HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

reber apo8Berxwedaniya pîroz, şerê me yê vejînê, Newroza xwe ya 25. jî, bi serkeftineke mezin hêzekî pêşwazî kirinê daye nîşandan. Ketina mezin a dîrokî bi hilweşîna Medan re; ger em destpêbikin,  di rastiyê de ev şehristaniya Mezopotamya yê bû, weke  ketina li pişt 2500 salan, belku hema hema weke wê, ango her salekî wê sedsalekê dîtin ev 25 sal birastî jî vejîneke û gelek nêzîkî xelasiyê dibe ye. Eeger ku em bi berfirehî li ser vêna bihizirin,  bizanin ku em ji ku derê hatine û em ketine rewşekî çawa? Pêwîst e em çawa bi vê ve girêdayî encaman derbixînin holê û em dikarin biryara çêbikin, bikaribin bidin, wê  were dîtin ku jiyana ku behsa wê tê kirin ji mirinê xiraptir e û eger em ê tevlî mirovahiya xwe bibin; ew nasname ya me ya azad  a ku bi axê re bûye yek; bêhnekî wê a bi sînor jî çi qas bi nîrx e mîsogerekî wê were sipaskirin. Ji wêna jî wê detir, bi mineteke mezin di destpêkê de şehîd, hemû kesên ku di van salan de di nava berxwedaniyeke watedar de ne, di destpêkê de şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlûm Doxan, Zekiyeyan, Rehşanan, Ronahî, Bêrîvanan ew şehadetên wan ên mezin û hema hema her sal ew Serhildan û raperînên  me yên pîroz ku çêdibin, di salên 1990 Misêrbîn, Cizîr, Şirnex, Lîcê, Wan û  her çû belavê hem bajar û gundên Kurdistan’ê bûn, şahidên wê jî di cewherê vê Newrozê de bi cîhbikin, em ê bibînin ku jiyan bi çi şêweyên din fêmkirin, şer jî bi şêweyek ciyewaztir pêwîst e were dîtin. Pêwîst e her tim li ser van 25 salan were sekinandin û ders jê were derxistin. Eger hebe îdaya me ya mirovahiyê, birastî jî em dixwazin ji bo li ser axa dayîk jiyankirin bikin jê re hêzê bîınin, eger ku em dixwazin vê  yekê ji dil û bi vîn biserbixin, birastî jî van salan ji xwe re kirina salên xwe ji nû ve avakirinê, afirandin, windabûyîn, tiştekî hatiye windakirin, hema hema salên dîtina her tiştê ku hatiye windakirin pêwîst e em destbigrin û bi nîrxînin. ji  hizrînekê cewherî em bigrin heya bêhin dayîn û standineke azadiyê jî, ev şer di bingeh de ev hewldaneke dawiyê pêwîst e were dîtin. 
Ger wê jiyanek hebe, wê ya azad be
Divê wateyê de PKKê bûyerekî vejînê ye, bûyerekî roja nû û bûyera Newrozekê ye. Vala vala me ji îro de dest bi PKKê nekir.  Di heman demê de di devê vê xilasbûyîna bitirs de, mirovên me yên lewaz, navekî rast  û dirust ji xwe re dayîne. Ji xwe re sonda ez ê wê dirust bibim dayîn e. Di demekê ku tu hêvî jî nemabû jî, pê bawerkirin, tu şansekî wê nebe jî gotina :” ez ê ji bo vê nasnameyê û ji bo vê sondê jiyanbikim; ger were xwestin ez ê şer jî bikim.”  cewherê vî karî ev e. Bi şêweyekî dîtir nabe.
