HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

erdoganTirkiye, bi sîstem û hiyerarşiya xwe ya dewletî di nava hejandinekê de ye.

Derekete holê ku, bela serê Tirkiyê, ne “dijminên hundir û derve” ne, îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Ev îdeolojî, 80 sal in bi çavkaniya pirsgirêkên antî-demokratîk hate xwedî kirin. Ji aliyekî ve taktîk, ji aliyê din ve teorîk... Lê her du alî jî, di destê yek hêzê de bûn û vê hêzê potansiyala civakî, aborî, huquqî û parlamento di destê xwe de digirt.

Tirkiyê ji aliyê vê hêzê ve, di rengê “mekanîzma kontrolê” ve dihate rêvebirin.

Hevsarê “mekanîzma kontrolê” ji damezrandina komarê û heta îro jî, di deste hêzên derve de ye. Hêzên derve, ji bo ku “mekanîzma kontrolê” veşêrê, raya giştî bixapîne, sîstema parlamenterîzmê derxiste holê. Nûnerên parlamentoya “şeklî” jî, ji temsîliya gel zêdetir, wek amûrên meşrûkirina “mekanîzma kontrolê” kar dikirin.

Mînak: Parlamentoya Tirkiyê di 80 salî de, yek “reforma civakî” erê nekir û ne kiriye pratîkê, hêviyên demokratîk nedane gelan. Îro jî, parlamento mertalê zindî yê pratîzekirina nijadperestiya Tirkîtiyê ye.

Ev mertalê “mekanîzma kontrolê” di heman demê de, mertalê polayî yê parastina hiyeraraşiya burokratîk e. Lewma hiyerarşiya burokrasiya dewletê, weke stuna duyemîn ya pratîze kirina nijadperestiya Tirkîtiyê kar dike.

30 sal in, gelê kurd, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, li dijî vê sîstema nijadperestiya hişk û tuj şer dike. Di nava 30 salên dijwar de, Kurdistan bû “tewrata bûyerên drametîk”. Piştî berdêlên giranbiha, tozika mirinê ji ser gelê Kurd hate rakirin û bawerî hate çêkirin. Di gava duyemîn de, rastiya dewleta Tirk û rûdêna rast ya îdeolojiya dewletê eşkere kir. Di gava sêyemîn de, burokrasiya nijadperest û kanunên li ser bingeha inkar û tunekirinê hatine amadekirin, ji her laî ve dane naskirin. Di gava çaremîn de, îradeya gel afirand. Di gava pênecîm de, sîstemeke modern ya alternatîf afirand.

Gava çaremîn giring e. Ji ber ku di vê qonaxê de, hate diyar kirin ku, demokrasî, sosyalîzm, wekhevî, biratî, ne di parlamento de, di kolanan de, di îradeya gel de ye û bê îradeya gel jî, temsîliya demokratîk nayê dîtin. Lewma Destura Bingehîn ya demokratîk, civaka demokratîk û siyaseta demokratîk hate dikirandin.

Lê dewleta Tirk, li dijî rêbazên exlaqî, insanî, li dijî huquqê gerdûnî, li dijî peymanên navneteweyî haraket kir û li dijî gelê Kurd şerekî gemarî, qirêj û bi jehrê dagirtî şer kir. Şerekî barbarî yê tunekirin û tesfiyekirina giştî kire pratîkê. Dîse jî, nijadperestiya spî, li hemberî têkoşîna gelê Kurd xwe li ser lingan ne girt, têk çû.

Lê, Xwedayê statukoparêziya li ser bingeha tunebûna gelan, netew-dewlet sazkar kirin, hêzeke nû, di rengekî nû de li Tirkiyê derxiste holê. Vê hêza nû, ku sembola xwe kire “nur” û îdeolojiya xwe di “ampul”ê de dîl girt, wek qamçiyê xezebê dest bi kar kir. Rêbaz, peyman, huquq, ademiyet, nasnekirin; nîq, derew, teşqele, davik, demagojî, yanî her cûre alavên derî ademiyetê bikaranîn û êrîşî gelê Kurd kir.

Dîse, xwe ji têkçûnê xelas nekir.

AKPe, bi Fetul-munkîr re koalisyon çêkir. Dîse jî, di hilbijartinên 29. 06. 2011 têk çû û ji Kurdistanê hate tesfiye kirin. Lê têkçûna xwe, wek kîneke siyasî di hinavên xwe de kire kulîlka quzelqurtê. Di encama verîşandina kîna quzelqurtê de, îradeya gelê Kurd xesp kir.

