HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Her şehîd bêhnek ji jiyana azad e ku bi rêgezên afirîner hebûna xwe li quntaran berdewam dike.

Bi hezaran keç û xortên leheng ji bo jiyaneke azad û hebûneke bi çand û nasnameya fermî dest bi rêwîtiyeke bêhempa û jêneveger kirin. Her çiqas dîrok, sal û demsal biguherin û paşeroj wek bîranîn li pey me bimîne jî, hest û ramanên veşartî di dergûşa pêşerojê de di jiyana îroyîn de dibin rêberên domdar.

 

Berçem Herekol Şîrvan, bi navê xwe yê civakî Nefîse Ongulu, li Botana rengîn, li bajarê Sêrtê, di malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Ji ber welatparêziya malbata xwe pergala heyî û têkoşîna li dijî wê zû nas dike. Ew dizane ku wek jin li vê erdnîgariyê ji dayik bûn û domandina jiyanê têkoşîn dixwaze. Her ku roj derbas dibin ew mezin dibe û rastiyên jiyanê ji bo wê zelaltir dibin.

 

Ew Li Xwe Û Rastiya Xwe Digere

 

Berçem Herekol Şîrvan di sala 2015'an de tevlî tevgera Apoyî dibe. Piştî tevlîbûnê di lênûska xwe de dinivîse: “Ez li xwe û rastiya xwe digeriyam. Paşê min dît ku ez tenê li çiyayan dikarim bigihêjim rastiya xwe. Ji ber vê min di sala 2015'an de berê xwe da refên azadiyê û ketim lêgerîna xwenasiyê. Roj bi roj min xwe zêdetir nas kir, rastiya zayenda xwe û civaka xwe fêm kir. Ji îro pê ve jî ez ê li xwe û rastiya xwe bigerim; ji ber ku jiyan domdar e û her kêlî ji bo guhertinê vekirî ye.”

 

Ew bi tevlîbûneke mezin xwe kêlî bi kêlî ji nû ve diafirîne. Her ku xwe, rêxistina Apoyî û ramanên Rêber Apo nas dike, dibîne ku ew jî diguhere û kesayeteke nû tê de diafire. Bi van guhertinan dibe jineke şerker, mîlîtaneke nekeftî û ji rêhevalên xwe re rêhevala serkeftinê. Jiyana gerîla jiyaneke pîroz û bi têkoşînê dagirtî ye. Li çiyayên Kurdistanê hemû demsal her sal bi hêvî û rastiyên nû xwe nû dikin. Her nûbûn bandorê li wê jî dike û dihêle ku ew bibe Berçema herikbar.

 

Ez Ê Bibim Rêhevala Zîlan Û Şaneya Tolê

 

Berçem Herekol Şîrvan di jiyana xwe ya li çiyayên Kurdistanê de xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve dike dîwarek ku tu carî hilnaweşe. Piştî ezmûnên mezin, di sala 2020'an de berê xwe dide qada Serhedê. Li wir sekneke Apoger ava dike ku her tim bi fedaiyane têbikoşe û bibe parêzvana jiyanê. Di rojnivîsa xwe de dinivîse: “Ez îro li Serhedê me. Berpirsiyarî û sondên min hene. Çi dibe bila bibe, divê ez sond û xeyalên xwe pêk bînim. Mirov bi lêgerînê tevlî dibe, lê piştî tevlîbûnê lêgerîn ji nû ve dest pê dike; ew lêgerîna bersivdana pêvajoyê ye. Xeyala min ew e ku bibim Zîlaneke vê demê û dîwarên Îmraliyê hilweşînim; bi çalakiya tolê dil û mêjiyê dijmin perçe bikim. Ez dikarim bi gotin û pratîka xwe hebûna xwe misoger bikim. Ji ber vê, çi asteng li pêşiya min derkeve jî, bi têkoşîna xwe ez ê bibim rêhevala Zîlan û bi pratîka xwe şaneya tolê.”

 

Ew Bi Pratîka Xwe Dibe Rênîşander

 

Gerîlaya Apoyî Berçem bi kedeke mezin di refên tevgerê de têdikoşe. Tevî hemû zehmetiyan, xwe di israra jiyana azad de bi biryar dike û ji bo wê dixebite. Li ser xeta Zîlan û Bêrîtanan dibe parêzvaneke serkeftî. Heta şehadeta xwe bi hemû hebûna xwe dibe fedaiya xeta Apoyî.

Berçem Herekol Şîrvan di 25'ê Tîrmeha 2022'an de li qada Serhedê, li herêma Tendûrekê digihêje şehadetê û dibe lehengeke ku her tim xwe bi serkeftinan afirandiye.