HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di damarê laşê mirovan de ger ku bi hestên azadiyê lêbide, ne mumkîne ku mirov nikarêbe riya rast hilnebijêre.

Di nava her lêgerîn û xwestekê de nakokî û pirsên ez kîme û çima heme tê lêpirsîn kirin. Di jiyana ku di nava sîstema zilimkar û înkarker dijî de hewldide xwe bibîne lê nikare bibe xwedî yê xwe.

 

Her zindiyek ji tovê xwe şîn dibe û her mirovek jî di nava çanda xwe de mezin dibe. Ger ku mirov bi kûrahî lêhûrbûn bike, wê riya wî jî her ber bi ronahîyê û riyên rast de biherike. Ti kes nikarê pêşiya hêvî û xwesteka azadiyê bigre. Her çiqas zextên derdor jî hebin wê zincîrên koletiyê bên şikandin û ber bi lêgerîn û xwesteka xwe ve birê bikeve. Ciwaneke ji bajarê Edenê yê bi navê Yilmaz Ozlû, dikeve pey lêgerînên xwe yên azadiyê û dibe şoreşgerekî bi doza xwe re heta kêliya jiyana xwe a dawiyê girêdayî.

 

Gever Hekarî bi navê xwe yê rast Yilmaz Ozlû, ji eşîra Mamxurî ye. Ew di nava malbeteke welatparêz de li bajarê Edene mezin dibe. Di nava malbetê de jî gelek ewladên şîrhelal ku berê xwe dane nava refên azadiyê û gelek ji wan jî şehîd bûne hene. Di camêrtiya xwe de Yilmaz çalak û bi tevgere, di nava xebatên ciwanan de cihê xwe digre û gelek pêşengtî ji wan xortên ku berê xwe didin refên berxwedanê dike. Ji erka xwe re bi disiplîn û xwedî kesayeteke bi hêze, Ji ber wê jî di çavê her kesî de Yilmaz xortekî merd û cidî ye. Di nava xebatan de dema bi çalak tevdigere liser hawirdora xwe bandoreke mezin avadike û bi terzê xwe gelek ciwanan tevlî xebatan dike. Yilmaz, pirtûkên Rêber APO pir dixwîne, ji ber wê di her gava xwe de bi zanebûn û bi disiplîn tevdigere. Bi Xwendina wan pirtûkan re Yilmaz zêdetir zana û afîrîner dibe.

 

Dema ku zanabûna mirovan pêş dikeve êdî ti sînor li pêşiya mirovan namîne, herikbar dibe û biryarên xwe bi wêrekî dide. ji bo doza azadî û serhildana gel lêgerînên wî pêş dikeve. Bi xwendinên ramanê Apoyî baş dihizire û wisa biryara xwe ya çûyîna welat dide. Ew dizanê ku girtina biryareke bi vî awayî hêsan nîne, lê ji ber ku di zanebûna wê de ye, pir bi angaşt û bi xwestek derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Destpêkê derbasî çiyayên Kato dibe, li wir perwerdeya bingehîn a gerîlabûnê dibîne û soza xwe ya milîtantiyê dide.

 

Dema ku Gever perwerda xwe diqedîne şoreşa Rojava dest pêdike, bi dildariyeke mezin berê xwe dide wan çeperan û li hember wan çeteyan bi dil û can şer dike. Bi her awayî di nava pêngavên şoreşgerî de cîh digre û çalakiyên bi bandor de cîh digre.  Di şerê parastina şoreşê yê li hemberî çeteyên DEAŞ’ ê de gav bi gav dibe xwedî ezmûnên girîng û ew bi xwe jî derbên giran li çeteyan dide. Di nava van pêngavan de Gever gelek caran birîndar dibe lê tu carî ji sengerên berxwedanê dûr nakeve û bi hevalên xwe re heta ku Rojava rizgar dikin jî li berxwe didin. Piştî tecrûbeyên girîng ku li qada Rojava qezenc dike vê carê ji ber xwestek û bêrîkirinên xwe berê wî dîsa dikeve çiyayên Kurdistanê.

