Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê avrêlê de li hember qada Demîrkapî ku girêdayî Agiriyê ye, artêşa dagiker a tirk operasyonek daye destpêkirin. Heman şevê operasyona li dar ketî de bêyî ku encamek bê girtin, operasyon bi paş ve vekişiyaye. Dîsa danê êvarî li heman qadê li derdora gundên Tûrkmenkoy, Kule û Demîrkapayê hatiye tespîtkirin ku dijmin kemînan avêtiye.
6 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 3’yê avrêlê de bi roj saet di navbera 15:00 – 17:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundên Reşmê, Zerê, Ertîş, Horê, Kehrê û Girê Karker ku girêdayî Zapê ne, êrişeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
2. Di 31’ê adarê vir ve ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Apê Mûsa û Koyê Spî ku girêdayî Eyaleta Amedê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di 3’yê avrêlê de li hember hêzên dijmin kemîn avêtine û di çalakiya kemînavêtinê de leşkerek hatiye kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dijmin ji bejahiya gundê Hedîkê xwe bi paş ve vekişandine û mirî û birîndarên xwe bi firokeyan rakirine navenda Amedê. Operasyona navborî hê jî didome.
4 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Em di 60’emîn salvegera Roja Vejînê ya Rêber Apo de, ku her kêliya jiyana me watedar kiriye û bi hebûna xwe bûye çavkana moralî, bi rêzdarî silav dikin û em soz didin ku di ronahiya keda pîroz ku bo me daye, em ê têkoşînê bilind bikin û bibin xwedî kedeke herî mezin.
4’ê Avrêlê ne tenê rojbûyîna Rêber Apo ye, rojbûyîna hemû gelê kurd e. 4’ê Avrêlê li hember zordestî û koletiyê, roja vejîna rastiyê û azadiyê ye. Û em careke din coşa pîrozkirina vê rojê jiyan dikin.
Di pêvajoya ku em tê de ne, pîrozkirina 4’ê Avrêlê ji me re coşeke cuda ye. Digel plan û lîstikên hêzên emperyalîst û hêzên noker ên li hember tevgera me, gelê me di Newroz û hilbijartinan de vîna xwe diyar kir û wekî diyariyeke herî bi wate ji Rêber Apo re şandin. Wê hêzên fedayî yên Rêber Apo û gelê kurd, ji bona ku baştir layîqî van diyariyan bibin, ji her demê bêtir di wê biryarîbûnê de ne ku peywirên xwe bînin cî û asta têkoşînê bilind bikin. Pêvajoya ku em tê de asta ku em gihîştinê, tu hêz nîn e ku vîna azad û biryarîbûna gelê me derbas bike. Divê baş bê zanîn ku, ev hêz wisa bixwe bi pêş neketiye. Ev hêz di serî de bi ked û hewldanên Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, bingeheke rêxistî ku qet neheje afirandiye.
Em wekî gerîlayên HPG’ê, roja 4’ê Avrêlê wekî roja vejîna xwe dibînin. Li hember serokatiya me û tevgera azadiya hemû êrîşên ku bi pêş dikevin, em didin zanîn ku bi 4’ê Avrêlê bi nasnameya xwe, vê yekê bikin wesîleya vejîna azad û em ê bi rûmeta xwe liberxwe bidin. Em hemû hesret û coşa gelê xwe, ya dayîk û jinan û ya zarokan dimeşên wan de, di jiyana wan de ji warên azadiyê parve dikin. Didin diyarkirin ku yekem hinceta jiyana me ji bona azadiya serokatiyê jiyankirin û ji bona azadiya serokatiyê têkoşînkirin e.
Di vê bingehê de em 61’emîn roja vejîna Rêber Apo, ji bona ku veguhezînin roja azadiyê, em ê di asta herî jor de bibin xwedî kedê. Ev ji bona me deynekî şerefî ye. Careke din bi vê wesîleyê roja vejîna serokatiya xwe û ya gelê xwe pîroz dikin.