 wê rojê weke niha di bîra min de ye: di paytexta dijmin de, di serdemeke ciwan seranser, bê îda û rû birûyê  daqurtînê de bûn, dîsa bi hemû derfetên balkêş ên dijmin re dema rû birû bûn û di ti tiştekî de jî nehêjayî eleqeyekî ew qas paşverû bû, xilasbibû.Di rojekî wiha de min tercîhek kir. Ji derfetên jiyana dagirkeriya tunekirinê re min got: na. Bêhêvî, bêderfet û heta hêviya azadiyê ku ne gengaz bû pêk were, heya kesên endam jî pê nebawer, belku bi her tiştekî bawer dikirin, lê wate nedayîna vê pêngavê; ger em destpêbikin wê çi bibe? Va me vê biryarê da. Di cîhanê û dîrokê de belku weku vêna nehatibe dîtin. Yek du peyv jî be, me got:” axa dayîkê û jiyaneke binansa me.” Dîsa me got:” ger wê jiyanek hebe; wê ya azad be.”  Her wiha me dest bi şerê hêviya mezin ku hemû kes di şopînin kir. Vê dîrokê, bêguman negengaz e ku bi xîtabekê re were ziman. Van 25 salan ger gengaz be her timî lêkolînkirin, her diçe biqasî teoriya wê kûr kirinê derxistina holê jî di destpêka xwe de jî vîneke wê yê bihêz hebû, derbirîna wê ya siyasî çi ye? Jiyana ku dixwaz e pêşxîne, di zimanê leşkerî de derbirîna xwe çi ye? Çi çêdike? ev pirs û pirsên weke vana bi hemû aliyên xwe, yek na, pêwîst e hezar destgeh werin xetkirin, hîn kûr û her diçe vêna bi şêweyekî tê bilindkirin de fêmkirin, bi van salan mezinbûyîn, pêwîst e, bi van salan ji nû de were avakirin. Rastiya Rêbertî, bûyera rastiya PKK’ê jî bi temamî ev e. 
Ma di hindir de çi nîne: Ji mirovên heşifî (silik) em bigrin heya yê herî xayîn, ji qehremanên herî mezin em bigrin yê herî ketî, em yê herî xweşik bigrin heya yê herî kirêt, ji yê herî tirsonekê wê em bigrin yê herî qehreman, ji yê herî zindiyê wê em bigrin heya yê herî miriyê xwe, her tişt tê de heye. Van salane, ev rojên hemdemî yên Kurdistina’ê, PKK; dema her tişt xilasbûbû, navê wê jî ne mayî de,  weke çareseriyekî dawiyê, ger wê hebe mirovatiyekî me, ger wê nasnameya me jiyan bike, wê gengaz be xilasiya me, ji berê her tiştê tevgera vêna bi guftugokirinê ye. Hîn li pişt re, ger gengaz be çûyîna biryarekî, ji wêna jî wirdetir vînekî, şerekî û gelo! Tevgerekî em dikarin rê li pêşiya hewldanekî wiha vekin e. 
Zagona Herî Mezin Vîna Jiyana Azad e
Birastî jî PKKê partiya Newrozê ye. Partiya xwîna ber bi jiyanê ve dimeş e ye. Ji bo vejînê di xwezaya xwe de tiştek hebe, hewldaneke ji bo keskbûyîna wê, kûlîlkbûna wê ye. Yek jî di van rojên Newrozê de bahozên tund hene. Carna kûlîlkan jî di perçîqîne, di îdayekî fêkî jî xirabike û tovê wê bi şewitîne ye, ewna qey di hindirê me de nîne? Heye. Qey em hindik destûr didin ji bo tovên vejînê werin şewitîn. Em kêm xiradikin û di şewitînin. Çi qas di cîhde ye PKK partiya Newrozê ye, çi qas jiyanî ye, çiqas vekirî ye, lê dîroka wê, rojanebûyîna wê jî xirakirin û şewitandina wê çi qas rast e! Weke ku rastiya wê heye vêna pejirandin jî hîn rastire. Me her timî bi vêna bawerkir û bi vêna got: “çi zagon nexwedî hêzekî di ser vîna jiyana azad re ye.” Me li ser vê bingehê jî têkoşîn da meşandin. Îro ev pêşketinên ku tên jiyankirin jî didin nîşandan ku, yê serdikeve di her aliyekî xwe de nebe jî ev e. Mezopotamya dîrokek û welatekî azadiyê ye.
