Modernîteya kapîtalîst li Anatolya û Mezopotamyaya Jor, li Tirkiyê û beşê mezin ê Kurdistanê mekanîzma sêling a distanê pêk aniye û bi vê, civaka ji rêûresmê ya Tirk-Tirkmen di nava wê de bi tevahî kiriye mêtingeh û helandiye, rastiya Kurd jî di astên cûrbicûr de parçe kiriye û xistiye hedefa xwe ji bo hebûna wê tune bike. Min hewl da, bi awayekî pêşnûme ku di rastiya çandên li derveyî Kurdan de çi qewimî ye, pêşkêş bikim, lewma ez ê dubare nekim. Lê ji ber têkiliya wê ya xurt bi rastiya Kurd re dubare be jî ez ê timûtim bi girîngî şîrove bikim. Eger mirov rastiya Kurd ji çend şaxan ve şîrove bike, ji bo hêsankirin û hînkirinê gelekî di cih de ye. Em dema ku bi tevahî şaxên wê binirxînin, em ê bibînin ku hemû kirine tiştên parçekirî, helandî û kirine ku ew êdî ew nîn in (bi sedema qirkirinê) û tevî vê rewşê di nava hemû parçeyan de wekheviyek heye û divê mirov vê bi girîngî li ber çavan bigire.
Bi awayekî dîrokî, ji Proto Kurdan heta bi Kurdên hemdem her tim rastiyeke dayikniştiman ji bo Kurdan hebû. Di dema Sumeran de Kurtiye, di dema Lûwiyan Kurdiwana (welatê Kurdan) û di dema Helenan de têgîna Kardokya hatiye bikaranîn. Ev têgîn hemû ji yek kokê zêde bûne û bi demê re veguherîne û herî dawî jî siltanên Selçûkiyan ji dema serweriya xwe ya li Îranê û pêve (ji sedsala 11. P.Z.) bi awayekî fermî Kurdistan bi kar anîne. Di dema Împaratoriya Osmanî de têgîna Kurdistanê di nava sedan fermanî de ango di nava fermanên siltan de timûtim hatiye bikaranîn. Di dema damezrandina Komarê de M. Kemal bi xwe gelek caran têgîna Kurdistanê bi devkî û nivîskî bi kar aniye û parlementerên pêşî yên herêmê çûne Parlementa Tirkiyê xwe weke ‘Mebûsên Kurdistanê’ dane naskirin. Ji komploya Tirkê Spî ya sala 1925’an û pêve, her cure mîrate û navlêkirinên têkildarî Kurd, Kurdistan û Kurdîtiyê bi carekê bi rêbazên dehşetwarî hatin qedexekirin û xwestin wan ji diyardebûnê derxin.
Ev darbeya li dijî têgîna Kurdistanê gelek armancên xwe hene. Yekemîn, Tirkên Spî (Em ji van re dikarin bibêjin burokrasiya ciwan a bûrjûvaziya Tirk jî, lê bi şertê ku li rêveberiya wê ya kakil sermayeya Cihû bê zêdekirin)bi rêbazên Ingilîz û Fransiyan Kurdistanê ji nû ve kirin çar parçe û parçeyê herî mezin ji xwe re veqetandin û bi her tiştê di navê de Tirk hesibandin û xistin pêvajoya qirkirinê. Ev, li dijî erdnîgariya Kurdistanê darbayeke komplowarî ye. Di sala 1925’an de bi Plana Islahkirina Şerqê xwestin rastiya Kurd bi temamî ji dîrokê rakin û welatê Kurdan ‘bi hikmê tune’ hesibandine.
Têgînên welat, dayikniştiman, di serdema netewebûnê de girîng bûne. Dayikniştiman weke têgîneke sosyolojîk, erdnîgariyeke bi sedsalan li ser çand hatiye afirandin, bazar hatiye çêkirin, serwextbûneke dem û dewranan pêk hatiye û weke demografîk li ser cihûwarbûnê îfade dike. Kapîtalîst hewcedarî bazarê ne, lê ji vê girîngtir, ji bo gel û neteweyan ku ew afirênerên rastî yên çanda civakî ne, welat ew mekanê jiyanê ye, bêyî wî nabe. Welat bi tenê ne ew cografya ye ku li ser çand pêk tê û hilberîna madî ya jiyana civakî çêdibe, ew xanî û dergûşa jiyana civakî ye ku tê de ruh û dîrok pêk tê. Mirov jê mehrûm û bêpar bimîne (weke ruh û têgîn), ji bêruhmayîn û bêxanîmayînê xirabtir e. Yê civakê bêxanî û bêruh bihêle, dikare wê bê çanda madî û manewî jî bihêle. Jixwe bûyerên bi vî rengî di bin navê Plana Islahkirina Şerqê de bi awayekî hovane pêk anîne. Di çarçoveya komployê de raperînên li ser zemînê provakasyonê pêk hatine kirine bahane û kevir li ser kevir nehiştine û hewl dane ku gotinek bi tenê jî der barê rastiya Kurd û Kurdistanê de neyê bikaranîn. Hêmanê xwerû yê damezrînerê Komarê, gelê di dîrokê de belkî cara pêşî bi navê xwe bûye xwedî welat, ketiye rewşekê ku dibe gelekî ji welatê xwe dibe.
Di tu serdema dîrokê de nehatiye dîtin çi îdeolojî û dînî welatek bi vî awayî tine nehesibandine. Di zêhn û biryara piraniya civaka Tirk de nêzîkatiyeke bi vî rengî tune ye. Mirov dikare mînakên pratîka diyardeya Tirkê Spî heman wextî di serî de Elmanya, Îtalya û Japonya li cem gelek neteweyên (neteweya dewletdar, neteweya bi destê dewletê hatiye afirandin, dewleta bi destê neteweperestî û miliyetgiriyê hatine pêkanîn) gav avêtine modernîteya kapîtalîst bibîne. Lê ji ber ku kadroyên burokratîk ên Îttîhad û Teraqîgir ên dixwestin ji neteweperestiya Tirk dewletê çêkin di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tevî Elmanan şer kiribûn millîtarîzm û milliyetgiriya Elman a li mişara wê gihiştibûn esas digirtin, ne bi tenê cêwî yan jî weke neteweperestên Nazî bûn, ji hêmanên damezrînerê wê bûn. Hîtler li xwe mikur hatiye ku dema wî xwe li qirkirina Cihûyan rakişandiye, wî ji ceribandina qirkirina Ermeniyan a Hikûmeta Îttîhad û Teraqiyê îlham girtiye.
Bêwelatmayîna Kurdan bi van du ceribandinên dîrokî re ji nêz ve têkiliya xwe heye. Her wiha divê mirov bandora demeke îdeolojiya pozitivîst derket asta herî jor jî li vê zêde bike. Zanistperestiya pozitivîst diyardeyên civakî jî bi pîvanên zanistên fizîk û biyolojiyê dinirxand. Tirkperestên Spî yên di bin bandora vê îdeolojiya dogmatîk, laîk de bûn, kengî diyardeyek bi qanûnan tune dihesibandin, bawer dikirin ku ew diyarde êdî hukmê xwe û rastiya xwe namîne. Bi vî aliyê xwe, ji dogmatîkên serdema navîn hişk dogmatîktir bûn. Têgîna Tirkiyê di van salan de pêk hatibû. Ji ber piraniya şêniyên Tirk û pêkhatina wan a dîrokî, ev têgîneke şaş nebû. Lê bi darê zorê û qanûnan berfirehkirina sînorên vê têgînê bi awayekî Kurdistanê jî bigire nava xwe, bi rastiyên dîrokî re li hev nedikir. Modernîteya neteweperest a Tirk, bi awayekî, mîna oleke nû ava bike, wisa ji xwe bawer dikirin ku her diyarde û têgîna qebûl nakin jê re bibêjin “tune bibe” wê tune bibe. Bêguman di vê yekê de milîtarîzma kujer bi rola sereke radibû.
