HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hebûna mirov bi ziman, çand û pîvanên xwe ve biwate dibe. Heke armanca azadiyê di hişê mirovan de be û ji bo wê şer bikin, wê demê jiyan hîn xweşiktir dibe.

Mirovên xwedî azweriya jiyaneke azad, ji bo ku bikaribin vê jiyana xweşik biparêzin, her dem şer kirine. Bi sedan sal e jiyana xweşik ji gelê Kurd hatiye standin û li ser vî gelî tundî û tarîtî hatiye ferzkirin. Kurdê ku jê re hatibû gotin ku tu tune yî, tu bê nasname yî û her tim bi koçberiyê re rû bi rû mabû, bi Tevgera Azadiyê re ew dem derbas kir. Êdî ciwanên çavvekirî û hay ji xwe heyî wê van qanûnên ku li ser wan hatine ferzkirin nepejirînin û li pişt xwe bihêlin. Kemal Dewran jî bendên sîstemê diqetîne û ber bi jiyana xweşik ve dimeşe.

 

Hizir Turan, bi navê xwe yê tevgerê Kemal Dewran, li Colemêrgê ji dayik dibe. Malbata wî ji eşîra Şivişkî ye û malbat bi xwe jî xwedî şehîd e. Ji ber wê Kemal li ser çanda xwedîderketina nasnameya Kurdbûnê û welatparêziyê tê mezin kirin. Malbata wî di salên berê de Tevgera Azadiyê nas dike û ferdên ji malbata wî bi lehengî ji bo azadiyê şer kirine, ji wan kesên gihîştine şehadetê jî hene. Ev şehadet di zarokatiya Kemal de hesteke cuda ava dike. Dema mezin dibe jî ji nirxê jiyanê bêpar namîne. Pergala bişaftin û tunekirinê, wek li ser her malbateke Kurd, li ser malbata wî jî bandoreke mezin dike. Xalê wî Kemal Kato ku li Geliyê Tiyarê ji aliyê Dewleta Tirk ve tê şehîdxistin, li ser wî bandoreke mezin dike û ji bo ku li ser şopa wî bimeşe, di sala 2014'an de tevlî refên gerîla dibe û navê xwe dike Kemal Dewran. Ew navê xalê xwe yê şehîd hildide û wiha gaveke girîng ber bi şoreşgeriyê ve diavêje.

 

Nakokiyên Kemal kûr in û di gavekê de dikeve nava hewldana çareserkirina nakokiyên xwe jî. Ji ber wê, dema ku kesayeta xwe tehlîl dike û xwe lêpirsîn dike, ew dikeve ferqa xwe û hezkirina wî ya jiyanê zêde dibe. Jiyan û têkoşîna gerîla Kemal ji vir dest pê dike. Dema ku lêgerînên wî yên azadiyê mezin dibin, tevlîbûneke ji dil nîşan dide û dibe yek ji wan lehengên ku li ser şopa rastiyan dimeşin.

 

Gerîla Kemal li ser gotina Rêber APO ya ku dibêje: ‘Em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di roja me ya îro de veşartî ne’ bi kûrahî lêkolîn dike û pir baş tehlîl dike. Li ser vê bingehê lêpirsînên wî pêş dikevin û ew dibe gerîlayekî dilmezin ê gelê xwe. Her çend Dewran di nav çiyayan de hîn nû be jî, xwestek û meraqa wî mezin e. Ew di nav qadên çiya de gav bi gav digere û xwe fêrî her tiştî dike, da ku di nav şert û mercên zehmet de kar û xebatên mezin bimeşîne.

 

Gerîla Kemal xwedî kesayetiya bi kelecan e; hêz û morala wî pir bilind e. Xortekî camêr û zîrek e, ji çanda xwe ya kurdewarî dûr neketiye û her bi wî ruhî tevlî jiyanê dibe. Piştî ku dîroka xwe ya mezin dinase, ew mezin difikire û gavên xwe jî li gorî wê diavêje. Di her gava xwe de xwedî li pîvan û rêgezên jiyanê derdikeve. Ji ber wê jî ew dibe mînaka herî rast ji bo hevrêyên xwe.

 

Kemal, piştî ku perwerdeya bingehîn dibîne, bi daxwazeke mezin dixwaze derbasî qadên pratîkê bibe. Ew dixwaze bibe şervanekî zîrek û pispor. Ew dixwaze bibe hêza tolhildanê ya gelê xwe. Armanca wî her ew e ku gelê xwe ji zilmê xilas bike. Di demên ku Kemal bi van hêrsan re dijî, şer û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser gelê Şengalê pêş dikevin. Êrîşeke derveyî exlaq li ser gelê Şengalê pêk tê. Ne gengaz e kesê xwedî wijdan bikaribe xwe bigire û temaşe bike. Kemal ji bo ku xwe bigihîne Şengalê bi hemû hêza xwe têdikoşe û xwe xurt dike.

Xwestek û pêşniyara Kemal pêk tê; ew bi rêhevalên xwe re derbasî qada şer û cengê dibe. Ev şer wê ji bo Kemal hem destpêkek be hem jî daneheveke girîng.

Ew xwedî îdiayeke mezin e. Ji ber ku bi hêrseke pir mezin derbasî cengê dibe, di şerê xwe de jî dibe xwedî hêza çalakiyê. Kemal dema ku êrîşên hov ên çeteyan dibîne, hêrsa wî mezin dibe û çalakiyên bi bandor pêk tîne. Di vî şerî de fêrî taktîk û hunera şer jî dibe; pir zehmetiyan jî dikşîne lê tu carî ranaweste. Êşa gel dibîne û ji wê êşê hêrsa tolhildanê digire. Ji bo ku bibe parêzvanê gelê Şengalê, bi dilgermî jin û zarokan hembez dike û wan ji destê wan çeteyan rizgar dike.

