Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpê kirin, roja 11’ê Tîrmehê saet 09:10’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bicih bûbûn, çalakiyek lidarxist.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di 30’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê bi alîkariya yekîneyên veşartî kemîn danîye. Hêzên me demekê ev yekîne şopandine û di 3’ê Tîrmehê de saet di 06.45’an de di çarçoveya Pêngava tolhildanê a Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di 5’ê Tîrmehê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hevkariya sîxurên li herêmê êrîşek kirine. Di vê êrîşê de endamê Konseya Serokatiya KCK’ê rêheval Helmet û hevrêyên me Şahîn û Dewran şehîd bûne.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî re
Di daxuyaniya 1'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 9'ê Gulanê li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîs ên Dersimê artêşa TC a dagirker bi balafirên bê mirov ên keşfê û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra dest bi operasyonê kiriye û 10 Gulanê di şer de 5 hevalên me şehîd bûne. Hevalên me yên bi fermandariya hevrêyê me Dogan Serhat li dijî yekîneyên dijmin bi rengekî fedayî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî derbên giran li dijmin dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 7’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek kirin. Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyê wiha ne;
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di daxuyaniya xwe ya 30'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 24'ê Hezîranê li herêma navbera gundên Tuyê û Pola yên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şer derketiye û di encama şer de 4 hevalên me şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Di bin fermandariya we de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 5’ê Tîrmehê saet di 10.30’an de li dijî konvoya leşkerî ya dagirker a ku ji alaya Êrîşê ya Çelêya Colemêrgê diçû Girê Xeregolê çalakiyeke serkeftî û encamgir hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar