HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çawa roj, meh û sal demsala li pey xwe tîne, çawa baran dibare û ji zindiyên ser rûyê erdê re dibe çavkaniya jiyanê.

Çawa beybûnekî biharê mîzgîniya jiyanek nû dide, Li lûtkeyên Kurdistanê de jî ciwanên kurd, di dilê çiyayên azad de ezmanên reş û tarî bi geşbûna dilê xwe û paqijiya ciwantiya xwe ronî dikin.

 

Kurdistan cîhê lehengaye, Kurdistan cîhê xweda û xwedawenda ye, li ser vê axê bizrên hebûnê bi wêrektiya lehengan hatiye çandin. Ciwanên welatparêz yên vê axê ti carî ne ketin rêya şaş ya îxanetê. Her ku çûye wana geşbûna şewqa dilê xwe dane welatê agir û rojê, ewna li asîmanan bûne stêrkên heviyê ji bo gelê Kurd. Ew bûne nîşaneya azadiyê ji her hêlên Kurdistanê re. Bûne şopdarên şîvereyên azad, ew bûne rêwîyên serkeftina welat. Ew bûne şopdarê fermandarên wek Simko û Rojdayan. Ew bûne hewrêyê dol û newalan, ew bûne hewrêyên lat û zinaran. Ew bûne destanên erd û ezman. Carna jî bi rihê Kurdewariyê bûne agir û wek baranekî li ser dijmin de barîne. Navê xwe kirin Hewrê, ji çiyan re bûn rêhevalê heqîqet û baweriyê.

 

Hewrê çiya ango Muslih Qazîzade li Ciwanroyê di nava malbatekî bi çanda xwe ya kurdînî ve girêdayî ji dayîk dibe. Ew rûxmê ku hîn zaroke pergala komara dijî mirovî ya îranê a ku li dijî azadiya pir rengiya gelan û bi taybetî azadiya gelê kurde dibîne. Pergala ku ji bo her serîrakirin, mafxwazî û taybet azadiya jinan, bi girtin, kuştin û sêdareyan bersiv dide. Di tevahiya dîroka xwe ya deshilatdariyê de pêşî li azadiya kurdan girtiye. Hewrê van kiryaran tucaran napejirîne. Ew ji ber wan zextên komara îranê weke gelek ciwanên kurd  bi naçarî ji Kurdistanê qut dibe û berê xwe dide welatê Almanyayê.

 

Hewrê her çiqas fîzîkî ji Kurdistanê dûr ketibe jî, dilê wî her ji bo Kurdistanê lê dide. Ew ji xerîbiyê zêdetir êş û hesreta welat hîsdike. Di dil û mêjiyê wî de timî vegera li welat heye. Ew dixwaze bi çand û zimanê xwe ve di welatekî azad de jiyan bike. Heskirin û lêgerîna wî ya azadiyê, wî ber bi tevgera azadiyê ve dibe. Şerê ku di Kurdistanê de diqewime, êrîşên li ser rojavayê welat kîna dilê wî li a hember dijmin mezintir dike. Çawa ciwanên welatê wî li ser şopên lehengên azadiyê meşiyane û zilma dagirkeriyê qebûl nekirine, ew jî dagirkeriya ku li Kurdistanê tê meşandin qebûl nake û di sala 2014’ an de berê xwe dide çiyayên azad.

 

Ew êdî şervanê welatê xwe ye, ew êdî hewrê yê çiyayên azade. Hewrê çiya li herêmên parastina medya perwerdeya xwe bingehîn dibîne. Ew pir lêhûrbûyînan dike. Hemû nakokiyên ku bi pergalê re jiyan dike bi zelalî hemû dahûrandin dike û derdixîne zanebûyînê. Bi xwendina pirtûkên Rêber APO ve dibe xwedî zanist. Ew bi rihê xwe yê ciwanî dikeve nava jiyanê. Ji bo ji pêvajoyê re bibe bersiv her kêliya jiyanê dike navenda perwerdê. Ruxmê temenê xwe yê ciwan, bi encamên ku di perwerdê de digre dibe keseyateke mînak û pêşeng. Ew bi dîsîplîna xwe ya leşkerî ve bi ziravîyeke şoreşgerî nêzî erk û jiyanê dibe. Ew bi fedekariya xwe a di nava jiyanê de baweriya hevalên xwe qezenç dike. Hewrê di gelek karên girîng de cîhê xwe digre û hemû erkê ku dikeve ser milê wî bi awayekî serkeftî  bi cîh tîne.

