Di hemû têkoşînan de piştî berxwedanî, raperîn û şerên mezin bi awayekî aliyên ku rasterast şer dikin, bi awayekî li hev tên, hevdîtinan dikin û hewl didin xwînê bidine sekinandin. Her çiqas encam ev be jî, lê heta ku pêvajo xwe digihîne vê astê, bi deh hezaran kes di van şeran de şehîd dikevin an dimirin.
Lê mixabin qaşo nivîskar û rewşenbîrên demokrat dewletê û artêşên dewletan derdixînin asîmanan û pîroz dihesibînin û her cure hovîtî û mafên êrîşkariyê ji wan heq dibînin. Ku dor tê hêzên parastina gelan, mafê wan namîne û dema ku parastina xwe û ya gelê xwe dikin jî dibine “terorîst”.
Digel vê yekê di têkoşîna azadiya gelê kurd de ku bi dehan caran ji bona azadiya xwe li hemberî dagirkeran rabûne ser piyan û her çiqas dem bi dem gelê kurd hatibe bêdengkirin jî, tu carî dev ji têkoşînê bernedane û bindestiyê qebûl nekirine.
Niha jî em wekî tevgera azadiyê ku di şexsê PKK’ê de temsîla xwe dibîne, ji bona çar parçeyên Kurdistanê ji sî salî zêdetir têdikoşin. Ev têkoşîna ku me daye, ev bedelên ku me daye û ev gavên ji bona aştiyekê ku me avêtiye, bi kîjan dijminî re bûna, niha ji zû ve çareseriyek bi pêş biketana. Lê dema ku dijminê te tirk, faris û ereb be û ev jî ne bi serê xwe bin, bendeyên mêtînger û emperyalîstan bin, rewş gelek diguhere. Ji ber ku tirkbûn, farisbûn an erebbûn mixabin tu carî ne li ser navê xwe şer kirine ne jî li ser navê xwe wê bikarin lihevhatinan bikin. Ji ber ku wekî gel, wekî dewlet an tiştek din, tu carî bi vîna xwe tevnegeriyane. Wekî mînak li Tirkiyê, serokomarê wan ereb, serokwezîrê wan arnawûd û serfermandarê wan ê giştî jî yahûdî ye. Ku rewş ev be, ma çi xema wan e ku ciwan mirine, ma çi xema wan e welat wêran dibe, ma çi xema wan e axa welat tê firotin, ma çi xema wan e aboriya welat têk diçe an gelên ku bi sedan sala ne bi hev re jiyan kirine hevdu qir kirine.
Tevgera azadiya kurd di pêşengiya Rêber Apo de, ji sala 93’yan vir ve ji bona ku xwîn nerijê her cure fedekarî kir û hê jî vê dike. Lê di salên 93’yan de ev pêk nehat. Di 99’an de fersend çêbû, lê nehiştin û îro jî tê nîqaşkirin. Her çiqas pêvajoya li pêş me zelal nîn e û mirov nikare nav lê bike, li gorî daxuyanî û pratîkên sazûma TC’ê, wisa dixuye ew hêzên ku di 93’yan de nehiştin, 99’an de nehiştin, îro jî hewl didin têkoşîna azadiya kurdan tune bikin û rê li ber gavên aştiyane bigirin. Her çiqas derdorên ku dixwazin li ser bingeha biratiya gelan çareseriyek bi pêş bikeve jî hebin jî, ji ber ku hêza wan nîn e û bi wêrekî tevnegarin, pê re jî hewldanên wan bêqîmet dimîne.
Dema PKK’ê ji bona azadî û serxwebûna hemû kurdên ku di nava çar dewletan de hatiye dabeşkirinê, dest bi têkoşînê kir, li ser navê kurdîtiyê tu tişt nîn bû. Ne nav, ne nasname, ne ziman, ne ax, ne rûmet... Vanan bidine aliyek, kurd mirov nedihatine hesibandin.
Êdî her kes pir hindik fêm kiriye ku kurd bi komkujiyan, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi koçberkirinan naqedin. Ev hatiye selmandin. Ev yek di sala 2008’an de artêşa TC’ê bi piştgiriya Emerîka, Îran, Îsraîlê ku vanan tevahiya dinyayê temsîl dikin, hewl dan gerîlayên azadiyê li Qadên Parastina Medya ku hemû di bin kontrola me de ye, tune bikin de careke din hate selmandin. Ew artêşa TC’ê ku dibêjin me heft duvelên dinyayê aniye pê, encam girtinê bidine aliyek, heft bela xwe ji destê gerîlayên azadiyê xelas kirin.
Piştre gelê kurd li bakurê Kurdistanê vîna xwe ya siyasî diyar kir, ku em destdirêjî û çewsandinan bidin ber çav ji sedî zêdetir bajar û bajarokî reveberiyên herêmî bi dest hate xistin. Piştî ev serkeftinên leşkerî û siyasî, pirsgirêka kurd kete rojevê.
Divê em ji vê pêvajoyê çi fêm bikin û çawa nêzîk bibin.
Destpêkê, em wekî tevger ji her cure gavên aştiyane re hetanî dawîn vekirîne û girîngiyê didin. Ji bona wê pêwîst bike em ê çek bidine sekinandin, em ê çalakiyan nekin. Jixwe li ser vê bingehê ev çend meh in jî em vê dikin. Lê hember vê harbûn û hovbûna artêşa TC’ê û bi hemû saziyên ku li ser gerîla û saziyên kurdan re jî em matmayî neman. Ji ber ku qerekterê vê sîstemê ev e. Sîstem xwe li ser vê ava kiriye û bêyî vê jî nikare xwe li piya bihêle. Ya girîng ev e ku em bi parastineke zexm, bi hêzên demokrat vê sazûmanê biguherînin. Sazûman bixwe naguhere. Pêwîst e ku tu zoriyê bidê, tu carnan bi pêlên şoqî ew bihejînî. Loma di vê pêvajoyê de, divê em hinek gavan ne înkar bikin ne jî pir bi hêvî nêzîk bibin.
Em wekî gerîla hetanî ku em çar parçeyên Kurdistanê li bingeha konfederalîzma demokratîk negihînin hev û Kurdistaneke Azad pêk neynin, hetanî ku gelê xwe azad nekin, hetanî birêvebirina gel bixwe nedin destê gel, wê têkoşîna me bidome. Çawa ku gulek piştî demekê ew diriyên xwe yên bo parastina xwe navêje, çawa ku pisîkek piştî demekê naprûkên xwe navêje, ê me jî em ê tu carê dev ji ew çekên ku em pê gelê xwe diparêzin nekin. Ne îro ne jî sed sal şûn ve.
Bila dijmin ji xwe biqîre û bêje em ê wan tune bikin. Lê em ê hem ji bona aştî û biratiya gelan çi pêwîst bike bikin hem jî em ê di asta jor de parastina xwe bikin.
Pêvajoya pêş me ku me wekî tevger hetanî 15’ê Tîrmehê biryara bêçalakîbûnê dirêj kir de, dijmin hewl bide me tune bike, em ê jî dijmin tune bikin, dijmin operasyon li dar bixe, di wexte bersiv bê dayîn, dijmin êrîşî gelê me bike, wê di wexte di çarçoveya parastina rewa de mafê misîleme bê bikaranîn. Loma bila gumana gelê me nîn be, wê tu êrîş, tu şehadet bêbersiv nemîne.
Aram Masîs