Zagonên dewletê, zagonên mirinê ye. Van zagonên xwe bi herî zilamên xwe yên xurt, her roj bi xwîndayîna verişandinê re pêktanîn. Qasî zagonên dijmin ên mirinê yek jî zagona xayînan, yên azadiyê qet nasnakin, yên rizî ne, yên nebûne pêşgirê xwe, yên xwe pênasenekirine, yên nebûne xwediyê pirensîbeke û  vîneke azad yê kesên heşifî, meymûnan jî heye. Yekdin jî zagona bûkalemûnan heye. Ev zagona, yên  şêlû, li hember herî armancên pîroz jî tucaran nayên rastiyê ne. Ji xwe ew pir bi bawerbûn ji van zagonên xwe. Ango bi awayek vekirî zagona komkujiyan, zagona xayîn, ketî, heşifî û bûkalemûn li hember me bû. Me jî got: li hember vana hemûyan pêwîst e zagona azadiyê hebe. Her wiha me di van salan de ev zagon sepand in. Em dibînin ku ev zagon ya herî xurt e. Bitaybetî ew zagona “Komara Tirkî” yê ku  dihat bilêvkirin ku tucaran xeranabe, dest nayê dayîn, nayê nîqaşkirin, heya yên ku tenê bi niyetek wiha jî di fikirin ku digotin: wê kelaxê wan biçe ew zagonên wan ên weke zirxî em tenê bivêna kunkirinê re bisînor neman, me vêna ji hev qet- qet kir û ji hev jî belav kir. Yê xayînan jî bi heman şêweyê ye. Me vê zagonê li serserê wan kire bela. Ketin rewşekî bi êş de. Bi kesayetên şêlû encex biqasî spihekê jî nîrxên xwe hebe, min derxist holê. Di nava darê azadiyê de ev kurmikên ku hene bi zagonên wan re em vana perîşan dikin. Evna karên xweşik in. Ev, vekirina ji zagona jiyana azad re dide bidestxistin. Min tucaran peyvên xemilî bikarnanî ne, min xal- xalên zagonan rêznekirin. Di Mezopotamya de zagona Hamûrabî heye. Tê zanîn ku yê di serî de zagona Asûr daniye ew e. Zagonên xofdar in.  Di dîrokê de zagon li ser van axan za ye. Bingihên wê yên destpêkê li vir hatine avêtin, bi navê desthilatdaran, bi navê şehristaniyê. Bêguman  şervanên azadiyê jî li ser van axan hebûn. Dema Împeretoriya herî hişk a Asûr’ an di dema koledariyê de heta ruxandin, ne tenê yê Kurd’an, azadiya tevahî gelan û gelê Asûr jî di nav de dest pê kir. Divê wateyê de Mezopotamya welatek û dîrokeke yê azadiyê ye jî. Ji Kawa’yê Hesinkar heya Mazlûman gelek şervanên azadiyê yên pîroz hene. Em ji Halaci Mansûran bigrin Pîr Sultanan, heya li Sêwasê Nesîmiyê ku hatiye şewitandin jî, ev hemû şervanên azadiyê yên van axa in. Lê belê di şexsê KT’yê de ya herî dawî xwe aniye ziman zagonên wan ên bêrehim jî hene. Evane di nav şerekî mezin de ne. Me di vî şerî de cihê xwe baş birêxistinkir. Li aliyê berxwedaniya gelan cih girtin û girêdayê zagonên wan ên azadiyê mayîne. Bi mirovahiyê re ji vır de ew jiyana azad a destpêkirî û ji vê dergûşa azadiyê re carekdin şahidîkirin û girêdayî mayî ne.
          Ev, ji me re gelek balkêş hat û me anî vê rojê. Em gelek kêfxweş in, em di nava pîrozbahiyek rast de ne. Dema me dest bi vî karî kir, me gotibû: “ ji vêna û şûn de hemû roj Newroz in.” Birastî jî di van 25 salan de hemu roj bûn rojên bi Newroz. Me sonda xwe ne cut. 
Lê belê ew êş û êşkenceyên  zaliman sepandin jî hebûn. Xirakirin û şewitandin hebûn. Şewitandin, mirovên pîroz. Bi hemû cureyên teknîkê, bi çekan û bi êşkenceyan şewitandin. Va dilê me dibêje ku: wê çawa xwedî li bîranîna van mirovên hatine şewitandin were derketin? PKK hêza vêna ya tolhildanê ye. Zekiyeyan, Zîlanan, Ronahiyan dema dibin şehîdên mezin ê van rojan, di rastiyê de ji bo pirsa wê jiyana azad çawa were jiyankirin re ji bo xwe bigihînin vana em jî, gotin û wesiyeta wan fêmdikin. 