Dîse xwe ji têkçûnê xelas nekir.

Çekên kimyewî bikaranîn, li Xakurkê, Geliyê Tiyarê û Roboskî komkujî pêkanîn. Gunehkariyên sucê mirovahiyê, -yên berî xwe û yên ku bi destên xwe pêk anîn, kuştina zarok û ciwana, kanunên taybet, rastiya gorên komî- teva veşartin. Li hemberî cenazeyên gerilayên Kurd, kiryarên bê exlaqî û derî insanî kirin, li hemberî jina Kurd tixubên exlaq û rûreşiyê nasnekirin.

Dîse xwe ji têkçûnê xelas nekir.

Hêza “mekanîzmeya kontrolê” teva di serokwezaretê de kom kirin; pratîk û teoriya îdeolojiya dewletê jî, ji qijlê derxistin di Akademiya Polîsan de bi cih kirin.

Dîse, xwe ji erdhejên siyasî xelas nekir.

Tecrîda li Imralî, di rengên cûda yên kujerî de dane destpêkirin; huquqnas girtin, siyasetmedar girtin, zarok, xwendekar girtin, rojnamevan girtin. Sala 2011an, li gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd kirin tara bêjingê. Cografya Kurdistanê, bi mirov, lawîr, dar û devî, av, ax û hewa bombarduman kirin. Di destpêka sala 2012an de, jî li riyên tesfiye kirina BDPê û parçekirina Bloka Ked û Demokrasî geriyan û gera xwe berdewam dikin.

Gelê Kurd qîm nekir û bi 3 sloganan pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo, di keyasetiya girtiyên azadiyê de derekete holê. Girtiyên Azadiyê, 4 parlamenterên BDPe yên girtî jî di nav de, zêdetir ji 400 girtiyên azadiyê, bi sloganên “tecrîd bila rabe, diyalogê dest pê bike, operasyonên siyasî û eskerî werin rawestandin”, greva birçîbûna bê dem û bê-dorveger dane destpêkirin. Greva birçîbûnê kete roja 22an, ev rojên ku amûrên bedena mirovan hêdî hêdî têk diçin e.

Dîse jî, îdeolojiya fermî ya dewletê, ku di “nura” (!) AKPê de kom bûye, xemsariya xezeblêbûyî, di rengê tolhildanê de berdewam dike.

Ez gotina di nivîsa xwe ya berî vê de dûbare bikim: Eger, di vê çalekiyê de mirin çêbibin, cîhan teva li ser hev kom bibe û navbeynkariya Tirk û Kurdan bike, wê nikaribe li hevhaitnekê pêk bîne. Êdî tola xwînê wê giran bibe.

Mirovên bê çek ku tenê dengê wan û bedena wan çekê wan e, di çalekiyê de ne û AKPe piştî 22 rojan jî hîna yek gotin ne gotiye.

Erdoganê ku, hevdîtinên çareseriya pirsgirêka Kurd li Imralî, bi Birêz Ocalan re, bi rayedarên Haraketa Azadiya Kurd re, di pêvajoya Osla de dane destpêkirin, komên aştiyê ji Qendîl û Maxmurê anîne Tirkiyê, îro, xwe weke “Cengîzxanê şûrê Xweda” dide naskirin. Gotineke tirkan heye dibêjin “yemezler”, bi kurdî jî bêjin, “tu xwe dixapîne.”

Îro, Enqera jî, îdeolojiya fermî ya dewletê jî di nav de, tevahiya Tirkiyê, di nava rêze-erdhejan de diçe û te. Civak dikele, burokrasî dikele, parlamento dikele, dadgerî dikele, kolan dikelin, saziyên pîşeyî dikelin, baro dikelin, karsazî û karbidestî dikelin, partiyên siyasî dikelin û desthilatdariya AKPê, hîna jî wek mîratzadeyê ku dibêjin, “xwediyê miriyan kor in” çavkaniya dijminatiya hundir û derve bi kar tîne.

Di vê dema ku Tirkiyê ketiya nava erdhejên berdewamî de, dive hêzên Kurd, li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê şaşîtiyên dîrokî nekin. Aman haaaa!...

Medeni FERHO