Ji bo Kurdistan ji Kurdan re nebe welat, raperînên Kurdan bi awayekî bêrehm pelixandin. Li şûna gelekî beşdarî damezrandina Komarê bûyî, hinek kesên bê welat û hov mabûn. Navê wan qedexe bû. Jixwe dema li çiyê li ser berfê meşiyabûn dengê ‘kart kurt’ derxistibûn û navê xwe ji wir girtibûn; bê zar û ziman bûn, lewma diviyabû bi her awayî bêne pelixandin û tunekirin. Hêza hegemonîk a kapîtalîst Ingilistan hevkarê herî nêz ê vê polîtîkayê bû. Qet dengê xwe dernexist û di binî re destek da vê polîtîkayê. Jixwe ji ber vê sedemê li ser petrolên Mûsil û Kerkûkê rûniştibû. Nêzîkbûna li Franseyê, qebûlkirina têgihiştina hiqûq û neteweyê laîk, têrê dikir ku çavên xwe li van kirinên li derveyî mirovahiyê bigire. Elmanya jixwe endamê damezrîner bû. Li gorî sosyalîzma pêkhatî ya Rûsyayê, kirinên Tirkperestiyê li Kurdistanê serketina pêşverûtiyê li dijî paşverûtiyê bû. Komara Mahabadê ya Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê jî bûbû qurbanê heman polîtîkayan. Hêzên modernîst ên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên rojane welatê hezar salan ê gelekî bi carekê feda dikirin, tune dihesibandin û ji vê jî fikar nedikirin. Ev piştrast bibû.
Rastiya Başûrê Kurdistanê di encama hesabên şerê sar de hatiye amadekirin. Gelê Kurd ê bi fizîkî be jî hebûna xwe diparêze, ji bo nikaribe bîr bibe û hukim li çarenûsa xwe bike bi vî awayî pêşî lê digirin û bi armanca qereqola pêşî ya sîstemê rabe Kurdistaneke biçûk timî li ber dest hiştin. Ji ber ku vê carê berjewendiyên wan ev ferz dikir. Çawa ku gelên Helen û Ermen ên welatên xwe yên dîrokî ji dest dan û di berdêlê de weke deynekî diyet mehkûmî parçeyekî biçûk ê welêt kirin, diyardeya jêre Kurdistana Iraqê tê gotin jî bi heman awayî derket holê. Dema sedsala 20’an bi dawî bû, belkî jî di dîrokê de welatê pêşî û yê herî kevn hema hema hatibû tunekirin. Modernîteya kapîtalîst civakekê bêwelat bihesibîne, ev ji bo wê civakê tê wê maneyê ku nîv bi nîv rastî û hebûna xwe ji dest daye. Piştî ku welat tune hat hesibandin, ji bo civak li ser piyan bimîne, çanda madî û manewî ya heyîna xwe dewam bike, hewcedarî mûcîzeyan e. Ev dişibe rewşa mirovekî di valatiyê de avjeniyê bike yan jî bimeşe. Yan tu yê bibî masî bilîzî yan jî tu yê bibî çivîk bifirî.