Bijî Rastiya Vejînê ya 4’ê Avrêlê!
Bijî Rêber APO!
3 Avrêl 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
Di 2'yê avrêlê de saet di navbera 19:00 – 21:00'an de eydî artêşa dagirker a tirk du firokeyên kobra êrîş birine ser qadên Ava Hecîbeg, Tengava Katûnê û Girê Ronahî ku girêdayî bajarê Diyanayê ne.
3 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Di 1’ê avrêlê de saet di navbera 12:00 – 15:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên derdora Sêgoşeya Helenka û Hecîbeg û gundên Sîlwan, Xerez û Keklîkê ku girêdayî herêma Xakurkê ku bi ser Qadên Parastina Medyayê ne, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
2 Avrêl 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Yên ku pêşeroja azadiya gelan diyar dikin, rêber û lehengên wî gelî ne. Gelê ku lehengên destanên wisa derdixînin nîn bin, wê ew gel ji qada dîrokê winda bibe. Ji ber ku gel, bi lehengên xwe ji nû ve vedijin û xwe digihînin rizgariyê.
Di nava vî salî de bi şehîdên hatin dayîn, PKK di dilê gelê me de veguheziya partiya şehîdan. Tevgera partîbûyînê ku bi Heqî Qareran destpêkir, bi Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş, Berxwedana Çaran û bi Kemal Pîran hovîtiya zîndanê parçe kir û veguheziya rastiyê û bi Mahsûm Korkmaz, Bêrîtan, Zîlan û hê bi hezaran rêhevalên me yên leheng xwe gihande asta azadiyê. Ev hemû nirxên ku şehîdan afirandiye, bîrdoziya PKK’ê bihêztir kiriye. Bi hêlekî ev mîrateya şehîdan, bîrdoziya PKK’ê ye. Di vê wateyê de mîrateya şehîdan, bûye xeta bîrdoziya me.
PKK partiya şehîdan e. Şehîdên me ji bona me di her şert û mercî de meşale û rênîşander in. Bibîranîna şehîdan, vegotina şehîdan û bi gel re yekbûn, peywireke sereke ya têkoşîna me ye.
Ji ber vê yekê li hember van polîtîkayên tunekirin û jiholêrakirinê yên li hember gelê me û li hember serokatiya me, em her neferek lehengên vê karwana şehîdan bi bibîranînê wekî peywir dizanin.
Rêheval Azad (Mehmet Şahîn) jî bi layîqiya rihê tolhildana gelê kurd, xwe danî holê û di nava nemiran de ciyê xwe girt. Di şexsê rêheval Azad de em soz didin ku, em ê layîqî mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye bin. Ev peywira sereke ya hemû milîtanên HPG’ê ye. Di vê bingehê de di serî de li malbata Şahîn û ji hemû gelê Botanê re sersaxî dixwazin. Careke din soza ku em ê bi rihê Pêngava 1’ê Hezîranê hetanî ku em têkoşîna xwe serfiraz bikin didin.
Sal û ciyê şehadetê: 1997 / Kelareş
2 Avrêl 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di sê mehên destpêkê yên sala 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê gelek êrîş û operasyon hatine lidarxistin. Ji van operasyonan hinek ji wan ji hêla me ve hatine zelalkirin, bes hinek ji wan ji ber zirûfên zivistanê piştî ku hatin zelalkirin em ê bi gelê xwe re parve bikin.
Bîlançoya şer a mehên Çile, Sibat û Adarê:
Êrîşên Hewayî | 5 (2 Zagros, 2 Xakurkê, 1 Zap) |
Êrîşên bi Hawan û Obûsan | 19 (5 Xakurkê, 8 Zap, 4 Zagros, 2 Heftanîn) |
Destdan(temas) | 1 |
Hevalên me yên ku şehîd ketine | 9 |
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar