Navnîşana hemû nivîsên veşartî yên me di rojnameyan de û di bîranînan de nivîsandine, em rê dikin navnîşana vekirî.
Dibe ku nameya me negihîje destê we, dibe ku negihînin jî; lê ez dizanim ku wê nameyên me, mîna têbîniyên ku di şûşeyên devê xwe kîvarkî de diavêjin behrê, her tim hebin. Û ez bawer im ku hûn ê her roj yek bi yek bixwînin.
Rêberê min, ez zêde hewce nabînim ku xwe bi we bidim naskirin. Ji ber ku ez dizanim hûn jixwe min—me nas dikin. Belê, wek hûn jî dizanin, ez jî yek ji wan keçên we me ku di Hîlala Zêrîn de çek rakiriye. Ew lanetiyên ku ji ber we me hişyar kirin û çav dan me, xwestin me lanet bikin; ez yek ji wan keçên herî dijwar ên ‘APO’ me ku dibim kabûsa wan. Û li ser van axên pîroz hevrikê me yê herî mezin hê jî çeka me ye. Em bi çeka xwe li ser xaknîgariya ku me xezîneya xwe lê winda kiriye digerin. Car caran wek şewqa tirban li asîmanan dixe. Lê tarîtî ewqas bi zilm û mezin e ku wisa xuya ye tenê dema xezîne tev hate dîtin û me te hembêz kir, derdor wê ronî bibe. Em jî bi çar destan, ji çar hêlan ve axê dikolin, geh diçînin geh jî datînin. Karê me gelek e… rêya me dirêj e û…
Tevî van jî, armanc helbet ne ragihandina tiştên ku me kirine ye. Jixwe hûn van tev dizanin. Ji ber ku em carinan awirên we yên tûj û dijwar, carinan jî rûyê we yê şîrîn û tije hezkirin di asîmanan de dibînin. Û tişta ku me diparêze jî tenê û tenê ev nêrîn, ango ev awir in. Hewldan û israra we ya di azadiyê de ye. Di navbera me de reşahî-av, çol û çiya hebin jî, em dil û mejiyê heman canî ne.
Ji ber ku ez jî parçeyek ji wê me, min şevîdî we di xewna xwe de dît. Tişta herî zêde û esas ku ez dixwazim bi we re parve bikim jî ev xewn û xeyal e. Xwezî ez gihiştibama sirreke jiyanê ku we nizanîbûya û min ji we re gotibûya. Di derbarê we de (ji ber ku hûn yek ji fîlozofên mezin in) tişta tenê ya ku ez dizanim ew e ku ez tiştekî nizanim. Wexta ku hûn dilnizmiyekê nîşan didin, tişta ji me re dimîne jî xwe gihandina tiştên ku hûn dizanin û pêkanîna wan e. Ji lew re ez ê di vê nameyê de xewna xwe tenê wekî xeyalek û elameteke bi we re parve bikim.
Min di xewna xwe de kulîlkek dît, Rêberê min. Kulîlka zer a çiyayî bû. Tu bêjî nazik û nazenîn, nazik bû; tu bêjî sade û xwerû, dîsa ewqas sade bû… Ev yek ji wan kulîlkên di nava betonên qat bi qat de hatibû mezin kirin bû. Paşê bi destên nazik û nazenîn dihate pîroz kirin û kulîlk ber bi asîmanan ve dihate rêkirin. Ewrên hêviyê yên di asîmanan de kom dikir û di Hîlala Zêrîn de bi cih dibû. Li vir jî careke din reh dida, mezin dibû û mizgîniyên nû dida. Min hê tam nedizanî kulîlk çi mizgîniyê dide, ez bi rûyekî bi ken şiyar bûm. Her çiqas ji bo ku ez berdewamiya xewna xwe bibînim raketibûm jî, lê xew neket çavê min. Dayikên ku xewnan şîrove dikin gotin xêr e. Me gotina ‘hêvî ji serkeftinê hîn bi buhatir e’ wekî elameteke qebûl kir û fêm kir. Ev kulîlk mizgîniyeke hêviyê bû, şînkirina baweriyê bû. Heta niha ti kesî nekarî ji hev derxe ka ev jiyan xeyalek û xewnek e, yan jî rast e. Xewn rast derketibû û elameteke hêviyê hatibû çiyayên me û di asîmanan de biriqîbû.
Bi rastî jî ‘kulîlka zer a çiyê’ bi wê kulîlka zer hişt ku şoreşa me hîn rengîntir bibe, tijîtir bibe û xwe veguherîne teoriya ‘Şoreşa Gulê’. Niha em tev şoreşgerên gulê ne û me sond xwariye ku hemû lanetiyan bi bedewbûna gulê tune bikin.
Wisa ye, Rêberê min… Em li vir kêliyekê jî ji te qut jiyan nakin. Em dixwazin bigihîjin heqîqeta maneyê. Em bi lez dixwazin xwe bigihînin azadiyê. Em vê baş dizanin ku em jin, bi qasî ku xwedî li azadiyê derkevin, tenê wê demê em ê bikarin heman demê bi we re parve bikin. Em êşa fizîkî ya dûrbûna ji we tenê bi hîn zêdetir karkirinê, bi şerkirinê û bi ber bi azadiyê ve çûyînê dikarin sivik bikin. Xebatkirin, xebatkirin şîara me ya tenê ye û şêwazê jiyana me ye. Em di rêya bi mane xebatkirin û bi mane jiyînê de ber bi pêş ve dimeşin.
Bi hêviya hevdîtina bi we re di rojên azad de, em ê di wexteke nêz de, ku nehatiye taloq kirin, bi we re bin. Ez bêriyê li hêviyê bar dikim.
