HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hinek gelek xwe zane dihesibînin hene; bêyî ku nenivîsin û neaxivin nasekinin. Di her fersendê de wêjeya me ji çiyayan “rizgarkirinê” dikin. Ew ên ku me ji nû ve “bigihînin” bajaran. Te dî pir dizanin ya, pêwîstî bi guhdariyê jî nabînin. Lê piştî ku pir dizanin, ji van zane û aliman re çend pirsên me hene;
Hûn qet asîmanan dizanin? We qet berî ku razên peroşa temaşekirina bi milyonan stêrkan ku berî berbanga sibehî de di heman ciyî de dîtinê tahm kiriye? Dema ku hûn li lûtkeya çiya ne, we qet di hêşê xwe de ew tirêjên rojê ku xwe rengorengo dixemlînin di bin ewran de nîgar kiriye? Nexwe hûn dîtina vanan deyndarê ew kevalên nîgarkêşên navdar in?
We qet dersa kedê ji ew moriyên ku li pey hev rêz bûne, di vir de wê de dibezin her derî û di nava ahengekê de dixebitin girtiye? An jî hûn mîna pezkoviyan bi lez û veşartî ji nişka ve û ciyek ku qet ne li bendê ne derketin û windabûnê dikarin hîn bibin? Ma hûnê qet fêm bikin ku ew siworiyên ne roj ne şev bêyî ku ji lîstikan têr bibin û hemû dinyayê didin aliyek û nîşanî me didin ka zarokatî çawa tê jiyandin? Ma we qet xwe gihandiye ew raza dengê çûkan û wateya çavên hespekê? Nexwe hûn bihîstina vanan deyndarên fablên La Fontanine ne?
We qet serkeftina hînbûnê ya têkoşîna jiyanê ya berûyek dîtiye dema ku dikeve ser axê, wekî şitlek şîn tê û piştre kok berdide? We qet ji dengê xwezayê bihîstiye ku her zindiyek bi milyon salan xwedî rabirdûyek e? Baş e, we qet girêdan û têkiliyek di navbera peleke berûyê û ya mirovan bi nexşandinan bi herikîna jiyana xwe re daniye? Nexwe hûn vanan deyndarê waneyên biyolojoyê yên dibistanan in?
Hûn qet, hîn bûn ku dema ku ew bixwe birçî ye nanê xwe bide hevalek xwe û pê re civakeke nû pêk bînin? An jî haya we ji bişirîna hevalek digel ku birîndar e bi we re hêviyek diafrîne heye? Baş e, we qet dersek ji hişmendiya mirovantiyê ji şervanek ku dema çeperek bi kêrekê dikole û pê re jî hemû mirovantiyê proje dike girtiye? Digel van hemûyan we qet wijdanek nesîp kir ji gerîlayek ku xwe deyndarê gelê xwe hîs dike? Nexwe hûn temaşekirina vanan deyndarê ew fîlmên Holywodê ku me di çîrokên lehengiyên ku di dema zarokatiyê de temaşe kiribû de ne?
Wê vanan yên ku gelek dizanin bixwînin? Zêde bawer nîn im...
Wê wanan yên ku gelek dizanin bikaribin bersiv bidine? Qet ne bawer im...
Jixwe çiya yên me ne. Ez ê bibêjim bila bajêr ên we bin, lê qisûrê nenihêrin yên gelek zane; bila ji her kesî re mizgîn be, em ê ji bona ku bajaran ji nû ve sererast bikin ji destê we qirêj in bigirin.
Bişar Andok