 

Dema ku Gever derbasî qadên çiya dibe ji ber pêwîstiyên xwe destpêkê derbasî perwerdeya di akademiya şehîd Îbrahîm dibe. Di vê perwerdê de di warê rêxistinî, bîrdozî û rêhevaltiya rast a APOYÎ de xwe pêş dixe. Ji bo bikarîbe bibe rêhevaleke rast û pêşengtî ji doza azadiyê re bike di nava hevalên xwe de her nîqaş û lêpirsînan dike. Di nava perwerdê de ezmûnên xwe yên ku ji şerê li Rojavayê Kurdîstanê girtiye bi rengekî afirîner bi terzê gerîlatiya serdemê re dike yek. Bi vî awayî ew di aklê taktîkî yê gerîla de zêdetir bipêş dikeve û ji her şert û mercê re xwe amede dike. Gever bi nêrîn û azweriya xwe di nava perwerdê de dibe xwedî kesayeteke mînak. Ew tiştên ku dizane parve dike, nîqaş dike û li ser tarz û taxtîkên nûjen pirsên xwe pêş dixe. Gever li ser van lêhûrbûnan piştî perwerdê ew bi xwestekek mezin ve dixwaze derbasî qada cengê bibe. Wê demê di qada Heftenîne de şer û pevçûn dijwarin. Gever li ser xwesteka xwe ya ku di qadên şer de cîh bigre, derbasî qada Heftenîn’ ê dibe.

 

Li herêma Bektorya li girê Qertal dijmin bi her awayî êrîşên xwe dijwar dike, ligel bikaranîna her cûre teknîk û çekan bi dijwarî bombebaranan dike. Lê Gerîla Gever bi rêhevalên xwe Şoreş Serkeft, Zeyneb Amanos û Hozan Farqîn re gelek derb li eskerên Tirk dixin û di nava hemû bomberanan de xwe diparêzin. Ji bo derb li dijmin bixin taktîkên nûjen pêşdixin. Li hember her cûre çekan berxwedaniyeke bê hempa raber dikin. Ji bo ku nehêlin dijmin bi rehetî li ser wan çiyayan jiyan bikin, her carê bi çalakiyên cuda derb li ser derban li dijmin dixin. Di nava cenga Heftenînê de bi her sê hevalên xwe re bi rihekî fedayî li berxwedidin. Heta yek hênaseyek azad hebe ew bi dilekî ji pola têkoşîn dikin. Bi silogana ''ev der heftenîne'' li ser çiyayên Heftenînê deng vedidin.

 

Gerîlayên azadiyê ji bo parastina van çiyayên bi haybet canê xwe dikin mertal. Di nava heqîqeta jiyanê de xwe avadikin, bi rastiya dijminê ku tu ehlaqa şer nasnake re di nava têkoşîn û pevçûnan de ne. Ji ber ku şerê tê meşandin ji bo îmha û tunekirinê ye ev şer encax  bi têkoşîneke mezin û bi rihekî fedaîyane dikare were qezenc kirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hember vî dijminî sonda yan jiyaneke azad yan jî mirineke bi şeref dane. Sonda van şoreşgeran jî dibe ew sond. Li ser vê bîngehê di cenga Heftenîne de gelek egîd û zîlanên serdemê derketin û dengê berxwedanê gihandin her derê.

 

Bi hezeran keç û xortên hêja di oxira vê dozê de canê xwe feda kirin. Wê vê carê Gerîla Gever tola wan qehremanan di nava vê cengê de rabike, bi her awayî ji bo ku ji pêvajoyê re bibe bersiv û tecrîda girankirî li ser Rêber APO rabike, barê wî vê carê girane. Erk û berpirsyartiya ku ji Gever tê xwestin hîn mezine. Ew di ferqa vê de ye. Ji ber wê Gever bi dilekî rehet di nava vê cengê de şer dike û bedel dide.

 

Li çar aliyên Heftenîne êrîş û talankirin heye. Dengê jin û xortên egîd di nava çiyayên azad de olan dide. Ji bo ku layîqê keda bi hezaran şehîdên azadiyê derbikevin şerê rizgariyê dimeşînin. Di nava van pevçûnên giran de gerîla Gever bi sê pakrewanên nemir: Zeyneb Amanos, Hozan Farqîn û şoreş Serkeft re, di dîroka 11’ ê Hezîrana 2020’ an de li qada Bektorya digihêjin şehadetê. Her çar milîtan bi dilwêrekî şer kirin û heta hênaseya xwe ya dawiyê jî bi yek rihî û bi yek dengî di cenga Heftenînê de bûn dengê berxwedanê, bûn rengê ala serkeftinê û mohra xwe li dirokê dan.

 

Her şehîdek dibe şahîdiya dirokê, her milîtanek dibe şopdarek, her zindiyek dibe riheke nemir ku li cihekî din û bi rengek din ji nûve zîl bide û jiyan bike. Şehîdên doza Azadiyê bi jiyan û tekoşîna xwe bûne bingeha jiyana azad.