HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

reber apo7Nasnav: Sakîne

Nav û paşnav: Zeliha Toros

Sal û cihê jidayikbûnê:  1961 - Gundê Dîbiyê (Sogutlu), Pazarcix, Mereş

Sala tevlêbûnê: 1985

Dîrok û cihê şahadetê: Sermawez (Mijdar) 1992 - Turkoglu, Pazarcix, Mereş

- Di mijara "rastiya jinê" de hin pratîkên berovajî û nêzîkatiyên şaş pêşdikevin. Rewşa me ji bo biryardarkirinê û hêza me ya nîqaşkirinê li pêş e. Ji platformeke rêzê zêdetir vir xwedî hêza nîqaşkirinê ye, xwedî hêza biryarê ye. Li gor kombûyina me pir bi bandor û xurt e, wê ev biryar li ser hemû Partiyê bi bandor be. Ev biryar di pêşxistina feraseta rast û xurt de  dikare roleke girîng bilîze. Me careke din bi xetê bingehîn mijara"rastiya jinê" vekir û nîrxand. Mijar baş hate famkirin? Xalên îtîrazê hene? Em dikarin mafê daxuyaniyê û pirsên li ser nîrxandinên me bidin kesên li ser mijarê xwe westandine. Nemaze ev ji bo hevalê jin hîn girîngtir e. Me hewl da mijarê ronî bikin, têrê dike? Divê hinek jî hûn xwe bidin axaftin û bersiva bidin.

Jibîrnekin ku, hûn tekoşîna çareserkirina pirsgirêkên xwe yê azadiyê jî didin, ev derfeteke, biçûk nebînin. Weke me destnîşan kir, tekoşîna azadiyê hemû tiştê we ye. Parastin û nîrxandina vê derfetê, bi hişyarbûna we ve girêdayî ye. Nav Partiyê cihê xwestina ji kevneşopiyê, ji girtîbûnê û ji kêmasiyê rizgarbûnê ye û zemîneke bêhempa ji bo nêzîkatiyeke xurt ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dide, ji bo vê derfetê tekoşînê dide. Ne tenê hişyarbûn, divê hûn taybetmendiyê zemînê tekoşînê jî bizanibin û ji bo encam bigrin divê hûn giringîyeke mezin bidin. Derfetek derketiye holê, di ronahiya nîrxandinên me de hûn dikarin rola xwe bilîzin. Divê hûn mejiyê xwe ji bo pirsgirêkê biwestînin, di tevgerê xwe de di asta dawî de rêzikdar bin. Divê wateya azadiyê ya hûn dixwazin pêşbixin, bi pê hisandin, bi encam girtin, bi jiyankirinê û li dijî paşverûtiyan xwedî helwest bin. Ya em dikin tenê alîkarî dayina we ye. Me hewl da hinek pêşiya pirsgirêkê vekin, ji bo hûn li ser piyê xwe bimeşin, me ew qas daxuyaniyên berfireh kir.

Weke me got, berê hûn tevlî nava gelek cûreyên koledariyê bûne. Ji bo vê jî em we gunehbar nakin û em xwe naspêrin vê û em naxwazin bi xwe jî bibin amûreke zext û mêtingeriyê. Di eslê xwe dê ji gelek helwest û tevgerê dîjî we re hûn vekirinîne. Em van rast nabînin. Pêwistiya feraseta me ya azadiyê, pêwistiya feraseta Rêbertiya ya PKK jî bi vî rengiye. Lê ez ne bawerim ku hûn vî şensî baş dinirxînin. Di van mijaran de we xwe gelekî xiste nava rewşên pasîf. Diyar dibe ku hûn ciheke kevneperest û hinek jî riya navîn layiqê xwe dîtiye. Wê ev yek we di dema dirêj de bêhêz bihêle, wê hewldanê we yê azadiyê bêhêz bixe. Divê di vê mijarê de hûn xwe bi niyetên baş nexapînin. Bi giştî hûnê bi hêza xwe bawer bikin û hûn ê bi nêzîkatiyên azadiyê yên partiyê di vê mijarê de bawer bikin. Derveyî vê tu nêzîkatî û feraset we mezin nake, we pir pêşnaxe.

Me xwe spart feraseta partiyê ya wekheviyê, di vê mijarê de me hewl da nêrînê xwe bi berfirehî pêşkêş bikin. Pirsgirêk ne pirgirêkeke tenê bi me çareser bibe. Ji xwe li dijî ferasetên şaş tekoşîneke me ya dijwar mijara gotinê ye; me ev anî ser ziman. Koledariya jinê û nêzîkatî û ferasetên wê yên bûrjûwayî û feodaliya sexte - ji xwe di heman demê de bi dek û dolabe jî- bi salane gelek hêmanên li serê partiyê bûye bela derxistiye holê. Çiqas bêmirêzên bi lanet hebin di nav wan de zîl dan. Bi wan re tekoşîneke mezin, him jî tekoşîneke rê li ber gelek wendahiyan vekir hate dayîn. Di vê mijarê de me gelek şervan şehîd dan. Gelek ji wan bûn qurbanê vê ketîbûn, dek û dolaban. Weke encama vana hemûyan jî em gihîştin hêza fikr û ramaneke diyar. Fikr û ramana xwîna herîkî ava bûye. An na ev dahûrîniyên em dikin ne çareseriyên ji xwe ber bûne. Hûn vê nizanin. Girîngiyeke mezin ya van heye.

