Ma wê Diyarbakır bibe AMED!
Serokatiya me vê pêvajoyê şibande salên 93’yan û da zanîn ku firsenda ku ew dem ji dest çûn em di bihara 2009’an de nû bikin û bikin wesîleya rawestandina şer û çareseriya pirsgirêka kurd.
Tabî dema ku pirsgirêka kurd tê gotin, bila tenê li Tirkiyê neyê fêmkirin. Lê xeleka herî dijwar û qewîm li Tirkiyê ye. Çareseriyeke li bakurê Kurdistanê wê bandor li parçeyên din ê Kurdistanê bike. Dewletên mîna Îran û Sûriye, ji dewleta Tirkiyê hêz digirin û di heman astê de polîtîkayên tunekirin û înkarê bi rê ve dibin. Tabî di van polîtîkayan de divê erka hêzên emperyalîst ên mîna Emerîka, Îngîltere û Îsraîlê jî em ji bîr nakim.
Niha jî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nîqaşên çareseriyê ev demeke têne kirin. Çapemeniya tirk û ew nivîskarên wan ên ku dirû, gotar li ser gotaran dinivîsin. Serokatiya me ji bona ku ev pêvajo dest pê bike çi ji dest hate kir û pê re jî Koma Civakên Kurdistanê hetanî 1’ê Hezîranê biryara neçalakbûnê da. Me jî wekî HPG di asta jor de ji bilî çend çalakiyên xweparastinê, ev biryar pêk anîn û em vê hê jî didomînin.
Tabî ji hêla rayedarên Tirkiyê ve gelek caran daxuyaniyên ku hêviyan seridandiye hatine kirin û di her carê de jî, ya bi ser neketine, ya hêza wan têrî nekiriye û yan jî armanca wan xapandina gelê kurd bûye. Di sala 93’yan de Ozal ceriband, bes hate kuştin, Ecewîd hewl da hinek tiştan bike, bes ew jî bi awayekî guman mir. Erbakan jî di hinek hêlan de xwest hinek gavan bavêje, lê nehiştin.
Belê, niha jî hikûmeta AKP’ê û serokomar Abdullah Gul ku ji heman ciyî hatiye, hinek tespîtên ku mirov ji wan re bêje ROJBAŞ! dikin. Serokomar tespîteke ku zarokekî heft salî jî dikare bike kir û da zanîn ku, pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin ya kurd e û wê hinek tiştên baş bêne kirin. Niha wisa dixuye ku ev bi riya çapemeniyê dikin. Yan jî bi awayekî veşartî hinek tiştan dikin, lê çi ye ne diyar e.
Lê nakokî ev e ku, hem ev daxuyanî têne kirin hem jî siyasetmedarên kurd têne girtin, zarokên kurd têne kuştin, balafirên şer êrîşên hewayî didomînin, hejmara cahşan zêde dikin û operasyonên bi armanca tunekirinê li dar dixin. Dîsa bahsa çareseriyê dikin, lê di hêlekê de hemû dagirkerên Kurdistanê piştî derketina Emerîka ya ji Iraqê hesabên bi hev re qirkirina kurdan dikin. Yanî di hesabên wan de qirkirina kurdan heye. Bi vê armancê herêmên tampon çêdikin û herêman ji kurdan xalî bikin, pê re girêdayî top avêtinên wan didomin.
Wê demê mirov dikare vê bêje ku dewlet ne homojen e. Yanî wê pêvajo ber bi ku ve biçe, zêde ne diyar e an jî mirov nikare navek lê bike. Wê pêvajo bibe ya diyalog an çareseriyê an jî wê bibe ya şerekî dijwar, pir belî nîn e.
Hikûmet bahsa perwerdehiya kurdî dike, dibêjin em ê navên gundên kurdan ji nû ve li wan bikin, li hinek zanîngehan beşên kurdolojiyê vebikin û li gorî wan “efû”yek derbixînin. Hema em vê li vir bêjin, wisa kurdî li dibistanan bibe dersa hilbijêriyê, niha de ev xapandine. Ku kurdolojiyên di pêşengiya dijminê qewmê xwe Kendal Nezan ve bê kirin, ev xapandineke. Ji TRT-6’ê cudatir tişten nîn be. Efû be, rewşeke me ya efû xwestinê nîn e û em vê heqaret dihesibînin. Divê destpêkê em wan efû bikin. Yên ku bêne efûkirin ew in. Ji bona navên kurdî jî, ku di fermîyetê de, Diyarbakir nebe AMED, Tuncelî nebe DERSÎM û ev bi navê gundan tenê bimîne, ev xapandinek e.
Ya zelal ev e ku sedema van nîqaşan, serkeftinên Tevgera Azadiyê ye û bi hêzbûna wê ye. Nexwe ew sazûman ku hebûna gelê kurd qebûl nedikir û dema ku navê kurda dibihîst cînikên wan pîj dibûn, wisa bi hêsanî gavan nediavête.
Niha em bi tevahî rewşa heyî nebînin û guhertinên çêbûne tune bihesibînin wê rast nîn be. Lê zêde hêvîdarî jî wê ne rast be. Ji ber ku hê sîstem di nava demokratîkbûn û faşîzmê de diçe û tê.
Bila gelê me baş bizanibe, wê gerîla her biçe xwe xurt bike û wê her dem xwe li gorî rewşa herî xerab tanzîm bike. Beşdarbûna ciwanên kurd her diçe zêde dibe. Pêwîst e ku em hejmara gerîla herî kêm derxînin du qatî. Dîsa meseleyên çekberdanê û filan jî çîrok in. Di dinyayê de tu gelek bê parastin nîn e, em ê jî gelê xwe tu carî bê parastin nehêlin. Çareseriyek bibe jî, wê gerîla li bajar û çiyayan dîsa vê erka xwe ya parastinê bidomîne.
Bi hêviya ku dijmin vê carê bê riya rast, nexwe ne pirsgirêk e, ev sî sal in em têdikoşin, em ê sî salekî din jî ji bona jiyaneke azad, ji bona Kurdistaneke Xweser û Demokratîk li ber xwe bidin.
Aram Masîs
- Ayrıntılar