HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

qamisloWeke tê zanîn pişti destwerdanê mîna encama kaosa derketiye holê, di nava hêzên hêzên Rojhilatanavîn de bêhevseniyek peyda bû. Li ser vê bingehê gelek pêwendiyên xwedî esasên berjewendiyên gelan û hevkariyên dostanî vegeriyane berjewendiyên teng ên kesan, hêzên desthilatdar û hevkariyên rojaneyî yên berjewendîxwaziyê.

Li ser van xalên esas bi taybet li dij Kurdan konsepteke tunekirinê hatiye destpêkirin. Ev konsept bi hevkariya komploya navnetewî re gihişte lûtkeyê herî bilind. Vê konseptê gelek caran li dij Kurdan rûyê xwe yê kirêt eşkere raber kiriye. Di 12 Adara 2004’an de li Qamişloyê, di 9 Mijdara 2005’an de li Şemzînanê û di 16 Sibata 2006’an de jî li Makoyê li ser gelê Kurd tevkujî pêk hatin.

Îro salvegera duyemîn a tevkujiya Qamişloyê ye. Weke tê zanîn gele me yê Rojavayê Kurdistanê di nava hemû tevgerên serhildanên Kurd ên azadiyê de xwedî roleke mezin û girîng e. Her wiha di vê serdemê de jî di beşdarbûna tevgera azadiyê de xwe ji tu fedekariyan nedaye paş û bi hemû can û malê xwe ve li nav tevgera azadiyê bûye xwedî cihekî jêneger û bêhempa.

Di ser tevkujiya Qamişloyê re du sal derbasbûn, lê rexmî van du salên derbasbûyî, rejîma Suriyê bêyî ku di polîtîkayên xwe yên dijwar ên li ser gelê Kurd de tu gavên ereni biavêje, di polîtîkayên xwe yên tunekirin û çewisandinê de israr kiriye û her wiha li dij gelê Kurd bi dewletên serdest ên cîran re jî bûye hevkar û xwedî îtîfaqên paşverû. Weke hemû dewletên dagirker ên Rojhilatanavîn polîtîkaya tunekirin û çewisandina gelê Kurd, weke ku dê ne ji bo feydeya gelê Suriyê be, her wiha ev yek dê her dem di hundirê Suriyê de weke birîneke devxwîn bikele û gelek tiştan bi gelê Suriyê bide wendakirin. Divê weke her kesî dewleta Suriyê jî bizanibe ku îro gelê Kurd bi taybet jî gelê Rojavayê Kurdistanê ketiye riya azadiyê ku ne bi tevkujî ne jî bi rêbazên cuda jê nagere. Ev yek careke din di roja 15 Sibatê de eşkere peyitandiye.

Em weke Serokatiya Desteya Rêveberiya KKKê, bi sedema salvegera duyemîn a tevkujiya 12 Adarê Serhildana gelê Qamişloyê silav dikin û bi kerb û kîneke dijwar tevkujiya dewleta Suriyê ya li ser gelê me şermezar dikin.

Di serî de li hember bîranîn û giyanên pak ên şehîdên 12 Adarê û hemû şehîdên azadiyê yên Rojavayê Kurdistanê bejna xwe ditewînin û wan ji xwe re weke pêşengên riya tekoşînê dibînin.

Di salvegera duyemîn a tevkujiya Qamişloyê de, em careke din serhildan û berxwedana gelê xwe silav dikin. Em xwedî hêvî û bawerî ne ku di vê serdemê de jî dê gelê Rojavayê Kurdistanê serhildana xwe ya demokrasiyê bidomîne û bi çalakiyên cewaz ve agirê azadiyê geş bike.

Bijî berxwedana Gelê Qamişloyê!

Bijî şehîdên serhildana Qamişlo!

Bijî yekîtî û tekoşîna gelê Kurd!

Bimre tevkujiya li ser gelê Kurd!

Bimre zordarî, mêtîngerî û dagirkeriya şovenan!