û li ser vê bingehê, bi baweriya ku têkoşîna herî rast û encamgir tevlîbûna li nava refên gerîla ye, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Têkoşer bi têgihiştina berpirsyariya dîrokî û kûrbûna hêrsa li dijî dijmin, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û zû xwe bi pêş xist. Bi sala perwerdeyên Rêbertî nêrîna wî ya li jiyanê guherî û ji bo pirsa 'divê jiyaneke çawa ya bi wate hebe' dest bi peydakirina bersivan kir. Bersiva vê pirsê jî di nava analîzên Rêber Apo de dît; bêteredût ber bi jiyaneke hîn rast û bi wate ve gav avêt. Hevrêyê me Têkoşer ji bo ji aliyê îdeolojîk ve hîn şareza bibe û doza azadiyê ya gelê me bigihîne serketinê, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li qada leşkerî şareza bibe. Li ser vê bingehê ji bo rêbaza şer ê gerîla bi rengekî hîn xurt û encamgir bi cih bîne kete nava kûrbûnê. Bi taybetî li dijî êrişên dijmin, asta berxwedanê bilind kir û gihîşt wê baweriyê ku divê di asta fedayî de tevlî bibe û di jiyana xwe ya gerîla de ev yek ji bo xwe kir pîvan. Li gel asta fikrî di kar de jî bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe re û bû yek ji fermandarê nemir ên Heftanînê.

Hevrêyê me Dilbirîn li Colemêrgê ku ji şoreşgeriya Botanê tê naskirin û di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dane, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku herêma lê dima bi gerîla re di nava hev de bû, ji nêz ve gerîla nas dikir û sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dilbirîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di mijara sîstema kapîtalîst û bandora vê sîstemê li ser kesayetiya mirovan kete nava pêvajoyeke girîng a kûrbûnê. Di encamê de jî xisara ku sîstema kapîtalîst daye kesayetiya wî bi rengekî rast analîz kir, di kesayetiya xwe de şoreş afirand û li gorî felsefeya Rêber Apo kete nava lêgerîna li jiyanê. Hevrêyê me Dilbirîn ji bo parastina pîvanên jiyana nû ku bi her awayî xwedî lê derdiket, ji bo pêşvebirina vê yekê her tim têkoşiya, lewma bi erka xwe ya pêşengiyê rabû. Li gelek qadên Eyaleta Heftanînê karên gerîlatiyê kir û bi sekna xwe ya bi dîsîplîn bû gerîlayekî mînak.

Hevrêyê me Rizgar li bajarê berxwedêr ê Serhedê li Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji kevneşopiyeke welatparêz dihat, xwedî hişmendiya Kurdîtiyê bû û xwe nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Ji ber van taybetmendiyên xwe li Stenbolê ku lê diçû zanîngehê, tevlî karên şoreşê bû û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya şoreşgerî li vir bi dest xist. Dema ku karên ciwanan dikir, li ser parêzname û analîzên Rêbertî kûr bû û kete bin bandora felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo. Ji ber vê yekê jî ji bo bibe milîtanekî vê jiyanê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Rizgar dema ku xwe gihand çiyayên azad, ya ku destpêkê bala wî kişand hevrêtiya PKK'ê bû ku hezkirina welat, çanda şoreşgerî û exlaq e. Tevî ku tevgera me berê nas dikir, piştî ku civateke hevrêya ya dilsoz dît, gelekî kelecanî û bi coş bû. Ji bo hêjayî vê hevrêtiyê bibe û hevrêtiyeke rast bi van hevrêyan re bike timî xwe nû kir û bû xwedî sekneke welê ku pîvanên partiyê ji xwe re kir rêber. Hevrêyê me Rizgar ji zarokatiya xwe heta ciwantiya xwe her kêliya jiyanê bi kedê hûnand, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû hîn bi rengekî têgihiştî nêzî mijara kedê bû û têkoşîna kedê kir yek ji hincetên bingehîn ên têkoşîna xwe. Li gel taybetmendiya xwe ya kedkar, bi parvekarî û xwezayîbûna xwe ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê.

Hevrêyên me Têkoşer, Dilbirîn û Rizgar li dijî her cûre êrişên dijmin ên li hemberî mirovahiyê, ji bo azadiya welatê me Kurdistan bedena xwe kirin çeper û di vê oxirê de gihîştin asta şehadetê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Têkoşer, Dilbirîn û Rizgar em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên leheng teqez bi serketinê tacîdar bikin.

19’ê Îlona 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê