--Tecrîda li ser Birêz Ocalan, di meha 10an de ye û 300 roj derbas kirin.--
Rojhilata Navîn ketiya nava şerekî mezhebî û ev şerê mezhebî jî ber bi şerekî cîhanî yê germ diçe.
Şerê li herêmê çiqasî mezhebî û di navbera eniyên herêmî de xuya bike jî, di rastiyê de, di navbera dewletan de tê kirin. Ji aliyekî ve hêzên herêmê li dijî hev şer dikin, ji aliyê din ve hêzên global serdestiya xwe sazkar dikin.
Şerê sêyemîn yê cîhanê, ku bi dagirkeriya Afganîstan û Iraqê dest pê kir, ketiye qonaxa sêyemîn û bi dizayn-kirina Rojhilata Navîn berdewam dike. Ji dizyankirinê bêhtir şerê “çîzkirinê” ye ev. Hem hêzên herêmê li dijî hev in, hem hêzên global…
Şerê çîzkirinê, rêbazan, tixuban, peyman, edeb û exlak nasnake. Şerê çîzkirinê, şerê berteref kirinê ye û şerê psîkolojîk jî, di vî şerî de tenê parçeyek e. Lewma di vî şerî de, kiryarên herî bê exlak û kujerî têne bikaranîn. Mînaka wê jî Tirkiyê ye.
Lewma min nave “qonaxa sêyemîn” bikaranî.
Sîstema îro ya cîhanê, navê nakokiyan e. Siyaset jî “parçe bike rêvebibe, tevlîhev bike û serdestiyê bike.” Yanî sîstema klasîk berdewam dike. Dagirkerî û siyaseta otorîter jî serdest e. Komar, demokrasî, aştî û hwd. jî “xwedê giravî û yanîî” ne.. Ji şerê yekemîn yê cîhanê û heta îro, yek demê û yek heyamê, Rojhilata Navîn û Asya nêzîk, ji qîrûteşqele, ji xwîn rijandin û ji qirkirin û komkujiya gelan xalî nebûye.
Rewşa dawî ya li hermî jî ev e.
Dibin pêşengiya Emerîka de, ji bedêla demokrasî, şerê mezhebî û dîktatoriya Nurî El Malikî û terora Baasa dibin serokatiya Elhaşîmî û parastina dewleta Tirk û faşîzma bi destê detshilatdaran pêr hebû, doh hebû, îro jî berdewam dike.
Sîstem aramiyê, aştiyê û demokrasiya gelan naxwaze.
Bi vê mebestê em bêjin; Çi dibe û bi çi navî û encamê dibe bila bibe, eger demokrasiya gelan çênabe, paşeroj heyho ye û nakokiyên sîstemê bi dawî nabin.
Di bihara gelan de, piştî têkçûna Mubarek jî tevlîheviya li Misirê berdewam dike. Mîratzadeyên sîstemê şerê kursî û berjewendiyan dewam dikin.
Li Libya, rewşa tevlîhev û zordestiya li dijî nasnameyên cûda û kursî berdewam dike.
Li Suriye, li hemberî planê aştiyê yê Kofî Annan şerê hundir berdewam dike û El Qaîde jî di nav de, Şîî û Sunî û Elewî hatine hemberî hev û şer dikin. Tirkiye jî weke darikê hewdelê Suriye tevlîhev dike.
Li Filîstînî pirsgirêka gelê Filîstîn û Îsraîl berdewam dike.
Li Tirkiyê, desthilatdariya AKPê û dewlet, ji aliyekî ve li hundir rê û rêbazên exlak, ademiyet, qanun, huquq û peymanên navneteweyî nas nake, çekên kimyewî jî di nav de, her cure alavên şer bikar tine; ji aliyê din ve destdirêjiyan li nava dewletên cîran dike. Doh bû di civîna NATO ya Chigako serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, ji Obama destura mudaxelekirina Suriye xwest û ev gotina balkêş bi kar anî: “Suriye ji dest diçe, tahammula me jî, ji kuştina hemwelatiyên wir re nemaye.”
Beşûşiya di rûdêna Obama de, wek ku bêje, “li hundir tu jî hemwelatiyên xwe dikuje û di nava wê beşûşiyê de ev bersiva balkêş da; “merakan neke, Suriye naçê tu deveran”
Lubnan tevlîhev e, Dakar tevlîhev e, Yemen tevlîhev e… û hwd.
Her pêşketin û buyer, mirov dike nava gumanan û pêwistî bi hinek pirsan dibîne.
Gelo rojnameya Emerîka Wal Strît Journal, di ragihandina xwe de bendeyî civîna NATO ya Chigako ma? Gelo, di pêvajoya civîna NATO de, ku mertalên fuzeyan ya li bajarê Kurdistan Meletê, radestî NATO bike, pêdiviya ragihandinê hate dîtin?
Ji ber ku, tê îddîakirin, li Suriye hêzên îslama radikal hinek bajaran dike bin kontrola xwe û tê tirsîn ku, çekên kimyewî bikin bin kontrola xwe. Ev tirs li Libya jî heye.
Bi vê mebestê; piştî ku rayedarekî îstîxbarata Emerîka îddîa kir ku “rewşa li Rojhilata Navîn û Asya nêzîk ber bi xerabiyek mezin diçe; Rojnameya Emerîka Washington Post jî, ragihand ku, berî civîna NATO ya li Chigako, bi beşdariya 19 dewletan li Urdunê manewreya eskerî pêk hat. Piştî manewreya eskerî jî yekîneyên taybet yên Emerîka, ji bo kontrol-kirina xeta heta bi Iraq, alyê bakur û kendava Basra, li Urdunê hatin bi cih kirin. Li Libya jî heman yekîne hatine bicihkirin.
Ev jî dema Emperetoriya Roma û qereqolên li ser riya hevrîşîm ya li herêmê tine bîra mirov.
Gotinên wezîrê karên derve yê Rusye ku berî civîna NATO bu du-sê rojan got;. “Li hinek payîtextan êrîşa li dijî Îranê tê axaftin.” Êdî amadekariya Emerîka ya 10 hezar prodatonên bi çek, lê bê pilot û amadekariyên li Israîlê pirseke qalind di mêjiyê mirov de çêdike.
Piştî hevqas gotin, em bi yek hevokê bêjin; li herêmê potansiyaleke bi krîzan barkirî li herêmê heye û wek valqanekê li ber teqînê ye.
Medeni FERHO