Hemû tişt zorê didin me ku em bibin rêhevalên rast ên şehîdan. Pêwîst e tu caran neyê ji bîr kirin ku ew bi xwe nirxên rast ên dijînê ne.
Şehîdên doza azadiyê; wateya herî rast a jiyanê, asoyên herî mezin ên ku digihêjin asîmanan temsîl kirin. Ger em bi qasî wan nirxên ku wan mîsoger kirine jiyan bikin, wan nirxan bikin hêza pêkanînê, em ê bikaribin bêjin ku em dikarin wan temsîl bikin.
Dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin, em dibin şahidên evîndariya gelek lehengan. Evîna ku di nava rehên dîrokê de her zindî maye û xwe di dilê şopdarên wan evîndaran de jî herdem zindî hiştiye. Wekî Serok APO jî tîne ser ziman; heqîqet eşq e û eşq jî jiyana azad e. Bi hezaran Egîd bûne lêgerînvanên heqîqet û jiyaneke azad. Wan egîdên ku ciwaniya xwe, bedewiya xwe û hebûna xwe di hebûna gelekî de dîtine, canê xwe bêdudilî feda kirine.
Yek ji van lehengan jî Gerîla Rênas Civyan, bi nasnav Bedran Erîn e. Bedran Erîn di nav malbateke welatparêz de li Geverê ji dayik dibe. Gever, wekî gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bajarekî bi nirx e û ji kevn de bi doza azadiya gelê Kurd re dimeşe. Malbata Bedran jî nirxekî mezin dide doza azadiyê û bi Kurdbûna xwe ve girêdayî ye. Ji ber van xisletên malbata xwe, Bedran doza azadiyê ji biçûkatiya xwe nas dike. Ev xislet ji bo gelek ciwanên Kurd bûne bingeha xwenaskirin û bi nirxên xwe ve girêdayî mayînê. Bedran bi pergalê re di nava nakokiyan de ye. Her ku diçe, nakokiyên wî zêde dibin. Mirovên di nava pergalê de dijîn, divê tevahiya jiyana xwe li pey pariyek nan bibezin. Ev rewş kedxwariya pergalê pênase dike. Bedran bi felsefeya Rêber APO re vê rastiyê û rastiya Kurdbûnê zêdetir dixe zanebûnê. Ev jî dibe sedem ku di bin bandora fikrên Rêber APO de bimîne û wan ji bo xwe esas bigire.
Bedran heta demekê li herêma xwe xebatên ciwanan dimeşîne. Demekê şûnde digihêje biryarekê û di sala 2014’an de li herêma Colemêrgê tevlî nav refên gerîla dibe. Navê Rênas Civyan hildide û gava destpêkê diavêje. Piştî ku li herêma tevlîbûna xwe perwerdeya şervanê nû dibîne, derbasî Eyaleta Qendîlê dibe. Li vê qadê jî ji bo fêrbûna xwe baştir pêş bixe, tevlî dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Newal dibe. Xeyala wî ew e ku wekî gerîlayekî jêhatî û pispor vegere welêt. Hemû xeyal û xwestekên wî di vê mijarê de hundirê wî dikelînin. Daxwazên wî ji aliyê fermandariya jor ve tên pejirandin û di sala 2015’an de vesaziya wî li herêma Serhedê çêdibe.
Dema digihêje qada Serhedê, bi hêrsîeke mezin dixwaze bi ser dijmin de biçe. Lêbelê ew fam dike ku bêyî amadekariyê wê derb bixwe. Ji bo ku gavên xurt bavêje, şopandin û naskirina xwe kûrtir dike. Herdem di hewldana tola hevalên xwe rakirinê de ye. Ji bo ku bikaribe vê daxwaza xwe bi ser bixîne, xwe di her milî de perwerde dike û pêş dixe. Rê dirêj e û nasekine ku şoreşgerekî layiqî xwe bibîne. Ew di vê lêhûrbûnê de ye û di asta fedayîyan de dixwaze mohra xwe li dîrokê bixe. Ji bo wê jî di sala 2018’an de derbasî saziya Hêzên Taybet dibe û pêşniyara lidarxistina çalakiya fedayî dike. Ev pêşniyara wî nayê pejirandin, lê ew baweriyeke mezin dide rêhevalên xwe. Hevalên wî dizanin ku ew çawa bi doza azadiyê ve girêdayî ye. Demekê li Bakur dimîne û şûnde dîsa vedigere Herêmên Medyayê. Li vir perwerdeyan dibîne. Tevlî gelek xebatên girîng dibe û hêz dide derdora xwe.
Di qonaxa herî krîtîk de dîsa berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Di 19’ê Tîrmeha sala 2024’an de, dema dixwaze derbasî Bakur bibe, li ser sînorê Serhedê di encama pevçûnekê de heta dawiyê şer dike û tevlî nav karwanê şehîdan dibe. Ew bi lehengtiya xwe dibe pêşeng û mînaka qehremaniyê ji bo rêhevalên xwe. Ew bi hemû xisletên xwe yên hêja û bi girêdana xwe ve şopên mezin li pey xwe dihêle. Ew şopdarekî rast e û ji bo şopdarên xwe jî mîrateyeke nemir dihêle.