Divê wateyê de Newroz  kurbûnek herî bihêz, li hember hemû şeran li ber xwe dide û biqasî serbikeve jî tundbûyîn e. Lê dinêre fêmdike, dimeşe, li pişt wê re jî serkeftin tê. Di PKK’ê de şervan afirandin karek xweşik e. Ev hemû ne weke ew gotinên hûn  her tim dûbare dikin, ji gotinê jî wir de tir ez dikev im cewherê wê. Bigiştî rojane xilaskirin na, vînekî biqasî dest pêk û dawiya mirovan bike yek, ez gelek ji karê mirov dayîna afirandinê hezdikim. Felsefeya vêna çawa çêdibe? Yê dixwaze dikare binivîs e û dikare felsefeya xwe ji vê derxîne. Ê dixwaze dikare siyaseta xwe, zanistiya xwe ya leşkerî, hûnera xwe, yê dixwaze estetîka xwe dikare ji vir derxînin, her tişt tê de heye. Ev zêdetir eleqeder dike û em hevgirtina hemûyan çêdikin. Hûn ên ku xwe PKK’yî dibînin, heya yên xwe di asta artêşek êde jî dibînin, ez ji vêna re rêzdidim û piştgirîyek xurt jî didim. Lê ez xemgîn im ji bo rewşa we. Ji ber ku hûn hîna nehatine asta gotina kar jî. Ew rastiya rihê mezin li ku derê ye, yek jî ew destûrdayîna we ji bo dijmin ku ew xwe li ser we dayîna meşandin. Ji xwe ez ji va keçên ciwan, gumana min ji ew dilsoziya we a bi PKK’ê va  nîne. Gumanê min ji bo xwe dayîna we ya azadiyê jî nîne. Lê bêlê ji ew zagonên cinsî yên azadiya xwe ji zu de hatiye xilaskirin bê agahîbûyîn, ji şerê çînî, ji şerê netewî û gelo ji şerê mirovê xweşik dûr mayîn ku di encam de gelek nimuneyên xwe jî hene we ji jinekî kolanan an jî jinek cariye zêdetir teslîmkar nake? Tê wê wateyê ku kêmahî hene.
Gelek caran bangawaziyên me çêdibin. Hûn wisa dizanin ku em jî cambazê peyvanin. Weke ku hûn dibînin nîne, birastî jî wisa nayê ser ziman. Di rastiya me de bi ricakirinan re ji bo armancên biçûk bi rişwet mirov qezençkirin nîne. Di rastiya min de ev nîne. Di rastiya min de weke Newrozê  zayînekî amadekiriye li hember dayîk jî seknek heye. Çi ye? Dayê tu bi vê rewşa xwe li pêşiya jiyanê dibî kelem, bisekine! Te anîne rewşekî kelembûyînê. Ji pêşiya min rabe! Ez mirovekî  naskirinek mezin a jiyanê min daye afirandinim. Yê ev ji xwere esas girtî, êdî xwe ji civakê qutkirîbû. Navê me bi bêbeniyê jî derkketibû. Lê ji bo ez hemû xelekên xwe bi stûna mirovahiyê ya sexlem re girêbidim min hemû hêza xwe bikaranî. Tenê demek jî be, di asta peyvek de be jî, ji ewa mirova ne ez dûr nemam. Min eleqeyek gelek mezin da. Lê min çi dît? Her tim derew, şaş, her tim kirêtî û her timî hewldidin ku bi xapînin. Ji bo vê hindek navên min ê ku li xwekiriye heye. Naxapîne û nayê xapandin. Derewan guhdar nake, derew jî nake. Kirêtiyê na pejirîne, xwe bi awayek kirêt jî nade jiyankirin. Nêzê binkeftinê nabe, binkeftinê jî napejirîne. Min vana di xwe de ewqas da runişkandin ku hûn dibîınin hindek tişt bûye, dibe û wê bibe jî. Em dixwazin vêna parvebikin. Weke ku hûn dibînin, hûn parvekirinê biqasî dizekî jî nikarin pêkbînin. Hûn ew xayînên di nava me de, ew dizên xiyanetê ku di nav me de jî nabînin. 
Hûn milîtanin. Çi qas ji bo partî û artêş tê xwastin ew qas, çi qasî ji bo gel jî tê xwastin ew qas e, çi qas li hember dijminbûyîn pêwîst be ew qas; Çi qas mafên we hebe ew qas e. Ev sosyalîzm e. Ev qasî ku paşeroja mirovahiyê ye, ew qas jî pêşeroja we ye. 
Li ser vê bingehê ev Newroz’a PKK’yîbunê ya pîroz, biserkeftî li we hemû milîtanên me yên hêja, li gelê xwe pîrozdikim. Silavdikim û hezkirinê xwe pêşkêş dikim. 
  Rêbertî ya Partî
21 Adar 1998