 

Dema her gerîlayek gelê xwe diparêze û wan ji destê dagirkeran rizgar dike, ev dibe serkeftineke pir mezin. Gelê ku her tim rastî enfalan hatiye û bajarê wan her tim bi destê zordestan hatiye talankirin, ji jiyana xweşik bêpar maye. Gerîla Kemal her tim hewl dide ku ev şer raweste, da ku gelê Şengalê jî bikaribe jiyaneke aram bijî. Dema Gerîla Kemal hêz û îradeya gel û şervantiya wan şervanan dibîne, ruhê yekîtiyê di hundirê wî de ava dibe. Gerîlayên azadiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didin Şengalê û gelê li wir ji destê wan çeteyan rizgar dikin.

 

Piştî rizgarkirina bajarê Şengalê, gerîla Kemal bi bêrîkirineke mezin berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Berê xwe dide wan zinarên ku lê nasnameya xwe bi dest xistiye, kêlî bi kêlî wan bîranînan tîne bîra xwe. Ji ber ku ew bi ruhê serkeftinê vedigere çiya, hêz û îradeyeke mezin di wî de ava dibe. Kemal di nav wî şerî de baweriya xwe bi xwe tîne û ew danehev ji bo wî dibe bingeheke rast a têkoşînê. Li ser wî esasî, bi vegera xwe ew daxwaz dike ku vê carê berê xwe bide wargehên Bakur. Gerîla Kemal ji pratîka xwe bawer e. Bi ezmûnên ku tê de derbas dibe, pratîkeke serketî pêk tîne û erka xwe ya şoreşgerî bêkêmasî bi ser dixe. Ji ber wê, çawa ku ew daxwaza çûna qada Bakur dike, daxwaza wî pêk tê û dibe yek ji wan rêwiyên ku ber bi wan çiyayan ve dimeşin.

 

Gerîla Kemal ber bi qada Bakur dikeve rê û bi meşeke dirêj rêwîtiya wî dest pê dike. Ew ê biçe Serhedê. Ew ber bi xeyal û armanca xwe ve dikeve rê û ber bi têkoşîna mezin ve diçe. Tiştên ku hîn bûye li qada Serhedê hîn mezintir dike. Di nav qadê de ew derbasî Erziromê dibe. Di nav şert û mercên qadê de ew ê fêrî şêwe û taktîkên nû bibe. Li van qadan jiyîn hêzeke mezin û îradeyeke pola dixwaze; ji ber ku her çiqas xweşiyên wê hebin jî, zehmetiyên wê jî gelek in. Li ser wê bingehê Kemal di destpêka pratîka xwe de gavên bi wêrekî diavêje û bi şertên heyî re pir zû fêrbûnê pêş dixe.

 

Kemal demeke pir kurt li Erziromê dimîne, lê pir tijî dijî; di wan çiyayan de hilma azadiyê dikişîne hundirê xwe û ji wan berhemên dîrokî, ku bi sedan leheng tê de şer kirine, feyde digire. Ew ji dagirkeriya dijmin haydar e, ji ber wê Kemal dema ku li vê herêmê pratîkê dimeşîne bi ziraviyeke pir mezin tedbîran digire. Di wan erdên de ji bo serweriya wî pêş bikeve her tim digere û bi awayê stratejîk lê dinêre. Ji ber wê, dema ku Gerîla Kemal dibe xwedî hêza çalakiyê roleke dîrokî dilîze û dibe parêzvanê wan çiyayan.

 

Li qadên ku pratîka wan zehmet e, nirxên jiyanê hîn mezintir in; gerîlayên azadiyê li wan çiyayan jî dema ku di nav derfetên herî kêm de pratîkê dimeşînin, hêza manewî û nirxên jiyanê hîn biwatetir dikin. Gerîla Kemal ji pratîka xwe ya destpêkê li Şengalê heta ku digihîje qada Erziromê, pêşketina xwe berdewam dike. Gav bi gav heta hênasa xwe ya dawî berdêl dide û xeta Egîdan ji xwe re esas digire. Bi enerjiya xwe ya ciwan di nav hevalên xwe de reng dide, di dil û hişê rêhevalên xwe de wek enerjiyeke ku tu carî winda nabe dimîne.

 

Li Bakurê Kurdistanê dijmin bi her awayî êrîş û hovîtiya xwe didomîne; dijmin tirsa gerîla ya ku her carê derbên giran li wan bide dijî. Ji ber wê bi her rêbazî diçe ser gerîlayan; hem ji bejahî hem jî bi balafirên şer li ser qadên gerîla operasyonan pêk tîne. Gerîla jî bi hêz û baweriya xwe di nav van êrîşên giran de çalakiyên bi bandor pêk tînin. Ji ber ku li vê qadê jî hêzên gerîla bi rol û erkên xwe yên çalakiyê radibin, dijmin li qadê dest bi operasyonan dike. Her derê dorpêç dike, bi hemû teknîka xwe qadê bi dijwarî bombebaran dike. Di nav van êrîşên giran de, di 6'ê Nîsana 2018'an de li Bazîdê bi êrîşeke hewayî, gerîla Kemal bi du rêhevalên xwe re digihîje şehadetê.

 

Şehîd Kemal bi ruhekî fedaî heta hênasa xwe ya dawî jiyan û şerê hebûnê dimeşîne. Ji bo ku xwedî li dîroka xwe derkeve, di her erkê de bi dîsîplîn û rêgezên jiyanê tevdigere. Wek xortekî merd di nav van çiyayan de serpêhatiya jiyana wî bû malê dîroka gelê Kurd. Kesayeta Kemal wê wek egîdê gelê xwe di hişê mirovan de her dem bimîne.