Ger perwerdeya xurt a partiyê nebûya, nedikarî gavên zêde biavêje. Perwerde, pêvajoya azadiyê ya xurt, nêzîkatiyeke azadixwaz ji bo pirsgirêkê pêkan kiriye. Ev herdem mijarê girîngin. Hûn di jiyanê de tekoşîneke li van mijaran haydar be nameşînin, van pêwîst nabînin. Di tehlîla dawî de ev hemû, hûn nêzîkatiyeke textîka kêm a ji pirstgirêkê bi xwe re tîne ku bi vî rengî jî yê wenda bike hûn ê bin. Ev girîng e. Weke me destnîşan kir, gelek caran ji bo jinekê kuştin dibe. Li vir jinê pîvanê ji dest berdaye. Bi salane em li rastî mînaka tevgereke hevgirtî û bi tenduristî nehatine. Di vê wateyê de tu aliyê vê pirsgirêkê yê sivik û ji rêzê nîne. Ev mijar têra xwe ciddiyetê, hêzê, kemalîbûnê û şer ê dixwaze. Em pirsgirêkê gelek hevalê xwe vedikolin, di bin de ev pirsgirêk derdikeve. Çima? Ji ber nikare çareser bike! Di encamê de em wenda dikin.

Em hêza çareserkirina pirsgirêkane. Tevgera me di bin bandora van de mayinê napejîrîne, mayina dibin bandora tu pirsgirêkê de napejirîne. PKK ev yek heq kiriye. Avahiya bi gelek pirsgirêkan a asta mirovahî di bercesteya Kurdistanê de, PKK weke tevgereke, weke hêza çareserker pêşwazîkiriye, tevgera herî azad û bi îddia a serdem a me ye. Divê mirov vê rastiyê sivik negre dest. Hûn ê teqez vê fam bikin û li gor pêwistiyê wê xwe biguherin. Hûnê di raman û giyanê xwe de bigihêjin vê mezinahiyê. Divê hûn partiyê nekin cihê ramanê xwe yê tevlihev, bêpergal, û ji jêr de dimeşe, nekin goriyê giyanê xwe yê nû. Ev mijarên girîng in.

Min ji bo hevalê jin bi giştî beriya niha hin mijar gotibû. Ger di aliyê xwe yê paşwerû de israr bikin, van taybetmendiyan dikare bibe heta dij-şoreşê jî. Heta di taybetmendiyê jin a paşverû de bê israr kirin, wê pratîkên bêberpirsyar, nayê disiplînê û kaîdeyên partiyê gohdar nake, wê derkeve holê. Divê li dewsa di paşverûtiya xwe de israr bikin, pêwîste şoreşgeriya bi kaîde bikeve meriyetê. Di vê mijarê de ne tawîzdana partiyê, her diçe binpêkirina van di rojevê deye.

   Sakîne: Di vê mijarê de teqez berxwedan ne mijara gotinê ye, ango di nepêşketinê de, di ne azadbûnê de, nemaze negihiştina pîvanên partiyê de israr nîne. Di gihîştina kesayeta mîlîtan de kêmasiyê min hene. Divê ez vê destnîşan bikim ku beriya niha hin nêzîkatiyê min ê bi pêşdarazî hebûn. Dema ez pratîka xwe ya derbasbûyî di ber çavên xwe derbas dikim, ez famdikim ku min pratîkeke baş nemeşandiye. Min tevlêbûna xwe ya şaş a partiyê di vê qada akademiyê de fam kir, derxist zanebûne. Min niha famkiriye ku di ferasetên şaş de israr kirin encam nagre.

-Hûn xwe ji bo kîjan pratîkê bes dibînin? Hûn bêhtir ji bo kîjan pratîkê amadene?

Sa: Min beriya niha jî destnîşan kir. Dema ez sekna xwe li ber çavan derbas dikim, ez ê xebatên bajaran bikaribim baştir birêvebibim.

-Tê karibe bike?

Sa: Ez ê karibim.