 

Şerê ku li rojavayê zapê û avaşînê de destpê kiribû, lehengên ku bi fedaiyane şer dikirin û şehît diketin li ser Hewrê çiya bandoriyeke mezin ava dike. Ew dixwaze bibe hewreyê dilsoz yê wan lehengan û sekneke weke zîlanan di kesayetê xwe de ava bike. Ji bo ji têkoşîna wan re bibe bersiv derbasî saziya nemiran hêzên taybet dibe. Hewrê li wir gelek ezmûnan bi dest dixe û fêrî gelek çek û teknîkan dibe. Bi îdîaya tolhildanê tevlî perwerdê dibe û zû xwe fêr dike. Ew perwerdeyê bi serkeftî bi dawî dike û dibe endamek pispor û zîrek yê hêzên taybet. Ji bo li ser şopa pêşenga fedaî Zîlan bimeşe bi hemû hêza xweyî heyî ve tevlî kar û xebatan dibe û wek navê xwe hewrêtiyeke rast raber dike. Hewrê şerê birdozî û leşkerî di kesayeta xwe de dihewîne, wan dike yek û li gorî wê zanebûyînê tev digere. Ji bo ku rola xwe di nav şer de bileyize her di nava lêhûrbûnan de dibe. Ew ji bo tola rêhevalên xwe yê şehîd bigre berê xwe dide qada berxwedanê ya rojavayê zapê.

 

Her kesek bihîstibû cenga zapê, her kesek dizanîbû şerê fedaiyan, her kes dizane ew efsaneyên ku li kurahiya çiyayan de hatin nivisandin, ewna pilingên çiya, bazên zagrosanin. Difirin li ser welat, difirin ber bi lûtkeyên çiyayên bi heybet. Di lûtkeyên Zagrosan de her meşiyan, dol û newal, deşt û çiya derbaskirin. Her gaveke wan şer, her gaveke wan tolhildan bû. Wek birûskên asîmanan li neyar û îxanetê ketin û wan kirin xwelî. Ew bûn leheng, ew bûn şervanên welat.

 

Fermandarê çeleng Hewrê li girê cûdî bi fedekariyeke mezin beşdarî kar û xebatan dibe. Ew bi hewrêtiya xwe ya ji dil ve bi hemû rêhevalên  xwe re hevaltiyeke rast dike û pir kêfxweşe ku bi lehengên wek Serxebûn Serhed, Helmet Deralok û Doga Viyan re di çûndina ser dijmin de û di berxwedaniyê de rêhevale. Hewrê şerkerek rû bi ken û armanca xwe ve girêdayîye. Ew di warê pêşxistina taktîkên şer de xwedî mêjiyeke afrîner û pispore. Bi rêhevalên xwe yê têkoşînê re, ji bo binketina dagirkeriya dijmin gelek hewildan û têkoşîn dide. Xwe di teqtîkên serdema nû de dike pispor, gelek çalakiyên encam gir li hemberê dagirkeran lidar dixe û teknîka dagirkeran vala derdixe.

 

Şervanên rûmeta mirovahiyê, li girê cûdî, girê amediyê û seranserê  zapê di şerê man û nemanê de dîrok nivisandin, li wan çiyayên asê û dijwar de azadiyê afirandin. Her gavên wan dijmin dilerizîne, dengê mermiyên wan tirs dixe nava neyarên faşîst û xwe firoş de. Wan lehengan li wan tûnelên rizgariyê de tirsa îmhabûyînê dîsa şikandin, hemû êrîş û teknîka dijmin vala derxistin. Ji bo şoreşê, ji bo welatekî azad bê tirs çûne ser dijmin û canê xwe feda kirin. Serkeftina xeyalî û sexte, di qirika wan dijminan de hîştin, agir berdan kon û sengerên wan û qadên Azad ji wan re kirin dojeh.

 

Hewrê bi hemû hêza xwe ya tolhildanê ve li tûnelên girê cûdî de şerê azadiyê meşaşand. Bi rihê egîd û Berîtanan şer dike, şer dike da ku şopên neyaran li ser axa pîroz paqij bike. Şer dike ji bo welatê xwe. Weke egîdên bazên zagrosan, wekî Cumalî, Delîl û Armancan şer dike û axa pîroz a welatê xwe heyanî şaneya xwe a dawî diparêze. Ew rê nade celladên ji xwînê têr nabin û li hemberî dagirkeran wek mertalek zindî disekine. Di sal 2024’ an de, di pêngava Şehîd Doga Viyan de bi fedaiyane şer dike û digêhêje şehadetê.

 

Çawa sal didin pêy hev û diçin, çawa her bihar vejînek nû bi xwere tîne, çawa çem û rûbar diherikin û tevlî deryaya şîn dibin, fermandar Hewrê Çiya jî  bi beşdarbûyîna tevgera azadiyê ve xwe bi lêgerina heqîqetê ve dike yek. Ew êdî dibe lehengekî nemir yê Kurdistanê, di dil û mêjiyê gelê Kurd de wê hertim zindî bimîne.