Yek ji gunehên herî mezin ên modernîteya kapîtalîst; li beramberî diyardeya welat kirî ew e, têgihîştina hişk û naguhere ya sînorên tek netewe ye û ev bi sextekarî weke têgîneke herî pîroz xistiye piyaseyê. Li ser têgihîştina sînor a dewleta netewe weke kult û îbadetekê radiwestin qaşo dixwazin nîşan bidin ku çawa welat diparêze. Sînorên wê bi xwe, sînorên milkiyeteke herî berfirehkirî û giştîkirî ne. Sînorê herî pêşdebirî yê milkiyetê ye; qonaxa herî dawî ya dîroka milkiyeta bi çîtkirina dora erdekî destpêkirî ye. Sînoran wisa hişk û asê dikin, qaşo ji bo bihostek wê jî dikarin şer bikin. Şer dikin, lê ne ji bo gel, ne ji bo berjewendiyên netewe, ji bo potansiyela kara herî zêde ya di nava xwe de dihewîne. Sînorên dewleta netewe çiqasî hatibin şidandin û asêkirin, derfet kara herî zêde jî ew qasî hatine amadekirin.
Bêguman sînorên welat ên gel û neteweyan hene. Lê pêkhatin û bergiriya van sînoran bi temamî ji zîhniyeta dewleta netewe cuda ne. Sînorên welat ên gel û neteweyan xetek e ku bi milkiyetê hişk nebûye, berevajî li ser bi cîranan re parvekirin û hevkartiyeke gurûgeş, senteza çandan a piştgirî, dostanî û pêkhatinên civaka jor dibe. Herî zêde li van qadan pir netewebûn û çandbûn pêk tên. Ev qad xelekên afirîner in ku şaristanî û çandeke jortir lê dimeye. Ne qadên pevçûn an jî şer in, qadên aştî û biratiyê ne. Sînorên di dîrokê de ji karûbarên bi vî rengî re bûne dergeh, di dema modernîteya kapîtalîst de bûne xetên herî zêde li ser wan dijmintî û şer qewimîne, mayîn hatine danîn, têlên rêsayî lê hatine badan û dîwarên ji wan derbasbûn nabe hatine lêkirin. Veguherandina dîwarên girtîgeha gel û netewe tê de têne hiştin. Gel û neteweyên di nava wan sînoran de têne hiştin, bergiriya wan nayê kirin, ew kirine qefesa hesinî, ew kirine girtî, ew kirine eskerê bi darê zorê, ew kirine bêkar û ew kirine karkerên heqdesta wan kêm. Kevneşopî û çandên etnîsîte, gel û neteweyên li derveyî neteweya serdest a fermî dixin ber çerxa asîmîlasyon û qirkirinê. Di rastiya sînorê dewleta netewe bi xwe de berjewendiyên bêsînor ên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê veşartî ne.
Rastiya Kurd a ji dayikniştimanê hatiye qutkirin, rastiyek e ku birîndar e, diperpite. Gel û neteweyek li dayikniştimana xwe xwedî dernekeve, ev tê wê maneyê ku dev ji dîrok û çanda xwe berdaye. Di encamê de dev ji netewebûnê û jiyana bi awayekî civakî berdide. Mirov nikare rastiya civaka Kurd bê welat bide naskirin, ji ber ku ew bê welat nikare hebûna xwe dewam bike, paşê nikare xwe ji belavbûn û tasfiyeyê xelas bike.
Herçiqasî rastiyeke welat a mêtingeh û qirkirinê hebe jî hebûna Kurdistanê înkar nabe. Heta ferdê dawî yê bixwaze bi awayekî azad li ser wê girêdayî û hêjayî rastiya dîrok û civaka wê bimîne hebe wê hebûna wê dewam bike. Ne bi tenê welatê Kurdan, wê bibe welatekî hevpar ê Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Ereb û her ferd û çanda bi awayekî demokratîk, azad û wekhev parve dike. Nebûna dewleta netewe wê nebe bêşensî wê bibe şens. Vê carê, wê nebe welatê şaristaniya çîneke nû, bajarvaniyeke dijminê ekolojiyê û dewletdariya netewe, li Rojhilata Navîn wê bibe welatê şeveqa modernîteya demokratîk lê biavêje û bibe dergûşa wê ya tê de mezin bibe.
Di Rastiya Kurd De Dayikniştiman
- Ayrıntılar