HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

(Beşek ji dahûrandinên Rêber Apo li ser xebatên ziman)

Li gor min, vêbeja (mit) Kurdî, çîrokên Kurdî, serpêhatiyên Kurdî mijarên herî girîng ên wêjeyê ne û zindîbûna xwe jî hîna diparêzin. Ez qanî me ku ji serdemên herî kevin ên dîrokê ve xwedî naverokeke wêjeyî ya bihêz in. Di roja me de jî, rexmî mêtîngeriya tirsnak, xweparastina wan û xwedomandina wan gelekî girîng e. Bi taybetî klambêj, dengbêj û çîrokbêj dikevin mijara wêjeyê. Pirsgirêka wan a nûjenkirinê heye. Yek jî pirsgirêka wan a teşekirina bi teknîkê heye. Mesela niha televîzyon gelekî girîng e. Divê em cih bidin çîrokbêjan, helbestvanan, dengbêjan û klambêjan. Di Kurdan de ev yek pir bihêz e. Divê em ji bo van saziyên lêkolînê damezrînin. Ev di wergiriya xebatên wêjeyê yên rastîn de ne. Divê em misoger nirx bidin van şêweyên klasîk.

Esas divê mirov bi nepixîna şoreşgeriya Kurd û serûbinbûna wê re girêdana vê yekê çêbike. Misoger evîna bi şêwazên kevin nabe, bi şêwazên kevin strîna klaman û vebêjiya çîrokan jî nabe. Divê êdî ev îfadeyên xwe yên rojanî bi îfadeyên klasîk ve bikin yek. Hemû netewan ev yek pêk aniye, divê êdî em jî wêrekiya pêkanîna vê raber bikin. Divê em naveroka wê jî nû bikin. Naveroka wê veguherîneke hewlnak dijî. Divê em şêweyê kevin ê berê jî bi vê naverokê ve bikin yek. Ev peywireke pir girîng e û li pêşiya wêjevanan ji bo serxistinê rawestiyaye. Qet hewce nake xwe ji ber bidin alî.

Divê misoger em şêweyên klasîk berdin, lê divê em naveroka nû jî tu caran li paş çavan nehêlin. Ger naveroka nû dil e, şêweyê kevin zimanê vebêjê ye. Ger mirov herduyan neke yek, yekgirtin nabe. Ger em bikaribin vebêjê bi naveroka nû re bikin yek, ez bawerim dê ev bibe ronesanseke wêjeyê jî. Hemû van tiştên me vegotin, esas tên wateya Ronesanseke Kurd a dereng ketî. Tevahiya Ewrûpayiyan vê yekê jiyîn. Mînak Kemalîstî jî dibêjin, “li Tirkiyê Ronesansa Anatoliyê.” Dereng be jî, em ji salên 1970'an şûn ve ev ronesans û vejîna Kurd dest pê kir. Li gor min bi şêweyeke semyan jî didome. Ji bo vê Ronesansê jî barên giran dikevin ser milên rewşenbîran. Çawa ku ev yek di rewşenbîrên Ewrupayî de gihiştiye îfadeyeke semyan, êdî di Kurdan de jî ev roj hatiye. Divê em vê yekê hem wekî şansekê mezin bibînin û hem jî wekî peywireke ku divê misoger were biserxistin li ser rawestin.

Banga min ew e ku rewşenbîrên me tiştên vê gavê diqewimin bikaribin bi feraseteke rast binirxînin. Ez ê di bin xizmeta wan de bim. Kesê ku herî zêde ji me re dide xeberan jî di nav de, ez ê li hember hemûyan zimanekî medenî esas bigirim. Bila werin televîzyonê bi kar bînin, bila rojnameyan bi kar bînin. Herêmên ku ji aliyê gerîla ve rizgar kirine hene, bila werin wan deran. Bila werin gelê me, xweşikiyan bibînin; bila werin semyaniya gerîla bibînin. Herêmên rizgarkirî gelekî semyan û rewneq in, bila hêdî hêdî vê yekê bipejirînin. Bila herî kêm bi qandî rewşenbîrên ji neteweyên din bi kar bînin.

Hebûna Çandî Bi Ziman Pêkan e

Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî û nerîna wî jî qeyd û kelepçe hatiye xistin. Hîn ez di heft-heşt saliya xwe de, dema diçûm dibistana seretayî ya Cibînê, gundê cîranê me, min yek peyv jî bi Tirkî nedizanî. Di çûn û hatina dibistanê de min her dem ji xwe dipirsî; çima em bi Kurdî fêr nabin û çima dibistanên bi Kurdî nînin? Bêmafiya bi ser me de tê rêvebirin, di wan salan de min ferq kiribû. Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye.

Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman faktorekî herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye... Ji nijadkujiya fîzîkî tirsnaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma em ê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Di vê mijarê de, divê dayîk û zarokên Kurdan xwestekên xwe bi dengekî bilind bînin ziman, reaksiyonên xwe yên demokratîk raber bikin; ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye.”

Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di derbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima heta niha saziyeke zimanê Kurdî nîne? Ataturk jî dema nû komar damezirand, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî saz kir. Divê em jî bi lez bigihên saziyeke bi vî awayî. Ger heta niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmaniyek e û divê leztirîn ev kêmanî ji holê were rakirin.

Her wiha ev yek wekî Akademiya Ziman jî dibe. Ya girîng ew e ku demeke zûtirîn di warê zimanê Kurdî de xwe gihandina sazîbûnê ye. Divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihên sazîbûna Zimanê Kurdî.