-Ew xizmê we jî bi îddia kete nav kar lê pişt re, hîn nû dest bi kar û xebatan kir, nekarî xwe ji ketina bin kontrola polîsan rizgar bike. Van a çavkaniya xwe ji tarzê xebatê yên şaş digre. Divê li dijî berxwedanwariyeke bi vî rengî 40 serkeftin bihata bidestxistin. Ger tarzê xebatê yê baş neyê girtin, me gotibû wê hîn di serî de ev biqewimin. Ji ber hûn ji heman heyama malbatê tên ez vê dibêjim. Me rewşa hevalê navê wî derbas dibe, par di rexne li xwe girtina wî de anî bû ser ziman û me hişk jî rexne kiribû. Me got: "Tê bi van kêmasiyên xwe, xwe mehf bike" Ev şêwaza we girtiye jî şaş e. Bi vî rengî zêde tedbîran pêşnaxe û bi xwe baweriya zêde, hebûna dijmin jî li ber çavan nagre û hewl didin bixebitin. Dijmin bi hêz e, di vê rewşê de dijmin bi hêsanî dikare bipelçiqîne. Di encamê de bi vê ferasetê tu çiqas liberxwe dide, bide, ji binkeftinê wêdetir tu encamê nagre. Divê mirov ji van dersan derbixîne.

sakine - zeliha torosTenê, yên di vê qadê de taktîkên partiyê bi hostayî pêk bîne, kesayeta partiyê gihîştibe kurahiyê, di vê wateyê de nûbûn û nûjeniyê bipejirîne wê bikaribe encam bigre. Bila pêwistiyên rexneyan bi vî rengî pêk were. Ger hîn hişyar tevger bibe, mirov dikare serbikeve, pêwiste mirov hişyar be. Ger pratîka bajêr mijara gotinê be, ev rewş hîn girîngtir dibe. Yên ji we çûne vê qadê di demeke kurt de ketiye bin kontrola polîsan, nekarî polîsan derbas bike. Herweha ev kontrol, rê li ber hatina kesekî sîxur a nav partiyê jî vekiriye. Dijmin kariye we weke pirekê bikarbîne. Ev hemû çavkaniya xwe ji xebatên şaş digre. Rewşa heye ji derfetên heyî sûdnewergirtinê nîşan dide. Ger xebatên bajaran mijara gotinê be naçare hîn zêdetir îllegal tevger hebe. Divê li vê qadê de derbaskirina xebatan, bihistyarî û hişyariya pêwist a ji bo herêmê nîşandan û taktîka tê xwestin pêk were. Ji vê pratîka dawî ders were derxistin, cardin ji jiyana borî ders were derxistin, ez bawerim mirov wê karibe li gor xeta partiyê bimeşe. Derketina derveyî xeta partiyê ji bo te nabe mijara gotinê.

Tu xebatên girseyê dinase. Berê nêzîkatiyên te yê bijare hebûn, feraseta te ya Kemalîst a ji jor ve li girseyan dinere û wan biçûk dibîne heye. Li şûna vê divê tu xwe bigihîjîne şoreşgeriya proleter û vê jiyan bike. Ango feraset a "girsey nezane, em tişta herî baş dizanin" şaş e. Na! Polîtîkayeke me ya girseyê ku ji girseyê fêr dibe heye, pêwîste wê pêk bînin. Divê mirov çeka xebatê ya PKK'ê şaş bikarneyne. Ez jî dema bi girseyan re dikevim têkiliyê, li himber wan rêzdar im. Gelek tiştên mirov ji wan fêr bibe heye. Meşa bi vî rengî zêde tiştekî jî naguhere. Pêwiste ev nêzîkatî were guhertin. Divê mirov bawer bike ku şoreş bi girseyan ve tê kirin, bi wan ve tê rêxistinkirin û pêşve diçe. Ev ne bûyereke wusaye ku mirov tevlî dewreyên zêde bibe. Hema hema hûn nêzî du dewreyan man ne wusa?

Sa: Belê.

-Zêde bûye. Ger encamên rast hatibe derxistin, wê we bide meşandin û wê hêz dabe we. Li ser vê bingehê tê karibe bibe xwediyê pratîkeke rast.

Sa: Raste Serokê min. Ez xwe amade dibînim.

- Fam bû. jiyaneke dirêj a we ya partiyê heye. Hûn di PKK'ê de gihîştin asta xwe bikin çareserî û bigihîjînin serkeftinê. Pêkanînan polîtîkayê li gor taybetmendiyên berbiçav ên herêmê, wê di gihîştina armancên we yê we ji niha û şûn ve diyar kiriye, di meşandina kar û erkên we bi awayeke serkeftî dikare we bike xwedî îddia. Divê careke din ev mijar dubare nebe. Yên zane, ne yên bi rik şaşitiyên xwe didin axaftin, yên bi awayekî zû xwe ji wan rizgar dikin e. Divê hûn vê zanebûnê nîşan bidin. Ev vê carê dibêjim, divê hûn hemû hişyar bin. Dibe ku em nikaribin hemû peyvên hişyarbûnê vebêjin. Ji bo vê ne derfet heye, ne cîhe heye, ne jî dem heye. Ya pêwîst e were kirin hate kirin. Yên nikaribin pêk bînin jî wê di bin de bimînin. Yên pêk anîn jî wê îspat bikin ku bi qasî careke din ven gotinan nedin dûbarekirin hişyar in. Di vê wateyê de cara dawî dibêjim, pêwistiya me hemûyan bi hişyariyê heye. Di vê mijarê de em bawer dikin wê gavên pêwîst were avêtin û em bi we bawer in.

1989 Nîsan.........