HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“Tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan kete meha 11an û 308 roj li pey xwe hiştin.”

Bi saya siyasetmedarên tirk gelek gotinên balkêş di ferhenga jiyana rojane ya Kurdan de jî cih digirin.

Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, herî dawî ji bo rojnamevanên ku car caran komkujiya Roboskî dinivîsin, got: “me hefsar-gergunkê serê we derxist, we yê navneteweyî kire serê xwe.” Bêguman ev gotin kurdan jî, ji nêzîk de alqadar dike.

Guman dikim ku, gotina hefsar li çar parçe û herêmên Kurdistanê tê zanîn. Lê gergunk nayê zanîn. Belkî dimîne herêmî, belkî bajarvaniyê ev gotin daye jibîr kirin. Gergunk biçûkê hefsar e. Pirranî ji bo golik, dehşik û ciwaniyan tê bikaranîn.

Zazakî, gergunk, “xape”, yan jî “xapike” ye. Gergunk, ji hefsar rengîntir û bi neqiştir e.

Dibêjin, hestiyê ziman nine, li gorî xwediyê xwe dilive û gotinan rêz dike. Zimanê Erdogan jî bê hestî ye û tenê rastiya (!) xwe tine ziman. Muxalefetê qebûl nake, arqa wî ji rastiyan diçe. Erdogan, herî zêde nehîletê Haraketa Azadiya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan e û nehîletê medya Kurd e.

Gotina wî ya bi kar anîna hefsar, yan jî gergunk, kurdan jî, ji nêzîk de alaqadar dike. Herçiqasî Erdogan, bi vê gotinê êrîşî dijberên xwe dike jî; di rastiyê de, kiryarên xwe mikur hat. Ji ber ku Erodgan, gelek entelektuel, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd hefsar kirine, gergunk kirine û li ser alifê xwe girêdane.

Ew gotina han, “keça min ez ji te re dibêjim, bûkê min ti fêm bike” ye.

Ji ber ku piştî Erdogan, sergerdeyekî din yê AKPyî, got, “emê hefsar û gergunkên wan kesên bi derve ve girêdayî jî jêbikin.”

Ev tê wateya ku AKPe, amadekariyên xwe dike ku hîna gelek kesên din jî bi hefsar û gergunk bike. Gelek Kurdên li Ewropa jî amadekariyên xwe dikirin, ku bi destura Erdogan biçin ser alifê AKPê û Cemaetê, hefsar û gergunkan bikin sere xwe. Lê Erdogan, ew qebûl nekirin.

Herçiqasî em rengê hefsar û gergunkên di serê Kurdên ligel Erdogan nizanibin jî, guman dikim ku AKPe, bi gelek rengên cûda vî karî dimeşîne. .Ji bedêla gulikên rengîn yên bi gergunk û hefsaran ve girêdidin; rengê şîn û şeq-req û reqêna nû-tewbê kaxezên taybet yên “emerîqan brîstol” ku pere lê ser têne çapkirin in.

Bi hatina AKPê û Cemaeta Gulen re, ola bi pere, vijdanê bi pere, hiş û ramanê bi pere, rastiya bi pere, derewên bi pere jî kete rojevê û ev rojev her diçe kûr û fereh dibe. Ji ber ku, aliyê pîşeyê exlaqî û zanistî jî kete vê çarçovê û hate hefsar - gergunk kirin.
Nêzîk e, Erdogan wê behsa zînê li ser pişta van kesên bi gergunk û hefsar jî bike.

Lê dixwazim ku hêviyekê, niyazekî ji Yezdanê mehreban î dilovan bikim. “Bila Yezdan, me ji “edebiyata felzeke” biparêze. Ji ber ku “edebiyata felzeke” bi bêbextiya romî, polîs û dozgerên taybet dagritî ye.

Doh bû, di kanala telewizyoneke tirkan der, çend kesên bi tîtra “DR.” weke her demê kilîda behiştê, Qur’anê, Tewratê, Êncîl, ol, behişt û dojehê kiribûne destên xwe û şîroveyên balkêş dikirin. Yekî ji van, ayeta Qur’anê ya li ser Îsraîliyan xwend û got: “Ji sedema ku Israîliyan yekemîn car, baweriya ola “yek Xwedayî” parastiye, Cenabê Mihemed û Qur’anê behsa wan kiriye.”

Yekî din jî, digot, “Cenabê Îsa wê dabikevê Stembolê.”

Yanî van kesên xwediyê titra “DR.” vekirî derew dikirin û didane xuya kirin ku, bi gergunk û hefsar kirî ne. Ev berhem û firazeya Sultan Erdogan e.

Berêerdogan gulen ev karên hefsarkirin û gergunkkirian mirovan, bi dizî dihate kirin. Îro, bi saya Erdogan û cemaetê vekirî tê kirin. Ji ber ku heta demekê hefsar û gergunkê cemaetê veşartî dihate kirin. Piştî ku lingê wan di qada dewletî de refik girt, êdî eşkere ev kar kirin û dikin. Doh bû, nivîsa Amed Dicle di ANFê de derket û çend kiryarên kujerî yên Abdullkadir Aksu anîbûn ziman. Entellektuel û rewşenbîrên ku wan, malbata wan û gelê wan ji kesên weke Abdulkadir Aksu darbe xwarine, îro dibin fermana wan bextreşan de kar dikin. Aksu Kurd e, hefsar û gergunkkirî ye, yên din jî li ber wî kesê hefsarkirî, rêz dibin û hefsar û gergunkan dikine serêx we. Heyf û mixabin!..

Bêguman têkiliyên reş û tarî, dikarin bi zimanê Kurdî û rengê kurdî jî werin kirin. Ev nayê wateya ku, kesê hefsarkirî û gergunk-kirî, gunehkariya li hemberî gelê xwe nakin. Ji ber ku mirovê di kozika dijmin de rûnişt, nikare berê çeka xwe bide dijminê gelê xwe, mecbur e bide gelê xwe.

Hevsar, yan jî gergunkê heywanan, di destê kê de be, ew heywan mecbur e, li pey wî kesî biçe.

Em li aliyekî din binêrin: Li Tirkiyê, gelek rojnamevan, entelektuel, li devê dergehê MÎTê, li devê dergehê desthilatdaran rêz dibûn û bi referansên MÎT û siyasetmedaran, karên xwe dimeşandin. Îro, ev kes û derdor li ber dergehê AKPê û Cemaetê bûne rêz.

Dîse, Emerîka, di dagirkirina Iraqê de, ji bo belakirina ulufeyê çapemeniyê 200 milyon dolar veqetandibû. Îro AKP û Cemaet heman karî dike.

Bi vê mebestê gotinên Erdogan, rastiya xwe, ya Cemaeta Gulen û ya welatê xwe eşkere kir. Medya bi gergung di komkujiya Roboskî de jî rengê hefsar û gergunkê xwe eşkere kir. Lê, hîna rengê hefsar û gergunkê entelektuel, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd yên ligel AKPê û Cemaeta Gulen kar dikin eşkere nebûye.
Gelooooo!...

                                                     

Medeni FERHO